2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li DEM partiyê cejn pîroz kir

Li Amed û Wanê gel çûn rêxistinên DEM partiyê yên bajar û cejna Remezanê pîroz kir.

Li Amed û Wanê gel çûn serdana rêxistinên DEM Partiyê û cejna Remezanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hevşaredarên bajarên mezin ên Wan û Amedê gel pêşwazî kirin.
Wan

Rêxistina Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi gel re li avahiya navendê hatin cem hev û Cejna Remezanê pîroz kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslihan Şedal û Abdûllah Zeydan, hevşaredarên navçeyên Tûşba, Rêya Armûşê û Artemêtê û gelek welatî tevlî pîrozbahiya cejnê bû. Welatiyên ku hatin cejn pîroz kirin, hêvî kirin ku ev cejn bibe sedema aştî, azadî û yekîtiyê. Pîrozbahiya cejnê di nava rojê de berdewam dike.

Amed 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li rêxistina bajêr a DEM Partiyê bi gel re hatin gel hevdu û cejn pîroz kirin. Hevserokê DEM Partî û DBP’ê, parlamenter û gelek kes tevli çalakiya cejnê bûn. Her wiha rêxistinên civaka sivil jî tevli çalakiyê bûn.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray da zanîn cejn aştî û yekîtî ye û wiha got:”Ji ber me xwe negihand her malê loma me got îro jî em li vir cejnê pîroz bikin. Em li hêviya hemû gelê xwe ne. Em dixwazin gelê kurd jî wekî gelên li Rojhilata Navîn xwediyê heqê xwe bin û azad bijîn. Cejna we hemûyan dîsa pîroz be.”

Farqîn 

Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Farqînê ya Amedê jî bernameya pîrozbahiya cejnê li dar xist. Di bernameyê de welatiyan serdana Hevşaredarên Şaredariyê Sevîm Bîçîcî û Qedrî Esen kirin, hem cejna wan hem jî peywira wan a nû pîroz kirin. Di serdanê de gelek şêniyên navçeyê hatin li eywana şaredariyê rûniştin, cejna hev pîroz kirin.