6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Gel wê hesabê Kemal Kûrkût ji we bixwaze’

Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç di Newroza Erdexanê de axivî û got: “Ev gel wê di 14’ê gulanê de hem li hesabê qurbaniyên erdhejê û hem jî li hesabê Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê de hat qetilkirin bipirse.”

HDP, DBP, TJA û Partiya Çep a Kesk bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” li ser Cadeya Kongreyê ya Erdexanê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û bername hat destpêkirin û bi beşdariya gelek ciwanan agirê Newrozê hat pêxistin.

Endama Maseya Îslamê ya HDP’ê Dîba Keskin bi bîranîna qurbaniyên erdhejê dest bi axaftina xwe kir û bertek nîşanî daxuyaniyên “qeder” ên îktidarê da. Keskîn anî ziman ku kesên ji ber xemsariya erdhejê û lehiyê jiyana xwe ji dest didin ne bi “qederê” ye ku jiyana xwe ji dest didin û kavil û lehî ne qedera gel e.

Şerê li dijî kurdan’

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir ku agirê Newrozê ku bi darikên niftikê dest pê kir îro li her deverê gur bûye û wiha got: “Newroz ji bo kurdan watedar e. Tevî ku kurd aştiyê, demokrasiyê û azadiyê dixwazin jî lê îktidara riziyayî li dijî kurdan şer daye destpêkirin. 8 sal in bênavber êrişî kurdan û dostên wan dikin.”

Tecrîda li ser  Ocalan

Sarisaç anî ziman ku pirsgirêka kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û got: “Dema ku muzakere bi Rêberê Gelê Kurd re dihatin kirin, ekonomî gelek baş bû. Kengê mase hat qelabtin, carek din welat xistin nava krîzan. Tecrîda li ser birêz Abduûlah Ocalan li ser tevahiya civakê belav bûye. Îro her kes tê tecrîdkirin. Herêmên erdhejê jî xistine bin tecrîdê.”

‘Gel wê hesabê Kemal Kûrkût ji wan bixwaze’

Sarisaç bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê de û wiha got: “Bila ji HDP’ê bitirsin. HDP ne partiyeke deh salî ye. Partiya gel e û bi ruhekî şoreşger heta van rojan hatiye. Wê ev gel di 14’ê gulanê de hem hesabê qurbaniyên erdhejê û hem jî hesabê Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê de hat qetilkirin bipirse.”

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zulehya Gulum jî got: “Teqez em ê bi ser kevin. Em ê ji hemû sûcdaran hesab bixwazin. Bila nebêjin ku em ê di qesran de bi rihetî rûnin. Gotinên dawî wê berxwedêr bêjin.”