6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Kobanê daket qadê  

Gelê Kobanê li dijî şerê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadê û meşiyan. Jinên ku beşdarî meşê bûn diyar kirin ku dê ji bo parastina şoreşa jin têbikoşin û destkeftiyên xwe biparêzin.

Şêniyên Kobanê, Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistin û saziyên jin, ciwan û federesyona gaziyên şer careke din li dijî êrîş û bombebaran dewleta tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê ku ji 23’ê Kanûna de destpê kirin, meşiyan. Di meşa ku di bin diruşmeya “Na ji êrîşên dagirkeriya tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” hat birêxistinkirin, gel posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên sivîlên ku di êrîşên li ser Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan hilgirtin.

Meş ji qada Azadî bi berzkirina dirûşmên “Berxwedan Jiyan e”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Şehîd Namirin” destpê kir û li qada şehîd Egîd rawestiya. Di hemwextiya meşê de, Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê konê çalakiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên gireva birçîbûnê yên li Bakurê Kurdistanê re, veda. Girseyê di meşe de dirûşmên “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” berz kirin. Dê çalakiya konvedanê bi beşdariya tevahî sazî, dezgeh, rêxistin û partiyên li kantona Firatê, du rojan berdewam bike.

 ‘Divê mirovahî xwedî li erka xwe derkevin’

Hevseroka Desteya Herêmî ya kantona Firatê Felek Yusif ji JINHA’yê re axivî û peymanên li dijî êrîşan wiha parve kir: “Weke gelê Kurd em niha di pêvajoyeke dijwar de diborin. Di demeke ku em ji bo rewşa Rêber Apo bi fikar in, em li aliyekî bombebaran û êrîşên dewleta tirk dijîn. Her wisa li Bakurê Kurdistanê çalakiyên gireva birçîbûnê hatine destpêkirin ku em wan ji dil û can de silav dikin. Ji ber vê hîn peymanên me ji dewleta Tirk û raya giştî re hene. Di destpêkê de em çalakiyên şervanên Tevgera Azadiya Kurdsitanê pîroz dikin û hêza xwe ya berxwedana li dijî dagirkeriyê ji wan digirin. Her wisa ji bo bêdengiya civaka navdewletî jî, em ê dibêjin ku em bêdengiya we weke teysandin û pejirandina van êrîşan digirin dest. Bajarê Kobanê ku ji ber tevahî cîhanê ve bedelên giran da û mirovahî ji terora DAIŞ’ê parast, ev çend roj in ku bê navber ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombebaran kirin. Lewra divê mirovahî bi erka xwe ya exlaqî û mirovî li hember vê berxwedanê rabe.”

‘Berxwedana parastina Netewa Demokratîk’

Felek Yusif jî ji JINHA’yê re axivî û anî ziman ku dê pêvajoya ku jiyan dikin, bi destkeftiyên mezin biborînin û got: “Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê berxwedana parastina projeya xwe ya Netewa Demokratîk dimeşînin. Em ji bîr nekin ku çavkanî û mîmarê vê pirojeyê jî Rêber Apo ye ku a niha di bin şert û mercên herî dijwar yên tecrîdê de dijî. Lewra em ev êrîş û rewşa tecrîdê ji hev qût nagirin dest. Pilanên ku niha li hember Kurdan tên sazkirin, hemû jî xwe dispêrin xelekên komploya navdewletî ku ev 25 sal in bê navber pêk tên. Li hember vê komployê, em weke gelê Kurd bi hemû beşên xwe berxwedaneke dîrokî didin meşandin da ku em bikarbin bi destkeftiyên mezintir ji vê qonaxê derbikevin.”

‘Em ê bi vîn û sekna xwe şoreşa jin biparêzin’

Endama Komîteya Civakî ya rêxistina Kongreya Star a kantona Firatê Xûnav Xelîl jî fikr û helwesta xwe bi JINHA’yê re parve kir û got: “Em ê şoreşa jin heta dawiyê biparêzin. Bi salan e dewleta tirk hewil dide şoreşa me têk bibe. Yên ku pêşengiya vê şoreşê kirin jin bûn. Jinên ku di têkoşîna xwe de bîrdoziya Rêber Apo bingeh girt, ev demeke dirêj e em agahî jê nagrin. Ev şoreşa ku di roja îro de tê aramanc girtin, ji bo jinan bû henaseya azadî, xwenas kirin û careke din li heqîqeta xwe vegerandin. Bi taybet jî pergala Netewa Demokratîk derfeteke mezin bû ji bo jinan ku bikarbin heta di asta hevseroktiyê de xizmeta şoreşa xwe bikin. Ji ber vê em dibînin dewleta tirk di asta yekemîn de jinên ku pêşengiya civak û şoreşê dikin, hedef digre. Bê guman emê jî li hember van polîtîkayan bê deng nemînin. Weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me hemû dema xwe veguheriya têkoşîn û berxwedana li dijî faşîzmê. Em ê bi zanebûn, sekn û vîna xwe şoreşa xwe ji qirkirin û dagirkeriya faşîzma Tirk biparêzin. Li şûna ku em ji van êrîşan bitirsin, gavan paşve pavêjin û dest ji şoreşê berdin, em roj bi roj bihêztir dibin. Ev şoreş ji bo me jinan bûye weke goşt û neynûka ku ji hev qût nabin.”