28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

SOHR’ê bang li saziyên navdewletî kir

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)’ê bang li saziyên navdewletî dike ku destwerdanê bikin û sûcên şer ên Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê dike, rawestînin.

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)’ê daxuyaniyek der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê da. Di daxuyaniya (SOHR)’ê de hat gotin ku pêwîst e saziyên navdewletî destwerdanê bikin û tawanên şer yên ku li dijî gelên herêmê li bakurê rojhilatê Sûriyê tên kirin, rawestînin.

SOHR’ê got ku, bi binpêkirina aşkere ya yasayên navdewletî, Tirkiyê 48 êrîşên asmanî li nav deverên “Rêveberiya Xweser” pêk anîne û di nav 48 demjimêran de ziyaneke mezin gihandiye binesaziya vê herêmê.

Her wiha daxuyaniyê bal kişand ser wê yekê ku êrîşên esmanî yên Tirkiyê li ser binesaziyê, di nav de nexweşxane, xizmetguzarî, navendên sivîl û tenduristiyê, benzînxane, kargeh, depoyên genim û malên sivîlan, bûne sedema ziyanên mezin û hin ji wan navendan bi temamî hatine wêrankirin. Dewleta tirk di van êrîşên xwe de sûcên şer dike û serweriya hiqûqa navneteweyî li ber çavan nagire. Di dawiya daxuyaniyê de behsa armanca dewleta tirk hate kirin û wiha hate gotin:

SOHR’ê piştrast kir ku armanckirina binesaziyê tê wateya birçîkirina xelkê û koçberkirina wan.