11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobedarên Edaletê: Roj roja serhildanê ye

Nobetên Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Amed, Stanbol, Wan, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin, didomin. Nobedarên edaletê destnîşan kirin ku li dijî tecrîdê roj roja têkoşîn û serhildanê ye.

Nobetên Edaletê yên ku li Amed, Stenbol, Wan, Edene û Mêrsînê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatine destpêkirin îro jî berdewam kir.

Amed
Nobeta Edaletê ya Amedê ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 24’emîn de berdewam kir. Çalakvanên ku pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin, stranên kurdî gotin û daxwaza xwe ya rakirina tecrîdê anîn ziman. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray, nûnerên rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Peyasê, MED-TUHAD FED, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Şaxên Hejmar 1 û 2 yên Genel-Îş’ a DÎSK’ê û gelek kes hatin serdana çalakiyê. Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray bal kişand ser kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha got: “Em dixwazin aştiyeke mayînde çêbibe. Bi milyonan kurd Ocalan weke vîna xwe dibînin û tecrîda li ser wî tê wateya qutkirina dengê gelê kurd. Heta ku tecrîd bi dawî dibe û birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome.”
Çalakî, bi stran, dirûşm û serdanan berdewam kir.

Wan
Nobeta Edaletê ya li Wanê ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin jî di roja 23’yan de dom kir. Rêveberên DEM Partiyê ya Erdîşê û welatiyên li taxên Mîthat Bey û Serhatê hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin.
Salih Ergun ku kurê wî Taner Ergun li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê tê ragirtin di çalakiyê de axivî û got ku ji bo bibin dengê çalakiya greva birçîbûnê tev li çalakiyê bûne. Ergun, destnîşan kir ku ew çalakiya girtiyan pîroz dikin û got: “Banga me ji bo hemû rêhevalên me ye; roj roja têkoşîn û serhildanê ye. Divê her kes piştgiriyê bide çalakiya rêhevalên me yên girtî. Em piştgiriyê didin vê çalakiyê û dê ev gav bi xwe re azadiyê bîne.”
Li ser navê şandeyên taxan jî Nevzat Hamzaogûllari û Giyasettîn Gultepe axivîn û gotin ku ew piştgiriyê didin berxwedana li zindanan û xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin.
Çalakî, bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.

Stenbol
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengtiya MATUHAYDER’ê li avahiya DEM Partiyê ya Bagcilarê hatiye destpêkirin, di roja 15’an de berdewam kir. Di çalakiyê de bi zimanên kurdî û tirkî pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û sazî û xelkê bajar hatin serdana çalakvanan.
Beşdaran, diyar kirin ku dê biisrar çalakiya xwe bidomînin û banga her kesên demokrasî û edaletê dixwazin kirin ku piştgiriyê bidin çalakiyê.
Çaalakî dê sibe li avahiya DEM Partiyê ya Esenlerê bidome.

Mêrsîn
Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê ya li avahiya ÇUKUORVA TUAY-DER’ê hatiye destpêkirin bi tevlibûna gel di roja 24’an de berdewam kir. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Ji dayikên girtiyan Nûray Şahîn di çalakiyê de wiha got: “Dê ev çalakiya me heta dawiyê bidome. Banga me ji bo hemû dayikan ew e ku piştgiriyê bidin me. Rengê rondikên dayikan nîne.”

Edene
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Edeneyê ku li avahiya AATUHAY-DER’ê hatiye destpêkirin, di roja 24’an de didome. Li eywana çalakiyê pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê deng bidin zindanan” hatibûn daliqandin. Serdanên ji bo çalakiyê didomin û beşdaran banga piştevaniyê kirin.
Nobet, bi klamên dayikan berdewam kir.