6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê kurd li 6 navendên Ewropayê bi coş Newroz pîroz kir

Gelê kurd û dostên kurdan li bajarên Lverpool, Goteborg, Lozan, Luzern, Cenevre, Biel ên welatên Ewropayê bi coşek mezin Newroz pîroz kir û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest.

Meclîsa Gel a Kurd, li Salona Olympia ya bajarê Liverpool ê Îngilistanê, pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Ji çar aliyên Kurdistanê bi hezaran kes tev li Newrozê bûn. Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Mazlûm Dogan bi dika pîrozbahiyê de vekirin. Girseya gel jî alên PKK, YPG, YPJ, Kurdistanê û wêneyên Abdullah Ocalan hilda. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî Newroz” û “Kujer Erdogan” berz kirin.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Mîraz Serhat di destpêka şahiyê de axivî û got, “Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn e, nîşaneya demokrasî û wekheviyê ye.”

Di pîrozbahiyê de Hozan Canê, Hasan Darzî, Ako Ranyayî, Peyman Kobanê û Serhado derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Li Goteborgê agirê Newrozê bi girseyî hate dadan, ji bo PKK’ê îmze hatin komkirin. Agirê Newrozê li Swêdê li bajarê Goteborgê bi şahiyeke ku bi hezaran kes tevlî bûn, hate dadan. Di şahiya Newrozê de ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî bê derxistin, gelek îmze hatin komkirin.

Goteborg

Pîrozbahiya Newrozê ya li Swêdê, bi pêşengiya partî û saziyên ji çar hêlên Kurdistanê li qada Brunnsparkenê pêk hat. Ji çar aliyên Kurdistanê bi hezaran kurdên li Swêdê li hev civiyan û agirê Newrozê dadan. Girseyê deqeyekê rêz girt û sirûda Ey Reqîb xwendin. Piştre nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê (NCDK-Swêd) axivî û got: “Mixabin li her deveran Kurdistanê şer û bûyerên giran diqewimin. Tenê bi yekîtiya xwe em dikarin pêşî li vê êşê bigirin. Em hêvîdarin ku Newroz bi xwe re yekîtî, wekhevî û azadiyê ji bo tevahiya Kurdan bîne.”

Di pîrozbahiyê de nûnerên rêxistinên Asûrî-Suryanî û Partiya Çep a Swêdê peyam dan. Piştî axaftinê koma defê ya jinan li ber dengê defê agirê Newrozê dada. Di şahiya Newrozê de girseyê dirûşmeya  “Yekîtî, azadî û jiyana hevbeş” berz kirin. Koma Jinan a Hejîn, Dahol û Zirne, Ferîborz Keremî, Awat Mistefa, Hemîd Resûlî û Jonatan Pinto derketin ser dikê û coşa Newrozê zêde kirin. Di pîrozbahiyê de ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ gelek îmze hatin komkirin. Newroz wê 26’ê Adarê li bajarê Malmo, 27’ê Adarê jî li Goteborgê ji aliyê NCDK-Swêd ve bê pîrozkirin.

Lozan

Li bajarê Lozanê kurd û dostên wan li parka Montbenonê li hatin ba hev û heta qada şahiya Newrozê meşiyan. Di meşê de alên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan. Di meşê timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin. Dema girse gihişt qada Newrozê ji bo şehîdan rêzgirtin û agirê Newrozê vêxistin. Di şahiyê de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Lozanê Sîtkî Demîr axivî û destpêkê Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, girtiyên li zindanan li berxwe didin û li hemû eniyên berxwedanê pîroz kir. Piştî axaftinan girseyî li ber stranên Kurdî govend gerandin û dirûşme berz kirin.

Solothurn

Cihê din ê pîrozbahiya Kurdistaniyan bajarê Solothurnê bû. Gelê Kurdistanê bi meşaleyên ku li qada 1’ê Gulanê vêxistin ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Gel dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berzkirin. Piştî meşê girseyê berê xwe da qada 1’ê Gulanê ya ku wê pîrozbahî lê were lidarxistin. Li qadê axaftin hatin kirin û agirê Newrozê hate vêxistin.

Luzern

Li bajarê Luzernê jî meşek bi heybet pêk hat. Kurdistanî û dostên wan li qada Verkehrshausê hatin ba hev û dest bi meşê kirin. Girseya gel bi dirûşmeyên “Bijî Seroka Apo“ heta qada Helvetiaplatzê meşiyan. Li qada Helvetiaplatzê agirê Newrozê hate vêxistin û li dora agir govend hate gerandin.

Cenevre

Li Cenevreyê jî Kurd li Qada Chanpouletê hatin ba hev û meşek meşaleyî li dar xistin. Girseya gel heta qada ku wê pîrozbahî lê hat lidarxistin meşiya. Girse piştî gihişt qadê agirê Newrozê vêxistin û li ber stranên Kurdî govend gerandin.

Biel

Li Bîelê jî gel li qada Kongrehausê pîrozbahî hate lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Bernê Burhan Karakoç sala 50.a Azadiyê pîroz kir û bi wesîleya Newrozê axaftinek kir. Serokê Şaredariya Bielê Erich Fehr jî tevlî pîrozbahiyê bû û Newroza Kurdan pîroz kir. Li qadê agirê Newrozê hate vêxistin û li dora agirê azadiyê govend hate gerandin.