19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan di pîrozbahiyên Newrozê de 488 kes binçav kirin

Îsal Newroz li zêdeyî 60 navndan bi girseyi hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de polîsan 173 jê zarok zêdeyî 488 kes binçav kirin.

Kurdan îsal bi şiyara “Dem dema serkeftinê ye” Newroz li zêdeyî 60 navendan bi girseyî pîroz kir. Di pîrozbahiya Newrozê de tevî hemû astengiyên polîsan bi milyonan daketin qadan û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin. Gel tevî hemû astengiyên polîsan posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xistin hundir û daxwazên xwe anîn ziman. Di pîrozbahiyên navendan de polîsan li gelek cihan êrîşî girseyê kir û bi giştî 173 jê zarok zêdeyî 488 kes binçav kirin.

Li Amedê bi giştî 150 jê zarok zêdeyî 300 kes hatin binçavkirin. Li Aydinê hunermend Serhat Kural, Fesîh Şahîn, Nîhat Yilmaz, Eyup Yildiz, Sedat Kement, Gokhan Olçer, Mervan Aktumur bi hinceta bi kurdî stran gotine hatin binçavkirin. Piştî li dozgeriyê îfade dan Fesîh Şahîn li dadgehê hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Aydinê.

Li Konyayê piştî pîrozbahiya Newrozê Hediye Yildiz, Serhat Levent, Hamide Kaya û Resul Hocaogullari Meram bi hinceta cilên neteweyî li xwe kirine hatin binçavkirin û piştre hatin berdan.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî polîsan di êrîşê de 18 jê zarok nêzî 30 kes binçav kirin. 30 kesên hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Polîsan li Nisêbînê jî bi ser malan de girt û herî kêm 5 kes binçav kirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û 6 kes binçav kirin. Piştî îfadeyên wan girt serbest berdan.

Li Edeneyê jî piştî pîrozbahiya Newrozê polîsan xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Sezgîn binçav kirin. Gelek kesên din jî ji ber rengê kesk, sor û zor binçav kirin.

Li Stenbolê jî polîsan di pîrozbahiyê de 5 jê zarok herî kêm 86 kes binçav kirin.

Li Tekîrdagê jî polîsan di pîrozbahiya Newrozê de 9 kes binçav kirin. 9  kes piştî îfade dan serbest hatin berdan. 5 kesên din jî piştî hatin qadê hatin binçavkirin û piştre hatin berdan.

Li Gebzeyê jî piştî pîrozbahiya Newrozê polîsan 4 welatî binçav kirin. Ramazan Oter, Îhsan Oter, Eyup Oter û Yusuf Demîr, bi hinceta li qada Newrozê stûd xwendine hatin girtin.

Li navçeya Erdîşa Wanê jî polîsan 15 kes binçav kirin. Polîsan piştî îfadeya 15 kesan girt serbest berdan.

Polîsan piştî pîrozbahiya Newrozê li Erdîşê 5 kesên din binçav kirin. Piştî îfade dan serbest hatin berdan.

Li Agiriyê jî pîştî pîrozbahiya Newrozê polîsan 10 kes binçavkirin. 10 kes piştre serbest hatin berdan.

Li navçeya Geverê jî polîsan piştî pîrozbahiyê endamê koma Îsyan Ateşî binçav kir. Endamê komê piştî îfade da serbest hat berdan.