6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên malbata Kûrkût rapora ‘Binpêkirinê’ da dadgehê

Hiqûqzanê Ceza Dr. Tîmuçîn Koprulu, der barê kuştina Kemla Kûrkût de rapor amade kir. Koprulu, di raporê de diyar kir ku di kuştina Kemal Kûrkût de devletê der barê polîsên ku “mafê jiyanê” binpê kirine de erka xwe ya lêpirsîneke bi bandor ‘Binpê’ kiriye. Parêzeran jî bi vê raporê serî li dadgehê da.

Di Newroza 2017’an a li Amedê de polîs Yakup Şenocak li pêş kamera û girseyê xwendekarê Zanîngeha Înonu yê 23 salî Kemal Kûrkut  qetil kir. Dadgehê der barê polîs Şenocak de biryara beraetê da. Piştî Daîreya 1’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê biryara dadgehê xera kir, danişîna dozê îro dîsa tê dîtin. 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê polîs Şenocak de biryara beraetê da. Lê Daîreya 1’emîn a Dadgeha Edliyeya Herême bi biryarek balkêş doz xera kir. Hiqûqzan vê biryarê yekê skandala hiqûqê pênase dikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li ser daxwaza parêzera malbata Kûrkût Prz. Reyhan Yalçindag, kesê di mijara ‘Ceza û Hiqûqa Muhakemeya Ceza’ de pispor Hîndekarê Zankoya Hiqûqê ya Zanîngeha Atilimê Dr. Timuçîn Koprulu, têkildarî biryara xerakirina ceza de raporek amade kir.

‘Dewletê erka xwe ‘Binpê’ kir

Koprulu, di raporê de diyar kir ku di kuştina Kemal Kûrkût de devletê der barê polîsên ku “mafê jiyanê” binpê kirine de erka xwe ya lêpirsîneke bi bandor ‘Binpê’ kiriye û wiha rapor bi encam kir: “Dema mirov bi gişti dinirxîne; “Dadgeh, li dijî xalên 6 û 13’emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevgeriya ye. Dewletê li gel ku erkdaran ev peyvira xwe binpê kiriye jî lêpirsînek bi bandor nemeşandiye. Erka xwe ya pozitîf a der barê mafê jiyanê de îhlal kiriye.”

Pişti rapora Dr. Koprulu, parêzerên malbata Kurkut Prz. Reyhan Yalçindag û Serdar Çelebi rapor pêşkêşî Dadgeha Cezayên Giran a 7’emîn a Amedê kirin. Parêzeran duh rapor pêşkêşî Dadgehê kirin û anîn ziman ku biryara Dadgeha Îstinafê ya ‘Polîs emîrê amîr pêk anîye” li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn û li diji DMME’ê ye. Parêzeran xwest polîsê kujer Şenocak bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştiye” bê cezakirin.