8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Newroza 2022’yan Pîroztir bû

Li Rojhilata Navîn Newroz wek sersal û roja nû tê pîrozkirin. Lê ji bo kurdan ji xeynî wateya xwe ya roja nû ji sala 1973’an vir ve zêdetir bi wateya xwe ya berxwedanê derdikeve pêş û bi milyonan kurd di 21’ê Adarê de li kolan û qadan Newrozê bi coş pîroz dikin.

Li bakurê Kurdistanê agirê Newrozê piştî 8’ê Adarê li gund û taxan hilbû. Piştre bi awayekî rêxistinî agirê Newrozê di 15’ê Adarê de li Elkê ya Şirnaxê hilbû. Ji wê rojê vir ve li gelek navendên Kurdistanê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Dîmenên ku ji her aliyê Kurdistanê û jî li gelek welatên Ewropayê li ser medyaya dijîtal dihatin weşandin bi me didan zanîn ku gel îsal ne berf kevir jî ji jor ve bibarin dê Newrozê pîroz bikin. Di encamê de Newroz li ku hat pîrozkirin çoşa xwe wek dara banyanê ku gulanca wê digihêje erdê û dibe şaxeke din, gihand pîrozbahiya Newrozê.

Newroz xwedî cihekî cuda bû

Ji ber ku îsal 50’yemîn Newroza ku bi PKK’ê re dihat pîrozkirin bû, Newroza 2022’yan ji aliyê gel ve pir bi wate û pîroz hat dîtin. Ji ber vê yekê gel tevî hemû astengiyên dewletê û rewşa hewaya sar jî wek lehî herikîn qadên Newrozê.

Wek salên berê pîrozbahiya Newrozê li Amedê bi dawî bû. Di Newroza Amedê de ji destpêka ketina qadê heta ku gel belav bû polîsan xwest bi kiryarên xwe yên cur be cur mudaxeleyî coşa gel bikin. Gel bi seatan li ber deriyên qadê hatin hiştên. Bi deh hezaran kes nikaribûn bikevin qada Newrozê.

Polîsan di dema lêgerînên ku gihandibûn lêgerîna tazî de li gelek jinan tundî kirin. Jineke ku xwest ji tundiya polîsên jin bireve rastî tundiya polîseke mêr hat. Li ser vê yekê jinên ku li ber bendên kontrolê kombûbûn êrîşê polîsan kirin û gotin ku tu mêr nikare midaxeleyê jineke bike. Ev bertekên jinan hem asta wan a zayendî hem jî ya neteweyî derdixist holê.

Durûtiya polîsan

Di dema lêgerînê de zarokeke 10 salî ya bi navê Bêrîtan piştî ku ji 5 bendên kontrolê derbas kir bi paş ve fitilî, bi kurdî got hûn dizanin min dixwest tû bikim rûyê wê polîsê. Min jê re got çima keniya û got: “Tu nabînî ji sibê de min ji çend cîhan derbas kirin,  ma ez ê çi bibim hundir, îja pişt re jî hatiye ji min re dikene dibê ooo pereyê te heye tu zengînî. Çi eleqeya wê bi pereyê min heye û bi min dikene.” Tenê bi van gotinên Bêrîtanê mirov dikare bibêje ku zarok jî durûitiya polîsan dibînin û bi wan bawer nînin.

Kesên ku piştî sekinandina bi seatan ketin hundir jî herî kêm di çar bendên kontrolê de hatin derbaskirin. Bi sedan ciwan ji ber cilên xwe yên gelerî hatin astengkirin û gelek kes jî hatin binçavkirin. Jinên ku kesk û sor û zerên xwe danedianîn rastê tundiyê hatin. Lê dema ketina qadê de piştî ku mirov al, wêneyê birêz Abdullah Ocalan û flamayên PKK’ê didît dubare mirov fêm dikir ku asta astengkirin û tundiyê çi dibe bila bibe kurd ji ya xwe naynê xwarê.

‘Bê Serok jiyan nabe’

Di qada Newrozê de dayikên temen mezin ku zanibûn nikarin zêde li piya bisekinin karton li pey xwe dikşandin da ku li ser rûnên. Dayikên ku zarokên wan biçûkbûn ji qada Newrozê ya ku gelek bi zehmet ketibûnê, dernediketin û zarokên xwe di nav betaniyeyan de dikirin xew.

Ciwanên ku gihiştibûn qada Newrozê bi cilên xwe yên neteweyî ketibûn hundur bi govend û sekna xwe gotin em hene û em ê hebin. Diruşmên ciwanan yên wek ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’  ku polîsan dixwest bi dengên muzîkê bitepisîne li Amedê erdê hejandin û ji kesên ku digotin waye kurd qediyan re bûn bersiva herî xurt.

Di encamê de Newroza 2022’yan bi wateya 1973’yan bi coşeke mezin û diyarker hat pîrozkirin. Ji aliyê sekna li qadên pîrozbahiyê ve Newroza 2022’yan bi coş û pîroz bû.