5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Nûjiyan Erhan li ser gora xwe hate bibîr anîn 

Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3 Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di êrişa çekdarên PDK’ê de birîndar bû, di 22’ê adarê de jiyana xwe ji dest dabû. Hempîşeyên Nûjiyan li ser gora ewê ew bibîr anîn.

Rojnamevan Nûjiyan Erhan 3’ê Adara 2017’an di encama êrîşa çeteyên Roj ên ser bi PDK’ê ya li dijî civaka Êzidî, li ser rêya navbera Sînûn û Xanesorê de bi suîkastê birîndar kirin. Nûjiyan Erhan 22’ê Adara 2017’an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan Erhan di 4’emîn salvegera şehadeta xwe de, li ser gora xwe ya li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan ya li çiyayê Şengalê, hate bibîr anîn.

Nûnerên Ragihandina Jinên Êzidxanê li ser gora Nûjiyan daxuyanî da. Li ser navê Jinên Êzidîxanê rojnamevan Nesrîn Hisên daxuyanî xwend. Hisên di daxuyaniyê de wiha got: “Heval, memosta û şehîda me Nujyan Erhan li ser xeta heqîqeta civaka azad, netewa demokratîk û azadiya gelan bi kamera û pênûsa xwe bû sembola rojnemevana azad. Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo rastî di tarîtiyê de nemîne bê rawestandin bû şopdara Gurbetelî Ersoz û bi dehan  şopînerîn heqîqetê.

Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo îxanet, hovîtî û tarîtiya ku bi ser civaka Êzidî di 3’ê Tebaxa 2014’an de hatibû kirin ji raya gişîtîra parve bike, û pilanên qirêj li ser civaka me ya êzidî eşkere bike, berê xwe da deşt û çiyayên Şengalê. Mamosteya me ya yekemîn Nûjiyan Erhan bi pênûs û kamereya xwe çîroka bi sedan jinên êzidî yên ku di  çiyayên Şengalê de asê mabûn guhdar dikir û parve kir. Çeper bi çeper qehremantiya şervanên azadiyê dişopand û radigahand. Hevala me Nûjiyan Erhan ji bo me weke jinên Êzidî ronahiya hêviyê bû û weke navê xwe jî jiyanekî nu ji jinên Şengalê re bi xwe re anî.  Nûjiyan  zanabûn û wêrektiya xwe bi jin û ciwanên Şengalê re parve kir û bû yekem kes ku ji jinên Êzidî re ragahandinekî ava bike. Hevala Nûjiyan ragahandin ne tenê weke pîşe fêrî me kir,  fêrî me kir ku berê her tiştî lazime rihê hevaltî pîvana yekem ya jiyana me be. Ji mere nîşan da ku ragahandin bi şopandina rastiya civaka xwe û di xizmeta civaka xwe de kar bike, wê demê dibe raghandina azad.

Mixabin PDK ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji Şengalê revî û civaka me ru bi ruyê fermanekî re hiştin, li şuna ku rexnedayîna xwe ji civaka mere bide û li rexa şervanên me û gêrîllayên Kurdistanê li hember DAIŞ’ê şer bike, bi îxanetekî mezin di 3 Adara 2017’an de pêşmergeyên roj yên bi ser PDK’ê ve êrîş anîn ser şervanên azadiyê. Ev buyer asta dirûtiya PDK’ê ji doza Kurdistanê ji mere nîşan dide. Hêrsa PDK’ê ya li hember ragahandina azad ji 3 Tabaxa 2014’an de di dema eşkerekirina îxaneta wan a li hember civaka Êzidî heya roja îro berdewam dike. Hevala Nûjiyan ji ber ku di her kêliyên berxwedana Şengalê de li pey heqîqetê bû, bû hedefa hêzên xayîn. Hevala Nûjiyan di 3 Adara 2017’an de di seatên sibehê de berê xwe da çeperên şer da ku îxaneta PDK’ê eşkere bike. Lê bi nemerdane bû hedefa hêzên PDK’ê û di 22’ê Adarê de ji ber birîndariya xwe ya giran gihîşt asta şehadetê.

Hevala Nûjiyan bi kar û xebata xwe ji bo parastina dîroka civaka me ya Êzidî hafîzeyekî ava kir. Bi  kamera û pênûsa xwe di dîrokê de navê civaka Êzidî nivîsand. Em jî weke şopdarên rêheval û memosteya xwe li vê dîroka ku tê nivîsandin  xwedî derdikevin. Emê heya dawî parastina vê hefîzeyê bikin. Em weke yekîtiya ragahandina jin ya Şengalê bi kîna hember xayînan û dijminan soz didin hevala xwe û civaka xwe jî ku emê heya dawiyê li pey şopa Nûjiyan Erhan de bin. Me pênûs û kamereya Nûjiyan Erhan hilgirtiye û em tu car nahêlin li erdê bimîne. Çawa ku hevala Nûjiyan fêrî me kir ku ragahandin li pey şopa heqîqetê ye û li gel civaka xwe jî emê her li ser vê rastiyê kar û têkoşîn bikin û emê bi pênûsa xwe hesab  ji hêzên xayînan bixwazin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê rojnamevanan gul danîn ser gora şehîd Nûjiyan Erhan.