5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Rojavayê Kurdistanê bi girseyî êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir

Şêniyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk daketin qadan û meşiyan. Jinên beşdarî meşê bûn bi tundî êrîş şermezar kirin û diyarkirin ku wê bi hêza xwe ya cewherî li dijî dagirkeriyê têbikoşin.

Dewleta tirk di 12’ê Çilê de êrişî binesaziya heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Gelek zerar da binesaziyê û 6 welatî birîndar bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek nîşanî êrîşman da û diyar kir ku ji 12’ê Çileyê ve, 73 êrîş li dijî bînesazî û çavkaniyên jiyanê pêk hatiye ku di encamê de bi dehan cihên xizmetguzarî ji xizmetê derketine.

Di vê çarçoveyê de îro li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk daketin qadan û meşên girseyî li darxistin.

Kobanê

Şêniyên Bajarê Kobanê tevî Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û Meclîsa Malbatên Şehîdan, bi  diruşmeya “Na ji êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê” bi gireseyî daketin qadan û helwesta xwe ya li dijî êrîşan nîşan dan.

Şêniyên Kobanê li qada Jina Azad kombûn û bi berzkirina diruşmên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Na ji dagirkeriyê re” û “Berxwedan jiyan e” kom bûn û heta qada şehîd Egîd meşiyan. Piştî deqeyek rêzgirtina, li ser navê gelê Kobanê Mustefa Îto axivî û bal kişand ser girîngiya bilindkirina berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê. Jinên beşdarî meşê bibûn ji ANHA’yê re axivîn û êrîşên dewleta Tirk li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin.

‘Dewleta Tirk bînesaziyan dike hedef’

Wehîde Mihemed bertek nîşanî wêrankirina binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got: “Dewleta tirk careke din bi heman rêbazî herêmên me bombebaran dike ku di asta yekê de binesaziyê dike armanc û di encamê de stasyonên kehrebeyê bi temamî ji xizmetê derketin.  Di salên destpêkê yên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û di pêvajoya êrîşên çeteyên DAIŞ de jî, me heman bûyer jiyan kir ku em bê av, kehrebe û heta bê xwar in jî man. Çawa ku me wê demê jiyankir û li berxwe da, emê îro jî  heman helwest û seknê nîşan bidin. Em dikarin bêyî derfetên jiyanê ku tên wêrankirin bijîn, lê em bê Rêber Apo, şervanên azadiyê û gelê xwe nikarin jiyan bikin. Di vê pêvajoyê de ya girîng hevgirtina gel û berxwedana li dijî dagirkeriyê ye. Seferberiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van rojan de, bi taybet jî jin. Tê wateya xwedî derketina li nirxên şoreşê û ji êrîşan parastina destkeftiyên me ye.”

‘Dagirkirina Kobanê wê her ji bo dewleta Tirk bibe xeyal’

Bakîr Sincar jî da zanîn ku dewleta tirk bi rasthatina salvegera serkeftina berxwedana Kobanê bombebaran dijwar kiriye û got: “Di vê mehê de salvegera serkeftina berxwedana Kobanê ya li hember çeteyên dewleta Tirk û di heman demê de salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser ya kantona Firatê ye. Lewra em dibînin ku dewleta Tirk careke din kîna xwe ya li hember Kobanê nîşan da ku ev du roj in bê navber warê me bombebaran dike. Hewil dide ku vê carê bi êrîşên xwe yên hewayî û wêrankirina binesaziyê derî li ber koçberiya gel vebike da ku bikaribe bi rengekî rehet Kobanê dagir bike. Dewleta Tirk ancax vê yekê di xewnên xwe de bibîne, em koçber nabin û terka axa xwe nakin. Kobanê û gelê wê bihêz e, me carekê soz daye ku em ji vî bajarê veneqetin. Emê xwedî li vî sozî derkevin û her li ser piyan bin.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û  ‘Bijî Berxwedana Rojava’ bi dawî bû.

Heseke

Gelê bajarê Hesekê jî bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb ,Ermen û Suriyan li dijî êrîşên  dewleta Tirk daketin qadan û êrîş şermezar kirin. Meşvanan alên HPC-Jin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulan Ocalan û pankartên bi nivîsa ‘Esmanên me ji balafiran re qedexe bikin’, ‘Na ji qirkirinê re’ û ‘ Bijî berxwedan ” hilgirtin.

Meş li ber gulîstana Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan a taxa Nasra despê kir û li ber peymangeha Avakirina Mamosteyan a taxa Nasra berdewam kir. Li vêderê meşa girseyî vegeriya mitingê.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Endamê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Ferhan Dawûd axivî û diyarkir ku  êrîş kîn û hovîtiya dewleta Tirk li dijî gelê herêmê û projeya wan diyar dike û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk qirkirina gelan dike armanc ji ber ku sivîlan dike hedef , cihên xizmeta civakê topebaran dike . Lê peyama me ewe emê heta dawiyê li ber xwe bidin û li beramber dagirkerî û êrîşan rawestin. Bêdengiya dewletên Navnetewî bêdengiyek ne exlaqî ye. Ev bêdengî dide xuya kirin ku hevkarê dewleta tirk in.”

Meş bi dirûşmeya  ‘Bijî berxwedan’ bi dawî bû.

Şehba

Desteya Hîndekarî û Perwerdê ya Efrîn-Şehba li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha hedefgirtina binesaziya herêmê, meşek girseyî li dar xist. Meşê ji çarxerêya navçeya Ehdas a kantona Şehabyê heta parka 4’ê Nîsanê berdewam kir. Di meşê de gel û xwendekar beşdar bûn û pankertên bi nivîsên ‘Erdoxan terorîst e’,”’Berxwedanî jiyaneke azad e’ û ‘Bimre faşista Tirkiyê’ berz kirin.

Meş piştî gihîşt qada parkê vegeriya mêtîngê û bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Piştre Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariya  Efrîn-Şehba Zelox Bekir axivî û got: “Em ji Şehbayê ji warê berxwedanê silavên xwe ji gerîlayên azadiyê re dişînin û berxwedana wan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pîroz dikin. Ji ber ku dewleta Tirk li çiyayên azad têk çû berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binesaziya herêmê dike hedefa êrîşên xwe. Emê li dijî van êrîşan bi îsrar û biryar berxwedana xwe bidomînin û ev êrîş û hedefgirtina binesaziyê wê tu carî bandor li ser tekoşîn û berxwedana me neke. Emê dagirkeriyê têk bibin û tekoşîna xwe bilind bikin, ji ber em şagirtên Rêber Apo ne.”

Meş bi diruşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ dawî bû.