17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Wanê serkeftin û rojbûna Abdullah Ocalan bi hevre pîroz kir

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir, di pîrozbahiya serkeftina berxwedana Wanê de destnîşan kir ku sibê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got: “Em ji bajarê berxwedanê bang dikin. Rojbûna te pîroz be.”

Gelê Wanê li dijî biryara YSK’ê ya ku mazbata Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan nede wî,  daket kolanan û dest bi çalakiyên girseyî kir. Piştî çalakî zêde bûn û kurd li gelek bajaran çalakiyên girseyî li dar xistin, YSK’ê dîsa biryara xwe paşve kişand û biryar da ku mazbata Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bide wî. Piştî Hevşaredarê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan mazbata paşve girt bi sed hezaran gelê Wanê herikî Parka Musa Anter.

Girseya ku li pêş DEM Partiyê ya bajêr, dirûşmeya “Bijî berxwedana Wanê” berz kirin. Ji ber ku cih li ber avahiya partiyê nema, partiyê otobusa hilbijartinê bir Kolana Cumhûriyetê. Ji ber ku otobus pêş ve neçû, zêdetirî 500 hezar kes li Qada Beşyaylayê kom bû. Piştî ku ev de rjî têra girseyê nekir, vê carê girse çû Parka Mûsa Anter. Bi sed hezaran kes vê carê bi lingan çû parkê. Girseyê li vir dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kir.

Şalad: Rûhê Jin Jiyan Azadî bi ser ket

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal li vir axivî. Şedalê got: “Ev serketin a we ye, ev berxwedan a we ye, pîroz be. Piştî vê berxwedanê kî dikare hewl bide vîna we xesp bike. Ji niha û pê ve dê tu kes nikaribe vîna we xesp bike. Ev berxwedan tenê ne bidestxistina şaredariyê ye. Ev berxwedan, diyareke mezin e ji bo hevalên me yên girtî. Ev serketin di heman demê de serketina wan e jî. Ên bi serketin ciwan bûn û a bi se rket ruhê ‘jin, jiyan, azadî’ bû.  Me pir li ber xwe da û em ê sibê kuçeyên xwe ji çopên qeyûm paqij bikin.”

 Zeydan: Gelê me rûmeta xwe parast

Paşê Hevşaredar Abdûllah Zeydan axivî. Zeydan jî got: “Warê rûmet, şeref û heysiyetê ye Wan. Axirê em zarokên vî gelê birûmet in. Me ji leşxurên ku çav berdabûn vîna vî gelî re tiştek gotibû. Gelê me, rûmeta xwe li hemberî hemû êrişan parast. Me gotibû, em nehêlin leşxur rûmeta xwe bixwin. We tevî hemû zextan û tevî hemû sozên pereyan jî nîşan da ku gelê kurd xwedî rûmeteke çawa ye. We bidestxistina her 14 şaredariyan peyamek da cîhanê.”

Zeydan di dawiya axaftina xwe de got: “Êdî wê nikaribin xespkirina vîna we bînin bîra xwe jî.”

Keskîn: Rojbûna Birêz Ocalan pîroz be

Kombûna girseyê vegeriya mîtîngê. Li vir Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir, anî ziman ku gelê wanê îro serkeftina xwe pîroz dikin û li bajarê Serkeftinê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Hesabên şaş, li bajarê Wanê têk çûn û pûç bûn. Gel rûmeta xwe nexist bin pîyan. Gelê Wanê rûmeta gelê kurd parast. Vê hêz û berxwedanê felsefeya Birêz Ocalan piştrast kir. Em bi felsefeya Birêz Ocalan bi ser ketin. Rojbûna Birêz Ocalan pîroz be.”