2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daxwaza her kesî azadiya Ocalan e

Hevseroka TUAYDER’ê ya Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku hemû dayik ji bo Azadiya Fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nobedê digirin û heta encamê bigirin dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Dostên kurdan di 10’ê cotmehê de li seranserê cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin û pêngava azadiyê her roj berfireh dibe. Di çarçoveya pêngava azadiyê de girtiyên siyasî jî di 27’ê Mijdara 2023’yan de li li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva greva birçîbûnê kirin. Piştre malbatên girtiyan jî ji bo piştgiriyê bidin girtiyan li Amed, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Riha û Stenbolê dest bi çalakiyên Nobeda Edaletê kirin. Nobeta Edaletê nêzî 4 meh in bi biryar û domdar didome. Hevseroka TUAYDER’ê ya Wanê Edîbe Babûr têkildarî çalakiyên Nobeda Edaletê de ji rojnameya me re axivî. Babûr diyar kir ku Nobeda Edaletê ya dayikan ji bo piştgiriya girtîgehan 115 roj in didome û wiha got: “Nêzî 4 meh li pey xwe hişt. Dayikên me ji bo piştgiriya zarokên xwe Nobeda Edaletê dest pê kirine. Daxwaza dayikan azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hemû dayik diyar dikin ku ew ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd li vir in. Her roj nobet bi girseyî derbas dibe. Her carê malbatên me yên cuda tên tev li Nobeda Edaletê dibin. Malbat dorveger tên Nobetê digirin. Malbat dorveger tên beşdarî Nobedê dibin. Her rojê herî kêm 10 malbat di Nobedê de cihê xwe digirin û rojê zêdeyî 20 malbat jî tên serdana nobetê û piştgiriyê didin nobedê.”

Babûr anî ziman ku dayik dixwazin li vî welatî azadiyek hevpar û jiyanek hevpar pêş bikeve û wiha domand: “Dayik dixwazin di serî de Rêberê Gelê Kurd, hemû girtiyên azadiyê serbest bên berdan. Çalakiya Nobedê her roj pir bi coş û tevger derbas dibe. Di navbera xwe de kilaman, helbestan, çîrokan dibêjin. Bi piranî li ser pêvajoyê diaxivin û sohbet dikin. Bi awayekî dorveger her roj saziyên civakî, rêxistinên demokratîk û şêniyên taxan tên serdana malbatan û piştgiriyê didin wan. Şêniyên taxan her roj bi awayekî dorveger tên serdana malbatên me. Her rojê zêdeyî 200 mirov tên serdana çalakvanên Nobeda Edaletê. Her koma ku tên nêzî saetekê rûdinên û diçin. Di serdanê de li ser pêvajoyê û rewşa welat niqaşan dikin. Dayikên me bang li hemû gelî dikin û dixwazin piştevaniyê xurt bikin. Dixwazin ku li serokê xwe, girtiyên xwe û mafên xwe xwedî derkevin û mafê xwe biparêzin. Dixwazin her kes xwe nas bikin û bibin xwe. Dixwazin li mafê xwe û nirxên xwe xwedî derkevin û bibin xwe.”

Babûr da zanîn ku dayik di çalakî û daxwazên xwe de heta dawî bi biryar in û wiha axivî: “Em jî wekî komele heta dawî bi biryar in. Heta Rêberê Gelê Kurd azad nebe nobet di dawî nabe. Em jî dest ji daxwazên xwe bernadin. Hilbijartin bi ser bikeve û bi ser nekeve dayik bi biryar in û dê çalakiya xwe berdewan bike.”