6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mandelayê serdema 21’ê Abdullah Ocalan e

Têkoşîneke neteweyî ji bo Mandela yê serdema nû Abdullah Ocalan tê meşandin. Êdî niha dora civaka navdewletî, gel, netew ol û mezhebên cîhanê ye ku ji bo Ocalan têbikoşin û rabin ser piyan.

Dema ku Rêber Abdullah Ocalan bi dizî di guhê hevalên xwe de got “Kurdistan mêtingeh e” û ew ê bi derziyê bîrê bikolin, dizanîbû hêza wî çiqasî têrê dike. Bi gotina xwe û ji şoreşger û milîtanên dora xwe bawer bû ku wê tiştekî mezin ji bo gel û netewan bikin, kirin û dikin jî. Mixabin! Sê sal di ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan re derbas dibe. 3 sal agahî jê nayê girtin û CPT tiştekî jî aşkere nake. Ji bo vê yekê di 10’ê cotmeha 2023’yan de pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ hatiye destpêkirin. Têkoşîneke neteweyî ji bo Mandela yê serdema nû Abdullah Ocalan tê meşandin. Êdî niha dora civaka navdewletî, gel, netew ol û mezhebên cîhanê ye ku ji bo Ocalan têbikoşin û rabin ser piyan. Mademkî her kes deyndarê Rêber Apo ye, pêwîstî pê heye ku xwe berpirsiyar bibînin û her kes ji aliyê xwe de ji bo azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin. Dem hatiye ku welatên komara ereb jî ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan tevbigerin û xebat bikin. Divê her kes vê nas bike ku îro dema daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin, ew di pêşerojê de maf û hebûn û welatê xwe diparêze û daxwaza parastina destkeftiyên xwe dike. Erka her kesê/î ye ku ji CPT’î daxwaz bikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin ku çarenûsa Rêber Ocalan nas bikin. Îro bêdengiya CPT’î cihê gumanan e. A herî zêde di vir de dikare rol bilîze û têkoşînê dorfireh û mezintir bike jin e. Jinên hemû welatan li cihê ku ew lê ne, li kolan û bajarên xwe divê çalakiyên protestoyî lidar bixin û ji bo Ocalan îmzeyan kom bikin. Dem dema serhildanê ye, dema encamdana têkoşîna jin û neteweyan e. Dema azadiyê ye.

21’ê Adarê ne tenê cejneke

Gelê kurd da ku di nav neyar, nijadperest û netewperestan de bibe gelê kurd û bi nasnameya xwe bijî bi komkujî û jenosîdên biêş re rû bi rû ma. Adar ji bo gelê kurd adara ku kawayê hesinkar dawî li zilma dehak anî. Lê li şûna wî Dehaqê îro Dehaqê serdema nû derdikeve holê û xwe wekî malikê cîhanê û parêzvanê wê nîşan dide, ew jî Erdogan e. 21’ê Adarê ji bo gelê kurd di dîroka tevgera rizgariya Kurdistanê de ne rojekî cejnê ye, raste 21’ê Adarê cejneke neteweyî ye, lê belê 21’ê Adarê roja serhildanê ye, roja serîhildana gelan li dijî zilmkaran e. Wiha tê nirxandin ku dewleta tirk xwest û kir jî ku adar bibe adareke întîqam û herikandina xwînê bo gelê kurd. Adar a ku têde yekem car kurdan li dijî zilmê serîhildan, veguherandin meha xwînê, êş, komkujî, darvekirin, jenosîd, dîlgirtin û şewitandina kurdan. Adarên li rojavayê Kurdistanê wiha tê pêşwazîkirin 12’ê Adarê salvegera Serhildana Qamilşo, 24’ê Adarê şewitandina Girtîgeha Hesekê, 14’ê Adarê êrîşa DAIŞ li dijî Şaredariya Qamişloyê, 18’ê Adarê roja dagirkirina Efrînê, di van rojên taybet de xeyal bikin çend kurdên bijartî di nav de rewşenbîr, zana, nivîskar, karker, endeziyar û hwd hatin dîlgirtin, kuştin, şewitandin û koçberkirin û bi hezaran jî niha çarenûsa wan nediyar e. Ji adarê hilma xwînê difûre. Hilma sêvan ji Helebçaya ku heta roja îro zarokên wê wekî nîv însan tên dunyayê, tê. Hilma goştên mirovên di girtîgehan de dişewitin û qêrînên wan tê guhê xizmên wan. Rejîma Baas, Iraq û başûrê Kurdistanê heta dewleta tirk a dagirker, îro xwe bi dîroka xwe ya rûreş û tijî komkujî li dijî gelê kurd, ereb, ermen û aşûriyan dibînin û dewletên xwe li ser kiloxên gel û neteweyan ava dikin.

Ji agirê sê darikên çixartan vêket

Dewletan gotibûn ku ji gelê kurd re tenê mafek heye, ew jî ku xwe înkar bikin û bêjin erê wekî we, em tune ne û ne tiştek in û em cin in, lê ev maf bû ku kurdan red kir û li hember wê têkoşîn kirin. Nedihêlan ku kurd, ereb wekî ereb, ne jî aşûrî, ermen û ne jî çerkes wekî xwe bi nasname, hebûn û çanda xwe bijîn, rastiya wê jî dîroka demdirêj a ku bi komkujiyan tijî li ber çavan e. Dewletên hegemon ê nijadperest û netewperest hewl didin ku dîroka xwe ya nû wekî dîroka kevn li ser qirkirina gelan binivîsin. Lê belê hene ê ku îro nehêlin ev careke din di dîroka nûjen de dûbare bibe. Agirê ku Mazlûm Dogan vêxist û Rehşan û Zekiya Alkan bi canê xwe geş kirin, îro digihêje wê astê ku bi wî agirî îro kurd xwedî projeyeke demokratîk nenavendî ne, xwedî şoreş û xwediyê wî fikrî ne ku kurd wekî kurd bi dîrok û şaristaniya xwe, aşûrî û ereb bi heman awayî dikarin bijîn. Agirê Newroza 2024’an pir cuda bû. Di vê rojê de aşûriyên rojavayê Kurdistanê agirê newrozê vêxistin û gotin ku ew jî wekî kurdan ji mafên xwe bêpar bûn û agirê Newrozê xilasiya neteweya xwe ji zilmkaran dibînin û wan jî temsîl dike. Ji agirê Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm û Rehşanan, îro kurd di nav Rojhilata Navîn de xwedî proje, rêberekî neteweyî û xwedî gelek şoreşan e. Şoreşa 19’ê Tîrmehê mînaka vê yekê ye. Şoreşa Rojava jî dibe qonaxa sêyemîn ji têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê re. Têkoşîna Mazlûm Dogan nebûya, îro ne mumkîn bû ku pêvajoyeke nû bihata destpêkirin. Ji lewra agirê Mazlûm Dogan heta şehadeta Mahsûm Korkmaz hefteya lehingiyê, bû bersiva gelek komkujiyan û pêvajoyên nû hatin destpêkirin. Îro aşûrî bi aşkere dibêjin ku eger îro ew xwedî ziman in dîrok û şaristanî ne û dikarin wekî aşûrî bijîn, ev tovên agirê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz e.

Agir bi mizgîniya NPG’ê geştir bû

A ku hişt Newroza 2024’an cuda be û dîroka gelê kurd û herêmê bikeve pêvajoyeke nû helbet mizgîniya Newrozê ya ku ji aliyê NPG’ê ve hatibû ragihandin. Ne agahiyek û mizgîniyeke ji rêzê ye ku kurd îro hevsengên dewleta tirk in di warê çekên hewayî de bin. Mesele ne xistina balafireke SÎHA û ÎHA ya dewleta tirk e, ev asta ku têkoşîn û pisporiya ku Partiya Karkerên Kurdistanê û gerîlayên serdema nû gihanê radixe ber çavan. Kurdan hem projeyeke demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn derxist û pêşkêş kiriye, hem jî di warê leşkerî de sîstema xistina balafiran girtiye, di warê leşkerî û diplomasî de di çend salên dawiyê de tevgera azadiya Kurdistanê dikaribûn gelek deriyên navdewletî ji xwe re vekin û xwe bêtir û bi awayekî rastir bidin nasîn. A ku hişt Newroza îsal bêtir bi coş be û hêviyên nû di gelê kurd de bide avakirin û careke din xwe komî ser hev bikin û bi giraniya pêvajoyê têbikoşin, mizgîniya Newrozê bû. Mizgîniya Newrozê li cem dayikan ligel hêrsa ji dijmin hêviyên nû di wan de avakir, tovên nû şîn da ku hişt careke din û her car dayik û her kes li vir bêjin; ‘Baş e ku em kurd in’. Îsal ji salên berê zêdetir, bi hezaran ango bi milyonan kes herikîn qadên Newrozê û bi dengê milyonan jî azadiya fîzîkî a Rêber Apo hat xwestin. Newrozeke cuda bû, newrozeke dîrokî bû ku tu carî çênebibû û bi vî ruhî diyar dibe ku hîn bêtir wê netew, ol û mezhebên cuda ji bo Ocalan bikevin tevgerê û bandor bibin.