18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelek girtî sewqî girtîgehên Tîpa S’yê hatin kirin

Li girtîgehên Herêma Egeyê di 9 rojan de 19 girtî sewqî girtîgehên tîpa S'yê hatin kirin. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Zîlan Gumuş diyar kir ku sewqkirina bi darê zorê 'sûcê eziyetê' ye."

Li gorî agahiyên ku Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re y a Egeyê (EGE TUHAYDER) parve kir, ji 19’ê Çileyê heta niha 19 girtiyên li girtîgehên Balikesîr, Manîsa û Îzmîrê sewqî girtîgehên cuda hatine kirin.

Li gorî nûçeya nûçegihana ajansa Mezopotamyayê  Delal Akyuz girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê Mahîr Bînîcî, Naîf Ozkilîç, Agît Yilmaz û Mehmet Nezîr Gumuş di 19’ê Çileyê de sewqî Girtîgeha Tîpa S a Bûrdûrê hatin kirin. Girtiyên li heman girtîgehê Îhsan Tuzun, Hasan Abdo, Mecît Alagoz û Zekî Kayar jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê hatin kirin.

 Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akhîsarê Ridvan Çelîk, Selman Gulbahçe, Orhan Kara, Ozan Bektaş û Suleyman Altin di 20’ê Çileyê de sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê hatin kirin. Mahmût Demîrel, Cengîz Ayar, Nîdaî Tezer, Abdûlkerîm Varişli û Şevder Zîrek şandin Girtîgeha Tîpa S a Samsûn Kavakê.

Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê Ûgûr Çîçek (39) jî di 27’ê Çileyê de sewqî Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê hat kirin.

‘Li dijî mewzûatê ye’

Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Zîlan Gumuş têkildarî sirgûn û sewqî axivî. Gumuşê diyar kir ku sewqkirin dibe ku ji ber sedemên wekî “qelsbûna saziyan, vekirina  li derî çarçoveya diyarkirî, karesat û tenduristî û ewlehî”yê bi. Gumuş bal kişand ku girtiyên siyasî ji ber van sedeman nehatine sewqkirin û got ku sewqkirina bi darê zorê tê kirin.

Gumuşê anî ziman ku di dema sewqê de pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê li girtiyan hatine kirin û got ku dixwazin bi sewqê hem girtiyan hem jî malbatên wan ceza bikin. Gumuş wiha axivî: “Malbata kes li Şirnex, Colemêrg û Mêrdînê ye. Lê kes sewqî Îzmîr û Edîrneyê tê kirin. Li vir armanca sereke ew e ku girtî ji malbatên xwe bên cudakirin. Di qanûnê de tu ravekirineke vê yekê tune ye. Heke ev yek ji aliyê wezîfedarekî dewletê ve bê kirin, ev sûcê li dij, îşkenceyê ye.”

Gumuşê bal kişand ku girtîgehên Ewlekariya Bilind û girtîgehên Tîpa S yên ku girtî bi darê zorê sewqî wan tên kirin ji tîpên F’yê xerabtir in û wiha got: “Li van girtîgehan yek an jî sê girtî tên ragirtin. Ev rewş hem ji aliyê fizîkî hem jî di aliyê derûnî de zirareke mezin dide girtiyan. Girtî pir zûtir nexweş dikevin û pirsgirêkên ku vegera wan tune ye rû didin. Pêwîst e ev girtîgeh bên girtin.”