9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dozdeh Çirk’

Çapa duyemîn a pirtûka Nivîskar Sîdar Jîr a bi navê “Dozdeh Çirk” ji alî weşanxaneya Zîzê ve hate weşandin

Pirtûka Nivîskar Sîdar Jîr a bi navê “Dozdeh Çirk” piştî 12 salan vê carê ji aliyê Weşanxaneya Zîzê ve hatiye çapkirin. Di pirtûkê de 9 çîrokên bi navê; “Xewna Xezebê”, “Pistepist”, “Destmal”, “Ez û Em”, “Hungilîsk û Name”, “Dozdeh Çirk”, “Rev” û “Du Qedeh Şerab”  hene. Her çîrokek bi serê xwe tehma wêjeya kurdî ya têr û dije dide xwîner. Jixwe dema nivîkar Sîdar Jîr be bêguman tehma wêjeyê jî xweştir dibe. Her çîrokek xirov dikişîne nav kûrahiya xwe, digerîne û careke din dişîne vê dinayaya heyî. Ev çîrokên hêja yên ku ji pênûsa xurd a nivîskar derçûye, her hestên xwîner bilind dike.

Belê her çîrokeke vê berhemê bi hostayî û hûrgili ji aliyê wêjevan û nivîskar Sîdar Jîr ve hatiye honandin. Em bawirê dê her xwîner bi xwendina vê berhemê tehmeke xweş ji wêjeya kurdî bike û di bêhnekê de wê bê xwendin.

Nûçe: Zafer Veşîn