19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gundê xweş û gundê nexweş

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka nivîskar Şukran Çaçan a bi navê bi navê “Gundê Xweş û Gundê Nexweş” çap kir

Pirtûka bi navê “Gundê Xweş û Gundê Nexweş” a nivîskar Şukran Çaçan ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye çapkirin. Pirtûk ji sê çîrokên; “Ofof”, “Prensesa Xwedivê”, “Gundê Xweş û Gundê Nexweş”, ên zarokan pêk tê.

Nivîskar, xêzkar û berhevkara wan Şukran Çaçan, bi van çîrokan xwestiye çend ders û nirxên bingehîn ên perwerdehiyê derxe pêş. Bi vê mebestê di çîroka Ofof de hezkirin, dilsozî, fedekarî û sedaqet hatiye vegotin. Di çîroka Prensesa Xwedivî de zirara şûmîtî û xwedbîniyê hatiye ziman. Di çîroka Gundê Xweş û Gundê Nexweş de jî li ser tiralî û xîretê, li ser qirêjî û paqijiyê, li ser pevçûn û lihevkirinê, du gund û gundî hatine qiyaskirin û rêya rast hatiye nîşandan. Ev çîrokên ku xitabî zarokên 4-8 salî dikin, bi xêzên xwe yên xweşik û kurdiya xwe ya sivik balê dikêşe.