4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çapa duyemîn a pirtûka ‘Mîrza Mihemed’ hat weşandin

Pirtûka bi navê “Mîrza Mihemed” a çîrokan ku ji aliyê nivîskar Nîhat Oner ve hatiye tomarkirin. Ev pirtûk carak yekemîn di sala 2016’an de derketiye û niha jî ji aliyê Weşanxaneya Darayê ve hatiye çapkirin.

Em gelekî girîng dibînin ku wêje û folklora kurdî bidin nasîn. Her kesên ku bi zimanê kurdî ji bo wêje û folklora kurdî xebatên dimeşînin ji bo me bi nirx e û em girîng dibînin ku hemû xebatên wan bibînin û ragihînin. Pirtûka bi navê “Mîrza Mihemed” a çîrokan ku ji aliyê nivîskar Nîhat Oner ve hatiye tomarkirin jî yek ji van e. Ev pirtûk carak yekemîn di sala 2016’an de derketiye û niha jî ji aliyê Weşanxaneya Darayê ve hatiye çapkirin.

Pirtûk “Mîrza Mihemed” ji pêncî çîrokan gelerî pêk tê û 264 rûpel e. Çîroka bi navê Beglîmihemed û Çilkezî, berdewama çîroka Mîrza Mihemed û Holkezî ye. Beglîmihemed kurê Mîrza Mihemed û Çilkezî yê ye. Di pirtûkê bi giştî çar varyantên Mîrza Mihemed hene. Wekî din du varyantên Elenewêrek, du varyantên Keçelokê Pîrê hene. Mînak; Çîroka Betalê Qazî, tirk Betalê Qazî wek qehremanekî xwe dibînin. Lê hûn jî dibinin ku di çanda kurdan da jî Betalê Qazî heye û em bawerim ku ev şexsa, hê beriya hatina tirkan a ji Asyaya Navîn hebûye. Wekî din çîroka Silêmanê Kurd heye ku cara yekem e em dibîhîzim ku di çîrokekê de navê kurd derbas dibe. Di pirtûkê de bi giştî pêncî çîrok hene û navê xwediyên çîrokan ango çîrokbêjan û bajarê wan di binê çîrokan de hatiye nivîsandin.