3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîd wê bi berxwedanê bişkê

Hevserokê OHD’ê Serhat Çakmak têkildarî xebat û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên li ser Abdullah Ocalan tên meşandin de wiha axivî: “Tecrîd li dijî hiqûq û zagonan e. Têkoşîna gel ji bo aştî û azadiyê ye.”

35 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê tên girtin agahî nayê girtin. Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên Cîhanê pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kir û niha bi kampanyaya îmzeyan û Meşa Mezin a ber bi Kolnê ve didome. Di 22’yê çileyê de ji 35 baroyan hezar û 330 parêzerên ku di nav de 7 serokên baroyan hene û gelek saziyên maf û hiqûqê serî li Wezareta Dadê dan.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak ku di nava parêzerên serî li Wezareta Dadê dan de cih digire, têkildarî polîtîkayên navdewletî yên li ser Îmraliyê, serlêdana wan û çalakiyan ji rojnameya me re axivî.

Dema mirov li rapora Buroya Hiqûqê ya Sedsalê binere, di aliyê hiqûqî, edalet û siyasetê de dikarî analîzek çawa bikî?

Di nava qanûna înfazê te têgeha tecrîdê cih negirtiye. Qanûnek ku di navbera girtî û parêzeran de hevdîtin bê kirin an neye kirin tune ye. Niha hevdîtinan asteng dikin. Lê bingehek qanûnî ya astengiya hevdîtinan tune ye. Astengiya parêzeran derqanûnî ye. Di hiqûqê de mijarek wisa nehatiye avakirin û li vir valahiyek heye. Tu zagon ji bo hevdîtina navbera girtî û parêzeran de nikare bibe asteng. Ev pratîka astengkirina hevdîtinê ya di navbera parêzer û girtiyan de pratîkek pûç e. Dadgehek bi me parêzeran re bibe muxatab, dadgehek ku îro rabe bibêje ev pratîka tê kirin ne hiqûqî ye tune ye. Dema mirov di aliyê hiqêqê de vê tespît dike, dikare bibêje qanûnek ku di pratîkê de tune be, ew maf nikare bê betalkirin. Hevdîtin mafek e. Pratîkek ku mafên mirovan qut bike, divê ew pratîk di qanûnê de hebe. Eger pratîka ku mafên mirovan qut bike û asteng bike, ew pratîk derhiqûqî ye. Destûra Bingehîn dibêje; ‘Eger dewlet mafekî Destûra Bingehîn qut bike, divê bingeha wê ya hiqûqî hebe’. Em dikarin bibêjin di aliyê qanûnê de hevdîtina Birêz Ocalan û muwekilên din a bi parêzeran re nikare bê qutkirin. Qutkirina hevdîtina Birêz Ocalan û girtiyên li gel wî ya bi parêzeran re ne qanûnî û hiqûqî ye. Mafekî ku hatibe qutkirin derqiqûqî be, wê demê di aliyê edaletê de jî em dikarin bibêjin ku ev bêedaletî ye. Eger ne hiqûqî û ne adîl be, wê demê ev pratîkek siyasî ye. Wezîrê Karê Dadê û rayedarên îktîdarê vê pratîkê pêk tînin. Bi vê pratîkê armanc dikin ku dengê Îmraliyê negêje gel. Dengê Îmraliyê negihêje civak, sazî û partiyan. Armanca qutkirina hevdîtinan ew e ku pirsgirêka vê dewletê bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser nebe. Ji ber ku dema pirsgirêkên vê dewletê bi rêyên demokratîk û aştiyane bên çareserkirin, dê îktîdara wan jî ji holê rabe. Naxwazin gel xwe bi rê ve bibe. Dê dewletê bi rê ve bibe û di nava pergala dewletê de bibe xwedî vîn.

CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa çawa li vê meseleyê dinere. Çima li hemberî vê rewşê zorê li Tirkiyeyê nakin?

CPT û DMME di nava xwe de pergalek ava kirine. Ev sazî û dadgeh cihên polîtîk in. Têkiliyên wan bi Tirkiyeyê re hene. Dema mirov serî li van saziyan dide, gelek caran encamên xwe dereng diyar dikin. Car caran ji hin dosyayan naxin rojeva xwe. Di vê meseleyê de biryara xwe nadin. Car caran jî ji bo têkiliya Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyeyê re xera nebin, hin dosyayan zû bi zû dagirin dest û biryarê nadin. Ev sazî ji bo têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re di hevsengiyê de xera nekin û ji bo Tirkiye ji wan dem dixwaze, biryarên xwe dereng didin. Ev nîşan dide ku heqîqeta van sazî û dadgehan ne li ser xeta edaletê hatiye avakirin. Li ser saziya Yekîtiya Ewropayê û li ser berjewendiyên dewletên navneteweyî hatiye avakirin. Ev nîşan dide ku bingeha heqîqeta wan ne edalet e.

CPT di rapora xwe ya 5’ê Tebaxa 2020’î de ev rewş weke agahîwernegirtina mutleq pênase kir. Tirkiye çima guh nade biryarên CPT? Divê meclisa Tirkiye û parazvanên mafên mirovan çi bike?

CPT li Tirkiyeyê car caran diçe girtîgehan. Di nava van hevdîtinan de ya herî balkêş hevdîtina Îmraliyê ye. Raste CPT di 2020’an de rapor aşkera kir û tespîtek kir. Lê dema sazî û dadgehên navdewletî van tespîtan dike, divê dewlet van kêmasiyên xwe bibîne û van pirsgirêkan ji holê rake. Mesela tecrîda li Îmraliyê di rojeva Tirkiyeyê û cîhanê de cihekî herî girîng digire. Li gorî vê yekê dema mirov vê meseleyê bi hiqûqê bîne ziman kêm dimîne.  Raste CPT tespîtek kiriye. Divê Tirkiye vê tespîtê bibîne û vê kêmasiyê ji holê rake. Divê mafê hevdîtina girtiyan a bi malbat, parêzeran re asteng neke. Divê mafê telefonê, mafê hevdîtina navbera girtiyan bide girtiyan. Dema Tirkiye gavek erênî neavêt, CPT zorê li Tirkiyeyê nake. Nabêje çima te ev biryar û tespît bi cih neaniye. Têkiliyên navneteweyî li ser xeta siyaset û berjewendiyan hatiye avakirin. Tirkiye dibêje hinek raweste. Ez nikarin vî mafî teslîmî mafdaran bikim. CPT jî qebûl dike û dem dide wê. Lê piştî wê eger Tirkiye dîsa gav neavêt helwesta CPT li hemberî vê yekê tune ye. Bersiva bicihneanîna tespîtan jî di peymana wan de nehatiye nivîsandin. Ji ber vê yekê têkilî li ser xeta polîtîk didomin. Li Meclisê Komîsyona Mafên Mirovan heye. Li jêra wê jî komisyona girtîgehan heye. Ev komîsyon dikarin li ser girtiyan tespîtan bikin. Lê li vir raste rast berpirsiyar Wezareta Dadê ye. Divê van kêmasiyan yek bi yek ji holê rake. Divê mafê girtiyan bide wan. Di qanûnê de dibêje berpirsiyar Wezareta Dadê ye. Lê Wezareta Dadê, di aliyê pratîkê de xwe berpirsiyar nabîne. Xwe girêdayî Serokkomar dibîne. Eger serokkomar gavek erênî navêje, wezaret jî nikare tiştekî bike.

Meclis li dijî vê rewşê çiqasî erka xwe pêk tîne. Eger pêk nayîne çima pêk nayîne?

Dema di sala 2018’an de referandûm pêk hat û piştî referandûm di pergala rêveberiya dewletê de guhertin çêbû, meclis bû cihekî şanoyê. Êdî tu bandora meclisê tune ye. Eger Erdogan tiştekî erê neke ew nabe qanûn. Êdî tu fonksiyona meclisê tune ye. Ji xeynî karê şanoyê tiştekî nikare bike. Erdogan û AKP bixwaze qanûn tên avakirin, eger nexwaze nayê avakirin. Xebata meclisê tune. Parlamenter nikarin tiştekî bikin.

Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 2’ê gulana 2019’an qet nekaribûn bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Dîsa di 3 salên dawî de parêzer û malbat qet nikarin biçin Îmraliyê. Hûn vê rewşê bi çi ve girê didin? Aliyê wê yê siyasî û hiqûqî çi ye? Çalakî û berxwedanên gel çiqas bandorê li ser hevdîtinan dike?

Dewletê ji 2011’an heta îro li Îmraliyê pergalek nû ava kir. Ev jî pergala tecrîdê ye. Pergala tecrîdê ji 2011’an heta niha sal bi sal asta xwe bilind dike. Di 3 salên dawî de qet deng ji Îmraliyê dernakeve û qet têkilî pêk nayê. Pergala Îmraliyê hem li Îmraliyê û hem li Tirkiyeyê jiyanek nû ava kir. Pergala  tecrîda li Îmraliyê di asta herî bilind de pêk tê. Hikûmet kengî bixwaze hevdîtin tên kirin û kengî nexwaze hevdîtin tên qutkirin. Ev jî ne hiqûqî ye. Qada hiqûqê nikare ji pergalê re tiştekî bibêje. Ji ber ku di qada hiqûqê de ji bo vê pergalê qanûnek tune ye. Pergala li Îmraliyê li dijî hiqûq û edaletê ye. Saziyek û dadgehek ku vê bêhiqûqiyê ji holê rake tune ye. Em serî li kijan saziyên hiqûqê didin em encamekê nagirin. Dadgeha Înfazê, Dadgeha Cezayên Giran, Dadgeha Makezagonê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bêdengiya xwe berdewam dikin. Li hemberî vê rewşê şiroveyek nekirine û biryarek nedane. Ev mesele ji hiqûqê derketiye û ketiye qada siyasetê. Ev qad jî di destê îktîdarê û Erdogan de ye. Mesele siyasî ye. Çalakiyên ku îro li dijî tecrîdê tên kirin, çalakiyên herî xurt û çalakiyên têkoşînê ne. Her kes di qada xwe de li dijî tecrîdê têdikoşe. Hiqûqnas di aliyê hiqûqê de, siyasetmedar di aliyê siyasetê de, gel di aliyê xwe yê mafê demokratîk de têdikoşin. Mafê xwe yê zagonî û demokratîk pêk tînin. Dewlet zû bi zû maf nade. Divê mirov ji bo mafê xwe têbikoşe, ked bide û heta bigêje armanca xwe kar bike. Tecrîd mijarek giran e. Lê divê di qada xwe de têbikoşe. Ne wisa be zahmet e. Rakirina tecrîdê erka me ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokrasiya Tirkiyeyê û aramiyê erka hemû gelan e. Têkoşîna demokrasiyê erka her kesî ye. Hemû bar li ser milê berxwedaniyê ye. Berxwedanî nebe tecrîd ranabe.

Eger ji bo Abdullah Ocalan hiqûqek taybet hebe, çima destûr nadin ku malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yıldırım û Veysî Aktaş biçin hevdîtinê bikin?

Ji bo Birêz Ocalan hiqûqek taybet heye. Navê vê hiqûqê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Eger perala Îmraliyê taybet nebûya di nava qanûna înfazê, qanûna ceza û Destûra Bingehîn de cihê wê hebûya. Ji bo Birêz Omer Hayrî, Hamîlî û Veysî jî dikarin bibêjim; ên nêzîkî Birêz Ocalan bin, ji bo Birêz Ocalan kijan hiqûq hebe, ji bo wan jî heye. Di aliyê tecridê de cihê birêz Ocalan çi be, cihê girtiyên li gel wî jî heman tişt e. Dema Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran ji cem Birêz Ocalan derxistin heta demek dirêj di hucreyê de hiştin. Ji ber ku ew li cem Birêz Ocalan mabûn. Ji ber fikrên wan nêzî hev bûn. Dewletê nexwest ev fikr bigihêje gel.

Di mehên dawî de ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî zêde dibin. Ev tê çi wateyê? Çima wezaret van daxwazan bê bersiv dihêle?

Çalakiyên gel ên ji bo azadiyê li Ewropa, Amerîka û welatên cuda didomin. Her ku diçe zêde dibin. Gel bi van çalakiyan dixwaze ku dewleta Tirkiyeyê zanibe ku bê aştî, azadî aramî pêş nakeve. Ji bo aştî, azadî û aramiyê jî divê tecrîd rabe. Divê dewlet pirsgirêkên di nava dewletê de bi rêya demokrasiyê çareser bike. Daxwaza gel aştî, azadî û aramî ye. Ji ber vê yekê dixwaze tecrîd rabe û dewlet gavên demokratîk bavêje.  Hikûmet û wezaret dema daxwaza gel pêk bînin û tecrîd rabe, dê îktîdara wan biheje. Di pêvajoya 2013-2015’an de dewletê got ‘Xêra min di vê pêvajoyê de tune. Çima ez vê pêvajoyê bidomînim’ û dawî li pêvajoyê anî. Ev pêvajo ji bo aştî û aramiya gel bû. Ne li gorî pergala modernîteya kapîtalîst bû. Pergala kapîtalîst ne ji bo civakê ye. Ji bo kesan e. Îktidar jî ji kesayetên ji xwe re tê avakirin. Dawiya dawî rayedar mecbûr e daxwazên gel û civakê qebûl bike. Ji ber ku ji xeynî rêya azadî, aştî û aramiyê rêyên din tune ye. Nabin çareserî.

Di 22’ê çileyê de ji 35 baroyan hezar û 330 parêzerî serî li Wezareta Dadê dan. Hûn vê çawa şirove dikin?

Ez hemû buroyên hiqûqê û parêzerên tev li vê hewldanê bûn pîroz dikim. Ev kedek gelek pîroz e. Di qada heq û hiqûqê de moral gelek zêde kir. Xebatek gelek xurt û navdar bû. Çi parêzer, çi siyasetmedar û çi gel dibe, her kes di qada xwe de kedê dide. Ferqa wan ji hev tune ye. Dewlet dizane parêzer çi dixwazin. Dizane parlamenter çi dixwazin. Lê niha rojeva wan hilbijartin e. Dê ev hilbijartin hevsengiyek çawa pêş bixe, dewlet dê li gorî vê hevsengiyê gavan bavêje. Tecrîd ji bo komeleya me rojeveke sereke ye. Heta tecrîd bişkê dê her tim di rojeva me de be. Heta encamê xebatên me yên li dijî tecrîdê dê bidomin. Duh hezar 330 bû, sibê em ê bikin 2 hezar, 3 hezar heta ji destê me hat em ê zêde bikin. Ev berpirsiyariya komeleya me ye. Em weki komele dixwazin meseleyê vî welatî di aliyê hiqûqê de çareser bikin. Ji bo çareseriyê em mecbûr in kedê bidin. Em hêvî dikin ku bersivê bidin û tecrîdê rakin. Eger bersiv neye dayîn, em ê xebatên xwe her dem bidomînin.  Tekoşîn û hewldanên gel ji bo azadî, aştî, aramî, demokrasî û wekheviyê ye. Aştî, azadî û aramî ji bo gel gelek bi wate ne. Ji bo vê yekê divê her qad erka xwe pêk bîne. Em jî xwe berpirsiyar dibînin.

Prz. Serhat Çakmak kî ye?

Prz Serhat Çakmak 35 salî ye. Li navçeya Hîzan a Bedlisê ji dayik bû. Zanîngeha Marmara beşa Hiqûqê xwend. Di sala 2012’an de ji beşa hiqûqê mezun bû. Di 2014’an de li Stenbolê dest bi parêzeriye kir. 9 sal in endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ye. Niha Hevserokê Giştî yê OHD’ê ye.