9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fikrên Ocalan tirs û xofa komplogeran e

Hevberdevkê Diwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan diyar kir ku kesên Peymana Lozanê îmze kirin û kompo pêk anîn heman kes in û wiha got: “Komploger ji fikir û paradigmaya Rêber Apo ditirsin. Ji bo wê em ê fikrên Rêber Apo li her derê belav bikin.”

Bi nêzîkbûna salvegera 15’ê Sibatê komploya navdewletî çalakiyên kurdan û dostên kurdan zêde dibin. Kurd û dostên kurdan piştî meşa 25 rojan bi armanca azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li Kolnê mîtînga mezin li dar bixin. Hevberdevkê Diwana KCDK-E’yê Murat Ceylan têkildarî Meşa Dirêj a Kolnê axivî. Ceylan ewil komploya  navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Em di 25’emîn salvegera komplo de komploger û hevkarên wan şermezar dikin. Em dagirkerên li ser axa Kurdistanê, hêzên emperyalist ku di hişmendiya Lozanê de israr dikin û di komployê de cihê xwe girtin şermezar dikin. Dîsa em hevkarên wan ên di nava kurdan de xeta îxanetê temsîl dikin şermezar dikin. Li aliyê din em Rêber Apo ku bi berxwedana xwe û hevalên xwe ev kompo pûç kir silav dikin. Rêhevalên Rêber Apo yên bi dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bedena xwe kirin xeleka agir em wan bibîr tînin. Soza azadiya Rêber Apo didin wan.”

Ceylan da zanîn ku ji bo wateya tecrîda li ser Rêber Ocalan berdewam dike fam bikin û dîsa rol û rista CPT, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ya di tecridê de fam bikin pêwiste li komploya sala 1999’an vegerin û wiha got: “Bi vê komployê wekî sala 1923’an xwestin gelê kurd bê rêber, bêsiyazet û bêparastin bihêlin. Ji ber ku Rêber Apo bi felsefe û têkoşîna xwe lîstoka li dijî gelê kurd xera kir. Disa gelê kurd wekî gelê ji bo azadiyê têdikoşe derxist rûyê cîhanê. Ji ber vê yekê li dijî Rêber Apo pêk anîn.”

Ceylan anî ziman ku hêzên ku Peymana Lozanê îmze kirin û kesên li dijî têkoşîna azadiyê komplo xistin meriyetê heman hêz in û wiha axivî. “Ev hişmendî îro bi hişmendiya DAIŞ’ê berdewam kirin. Bi vê yekê xwest dîsa gelê kurd bêvîn û bêstatu bihêlin.”

Ceylan bal kişand ser çalakiyên li Ewropayê jî rawestiya û wiha got: “Me wekî KCDK-E ji bo tecrîda li dijî Rêber Apo neşkandiye di konferans û civînan de rexnedayîn da. Piştî rexnedayînê ji bo em rojek berî rojekê azadiya Rêber Apo pêk bînin me dest bi pêngavekê kir. Ji bo em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin   wekî KCDK-E biryar girt. Li gorî vê biryarê gelek amadekarî û xebat hatin kirin. Pirtûkên Rêber Apo bi gelan re hatin parvekirin. Li saziyên navendî û di nava gelê ewropa û gelê kurd de gelek panel, civîn, konferans hatin lidarxistin. Di van xebatan de fikrên Rêber Apo hatin parvekirin. 9 şaxên Neteweya Demokratîk  bi gelan rehat parvekirin. Di 10’ê Cotmehê de li 74 welatan bi pêşengiya dostê kurdan pêngav “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hat destpêkirin.

Wekî KCDK-E ji bo hevkariya pêşengtiya pêngavê dest bi xebatan kir. Ji bo azadiya Rêber Apo û statuya gelê Kurdistanê pêk bê, me dest bi xebatên parvekirina fikrên Rêber Apo kir. Bi taybetî fikrên Rêber Apo yên ekolojist, fikra xeta jina azad, neteweya demokratîk, aboriya komînal û jiyana hevbeş di panel û konferansan de hatin parvekirin. Di xwendina pirtûkan de hatin parvekirin.”

Murat Ceylan bal kişand ser armanca Meşa Direj û wiha got: “Di vê meşê de armanca me, hêzên di nava komplo de teşîr bikin. Dîsa kiryarên li dijî sincî de teşîr bikin. Ev tecrîda li dijî sinc li pêş çavê Konseya Ewropa (KE) û saziyên di bin sîwana KE’yê de pêk tê. Çima bi taybetî KE,. Ji ber ku Tirkiye endamê KE’yê ye. Îro tecrîda bêsincî û bê hiqûqî li pêş çavê KE’yê pêş dikeve. Em dixwazin di meşa 25 rojan de rola KE’yê teşîr bikin. Aliyê din jî em dixwazin fikrên Rêber Apo bi hemû raya giştî ya Ewropayê re parve bikin. Dîsa bi vê meşe raya giştî ya gelê kurd a Ewropayê bêtir li Rêberê xwe xwedî derkevin û Azadiya Rêberê xwe rojek zûtirîn mîsoger bikin. Rêber Apo jî dibêje; ‘Qedera min û gelê kurd bi hev ve girêdayî ye. Eger ez azad bibim gelê kurd jî dê azad bibe. Ji ber vê yekê divê em gelê kurd bêtir zindî bikin û ji bo azadiyê erkdar bikin. Di 25 rojan de gelek name li gorî saziyan tên amadekirin.

Name li gorî 9 şaxên Neteweya Demokratîk dê bi saziyan re bên parvekirin. Di van 25 rojan de dê bajar bi bajar, bi sazî, şaredarî, kesên pêşeng û rêxistinên civakî re hevdîtin bên kirin û heta 15’ê Sibatê bidome. Em ê di 15’ê Sibatê de bigêjin Strasbûrgê. Dê li vir 3 meş bigêjin hev. Meşek ji aliyê ciwanan ve ji Almanyayê ve tê li darxistin. Meşek ji aliyê dostên kurdan ên enternasyonal ji Swîsreyê ve tê li darxistin. Meşa din jî ku ji Parîstê dest pê kir û çend rojin didome ye. Meşvanên 3 aliyan dê li Strasbûrgê di mîtîngekê de bigêjin hev.”

Ceylan destnîşan kir ku dê di 16’ê Sibatê de piştî mîtînga Strasbûrgê meşvanên 3 şaxên meşe ku dostên wan ên di Konseya Ewporayê de cih digirin dê tev li konferansê bibin. Disa di 17’ê sibatê de jî li bajarê Kolnê yê Almanyayê li dijî 25’emîn salvegera komploya navdewletî bi pêşengtiya KCDK-E û TJK-E bi tevlêbûna sed hezaran meş û miting bê lidarxistin. Dê 3 baskên meşê di mîtîngê de cihê xwe bigirin.”

Ceylan diyar kir ku ji bo mîtînga 17’ê sibatê amadekariya tevlêbûna 100 hezaran tê kirin û wiha berdewam kir: “Ne tenê gelê kurd, gelên Almanya û hemû welatên Ewropa dê bên beşdarî mîtîngê bibin. Dostên kurdan beşdarî mîtîngê dibin. Kurd û dostên kurdan vê mîtîngê pir girîng dibînin û li gorî wê amadekariyê dikin. Dê endam û rêveberên partiyên siyasî, sendika, rêxistinên sivîl û civakî û kesên hilbijartî di 17’ê sibatê de beşdarî mîtîngê bibin. Di vê mîtîngê de armanc teşîrkirina komplo û komplogeran e. Armanc azadiya Rêber Apo û statuya gelê kurd e.  Çawa ku di 99’an de hevalên Rêber Apo, ji zarokên 7 salî heta mezinên 77 salî tev bi ruhekî xurt û dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin” li dora Rêber Apo bedenên xwe kirin xeleka agir, em bawer dikin ku gelê kurd û dostên me wê bi vê bîr û baweriya azadiyê tev li mîtînga 17’ê sibatê bibin. Em ê wê rojê dîsa ji bo azadiya Rêber Apo soza xwe nû bikin. Ji bo em vî deynê xwe yê dîrokî bidin, em ê di 17’ê sibatê de soza xwe nû bikin. Hemû hewldan û têkoşîna me ji bo azadiya Rêber Apo be.

Ceylan herî dawî anî ziman ku di vê meşê de fikrên Rêber Apo bi rêxistin bikin û wiha got: “Armanca vê komployê li dijî fikrên Rêber Apo ye. Hêzên emperyalist ji fikrên Rêber Apo pir ditirsin. Ji ber vê yekê moplo pêk anîn û tecrîd didome. Di 25’emîn salvegera komploya li dijî Rêber Apo de tirs û xofa hêzên emperyalist û serdest a li hemberî fikrên Rêber Apo didome. Ji ber vê yekê tecrîdê berdewam dikin. Em ê jî li dijî vê yekê dixwazin fikr û paradigmaya Rêber Apo bi her kesî re parve bikin. Di nava gel de bi rêxistin bikin û pêş bixin.”