4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li Eyn Îsa û Kobanê 660 gund bê elektrîk man’

Hevseroka Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Firatê Eyşe Nasir got, "Dewleta tirk qaşo li ber Îsraîlê radibe û dibêje, tiştên li Fîlîstînê dike, li dijî mirovahiyê ye. Gelo tiştên ew bi xwe dike çi ye?"

Dewleta tirk di 14’ê Çileyê de êrîş bir ser stasyona elekrîkê ya Kobanê û ji hingê ve bajar û gundewarên wê bê elektrîk e. Di heman demê de êrîş bir ser cihê elektrîkê yê Eyn Îsayê û di encamê de 300 gund û navçeya Eyn Îsayê bê elektrîk man.

Hevseroka Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Firatê Eyşe Nasir têkildarî êrîşa dewleta tirk a li ser stasyona elektrîkê ya li Kobanê ji ANF’ê re axivî.

‘300 navçeya Eyn Îsa bê elektrîk man’

Eyşe Nasir got, meha Çileyê dewleta Tirk a dagirker dest bi pêla êrîşeke nû li ser herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê kir, êrîş bir ser binesaziya herêmê û got, “Dewleta Tirk li Kantona Firatê jî cihê xizmeta gel kir hedefa xwe. Danê sibehê li Eyn Îsayê stasyona elektrîkê ku 10 Megawatt elektrîk dida navçe û gundewarên wê, hate bombekirin. Di encamê de stasyona elektrîkê ya Eyn Îsayê ji xizmetê derket. Di encamê de 300 gund û Navçeya Eyn Îsayê bê elektrîk man.”

‘Li Eyn Îsa û Kobanê û 660 gund bê elektrîk man’

Eyşe Nasir bi dewamî got, piştî êrîşa li ser stasyona elektrîkê ya Eyn Îsayê bi çend saetan, stasyona elektrîkê ya Kobanê hate bombekirin û wiha dewam kir, “Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de Regulator ê Kobanê ku 30 Megawatt dida bajêr û gundewarê Kobanê hate bombekirin. Di encamê de bajarê Kobanê û 360  gund ji 14’ê Çileyê de bê elektrîk e. Li Kobanê û Eyn Îsa bi giştî 660 gund bê elektrîk mane.”

Eyşe Nasir destnîşan kir ku ev ne êrîşeke nû ye, ji dewleta Tirk êrîş her rojane dewame û got; “Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze tola DAÎŞ hilîne û jinûve geş bike. Bi van êrîşan dixwaze tola DAÎŞ’ê bi êrîşa li ser binesaziyên herêmê hilîne. Her wiha dixwaze koçberkirinekê li herêmê pêk bîne. Dewleta TIrk stasyonên Gaz, Petrol, Eleketrîk û Avê dike hedefa xwe, gel jî niha bê elektrîk, gaz û av e. Ev yek jî encama hovîtiya dewleta Tirk a dagirker e.”

Eyşe Nasir diyar dewleta Tirk bi daxuyaniyekê li dijî Îsraîlê rabû û got, Îsraîl tiştê ku li Hamasê dike û nexweşxaneyan dike hedefa tiştekî dermirovî û derexlaqî ye, lê dewleta TIrk li Kobanê nexweşxane kir hedefa xwe û wiha dewam kir; “Dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya Miştenûrê jî kir hedef ku wê nexweşxaneyê bê berdêl ji bo gel di nava xizmetê de bû. Nexweşxane demeke nikare xizmetê bike. Dewleta Tirk li pêşiya çapemeniya xwe daxuyanî dida û digot, Îsraîl tiştê ku li dijî Hamasê dike, li dijî mirovahî û exlaqê ye û dibêje ku nexweşxaneyan dike hedefa xwe. Lê vaye ew bi xwe nexweşxaneyan, cihên mirovî dike hedefa xwe. Nexweşxanya Miştenûrê ya ku bê berdêl ji bo gel di xizmetê de bû bi temamî ji xizmetê derket. Ew jî ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagir ker e. Tiştê ku got Îsraîl tiştî dermirovî û exlaqî dike, vaye li herêma me wê yekê dike. Gelo tişta ew dike çi ye?”

Hevseroka Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Firatê Eyşe Nasir di dawiyê de got; “Ev bû 16 roj in bajarê Kobanê bê elektrîk e. Ew jî ji ber herdu Regulatorên ku hatin hedefgirtin ku eleketrîk ne li Kobanê ne jî li gundewarên wê hebe. Karê ku niha tê kirin ew e ku li her taxeke Kobanê motorên ku elektrîkê dide were danîn, heta ku herdû Regulatorên tên çêkirin. Lê êrîşa dewleta Tirk a li ser herêmê hîna ranewestiyane, lê em ê ji bo gelê xwe di nava xizmetê de bin.”