6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pentagon: Kirin ji dengê gotinan bilindtir e

Pentagonê têkildarî daxuyaniya ‘Ketaîb Hizbullah’ a Iraqê ku gefa êrîşên li dijîş baregehên Amerîkayê xwaribû, daxuyaniyek da û diyar kir ku “kirin ji dengê gotinan bilindtir e".

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA’yê Pat Ryder got haya Pentagonê bi daxuyaniya Ketaîb Hizbullahê ya Iraqê heye û destnîşan kir ku dê ne bi gotinan lê kiryaran bê nirxandin.

Ryder wiha domand: “Me ew rapor dîtin. Tu helwesteke me ya diyar li hember wê tune ye. Lê dengê kirinê ji dengê gotinan bilindtir e.”

Ryder got: “Dema dibêjin kirin ji dengê gotinan bilindtir e, ez behsa 3 êrîşên li dijî hêzên DYA’yê yên li herêmê dikim. Herî dawî êrîşa balafira bêmirov di 28`ê Çileyê de li dijî baregehekê me ya li Urdinê.”

28`ê Çileyê CENTCOM`ê ragihandibû ku li dijî baregehekê li ser sînorên Urdin û Sûriyeyê ku leşkerên amerîkî lê ne, êrîşa bi balafira bêmirov pêk hatiye.

Washingtonê komên alîgirên Îranê bi êrîşê tawanbar kirin û got dê bersivê bide. Tehranê jî got tu eleqeya wê bi êrîşê nîn e.