18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TEV-ÇAND: Di meşa Kolnê de em ê bi gelê xwe re bin

TEV-ÇAND'ê ji bo meşa mezin a li Kolnê got, "Di 17'ê Sibatê de tenê bernameyek heye, ew jî çalakiya dîrokî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye" û ragihand ku wê bi gel re be.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê ji bo meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê ku wê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê têkildarî çalakiya ku wê bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ bê lidarxistin, daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dewletên kapîtalîst, dewleta tirk bi hêviya tunekirina doza Kurd û Kurdistanê hemû nirxên mirovî binpê kirin. Berê jî hemû hewldanên dîplomatîk asteng kirin, piştre jî bi komploya navneteweyî Rêber Apo bi rengê mafyatiyê revandin û radestî wê dewletê kirin ku li ser dijminatiya li Kurdan sond xwariye. Hêvî û bendewariya wan ew bû ku bi girtina Rêber Apo re têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tune bibe. Û bi vî rengî wê pirsgirêkeke Kurd a ku wan aciz dike nemîne. Lê belê Rêber Apo û tevgera Apoyî yên ku serhildanên berê baş xwendin û lêkolîn kirin, wê ti carî ji gel qut nebûya, ti hêzê wê nekarîbûya wan ji gelê Kurd qut bike.

Ji roja destpêkê ve gelê Kurd û tevgera azadiyê bi nêrîna Rêber Apo wateya komployoê fêhm kirin û li gorî wê yekê tevgeriyan. Hêvî û armanca dewleta dagirker û hevkarên wê tune kirin, têkoşîna xwe mezin kirin, rêxistiniya xwe xurt kirin. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat Kurd bi rojane çalakiyên şermezarkirinê lidar dixin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Gelê Kurd û dostên wan ku 25 sal in bêrawestan vê têkoşînê dewam dikin, her roj planên komplogeran têk dibin. Dewleta dagirker 25 sal in bi destûra hevalbendên xwe li pêş çavên her kesî tecrîdeke bêexlaq li Rêber Apo ferz dike.

25 sal in rêyên ber bi çareseriya demokratîk ve xitimî ne. Dewleta Tirk a dagirker bi bikaranîna çekên qedexekirî êrîşî gel û şervanên Kurd dike, komkujiğyan dike. Gundan, bajaran tune dike, qirkirina siyasî û çandî gihîştiye asta herî hov. Binesaziya li Rojava her roj tê bombekirin, cînayetên siyasî têne kirin, êrîş li hunermend, rewşenbîr û aktîvîstan tê kirin. Bi van çalakiyan nikarin têkoşîna azadiyê biqedînin û gelê Kurd êsî bigirin. Ya ku dewleta dagirker dîn û har dike jî ev e.

Weke hunermendên welatparêz di têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de em bi rol û wezîfeya xwe zanin, di her çalakiyê de em bi gelê xwe re ne, hewl didin pêşengiyê bikin. Lewma di vê roja dîrokî de divê em hunermendên welatparêz û kedkarên çandinê bi temamî bi gelê xwe re bin. Di 17’ê Sibatê de em ê bernameya xwe hemûyan rawestînin û bibêjin, ‘Wê rojê tenê bernameyek heye, ew jî çalakiya dîrokî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’.”