19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hûsiyan li Derya Sor êrîşî keştiya DYA’yê kirin

Piştî daxuyaniya artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li ser xistina fuzeyekê, çekdarên hûsî yên Yemenê roja çarşemê ragihandin ku li peravên Yemenê êrîş birine ser keştiyeke şer a DYA'yê

Di daxuyaniya Hûsiyan de hate gotin, “Çend fuzeyên deryayî yên guncaw ber bi destroyera DYA’yê USS Gravely a li Derya Sor hatiye avêtin.”

Fermandariya Rojhilata Navîn a artêşa DYA’yê (Centcom) beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku roja Sêşemê bi dema paytexta Yemen Sanayê saet di 23:30’î de ji herêmên di bin kontrola Hûsiyan de fuzeyeke li dijî keştiyê li Derya Sor hatiye avêtin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Fuze ji ailyê USS Gravely (DDG 107) ve hate îmhakirin. Tiştek bi kesî nehat, yan jî xisarek nehate tespîtkirin.”

Li gorî Pentagonê, Hûsiyên ku beşeke mezin a xaka Yemenê kontrol dikin, ji 19’ê Mijdarê û vir ve li Derya Sor û Kendava Adenê zêdeyî 35 caran êrîş birin ser keştiyan û trafîka deryayî ya li vê herêmê ku ji bo bazirganiya cîhanê gelekî girîng e asê kirine.

Hûsiyên ku nêzî Îranê ne, ji 7’ê Cotmehê dema destpêkirina şerê Hamas-Îsraîlê û vir ve ragihandin ku ew ‘piştgiriyê’ didin Fîlîstîniyên li Şerîda Xezeyê û dixwazin keştiyên pêwendiya xwe bi Îsraîlê re hene li peravên Yemenê asteng bikin.

DYA ku hevalbendê sereke yê Îsraîlê ye, li Derya sor keştiyên şer bi cih kir. Di meha Çileyê de jî tevî Îngilistanê çend caran êrîş bir ser çeperên Hûsiyan.

Hûsiyan roja Çarşemê dubare kirin ku heta şerê li Xezeyê bi dawî bibe wê êrîşan dewam bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li Derya Sor û Derya Ûmmanê, hemû keştiyên şer ên DYA û Îngiliz ku êrîşî welatê me dikin, di çarçoveya mafê parastinê yê rewa de wê bibin hedef.”