3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo rayedarên hikumeta tirk çi ji rayedarên Iraqê dixwazin

Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan li Enqereyê bi serokê Desteya Heşdî Şeebî Falih Feyaz û serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer re civiya

Li gorî medya Iraqê, wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan li Enqereyê bi serokê Desteya Heşdî Şeebî Falih Feyaz û serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer re civiya.

Hêjayî gotinê ye di 4’ê mehê de jî Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebasî jî serdana Enqereyê kiribû, bi Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler re civiya bû.

Herwiha di çend rojên borî de Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Bahadîn û Rêberê Komela Dadgeriya Kurdistanê Elî Bapîr bi rayedarên AKP’ê û Huda Parê re civiyan. Pişt re jî bi awayek veşartî bi Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan re, hevdîtin kirin û ji wan hate xwestin ku bi awayek rasterast bikevin nav şerê li dijî Kurdan.

Balkêşe ku hevdîtinên rayedarên Iraq û Başûrê Kurdistanê yên bi rayedarên dewleta tirk re, di demek wisan de tên kirin ku dewleta dagirker bi rojane êrişî Rojavayê Kurdistanê dike, sivîl û qadên xizmetguzariyê dike hedef.