4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan nêzî 20 dayikên şemiyê binçav kirin

Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan carek din dayik dorpêç kirin û nêzî 20 dayikên şemiyê û parêzvanên mafên mirovan binçav kirin

Dayikên Şemiyê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, her hefte hewl didin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîs destûr nadin ku dayik li Qada Galatasarayê kom bibin û dayikan binçav dikin. Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan tevî hemû astengî û binçavkirinan jî dîsa xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Dayikên Şemiyê di hefteya 967’emîn de xwestin biçin li Qada Galatasarayê. Lê dîsa polîsanDayikên Şemiyê dorpêç û asteng kirin. Polîsan di hefteya 27’emîn de biryara “qedexeyê” ya Qeyemqamiya Beyoglûyê nîşandan û destûrê nedan çalakiyê. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ku li ser Kolana Îstîklalê meşiyan Qada Galastarayê, polîsan ew rawestandin û binçav kirin.

Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yollerî û gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan çalakiyê. Bi sedan polîsan xwestin li Kolana Îstîklalê meşa Dayikên Şemiyê asteng bikin. Lê dayikan bariyer derbas kirin û meşiyan. Polîsan êrîşî dayikan kirin û nêzî 20 dayik û parazvanên mafên mirovan binçav kirin û destê wan ji pişt ve kelemçe kirin.

Tevî hemû astengiyan jî Gulseren Yolerî û parlamentera HDP’ê ya berê Oya Ersoy meşiyan heta qadê û bi qerenfîlên destê xwe nîşanî polîsan dan û helwesta polîsan protesto kirin. Gulseren Yolerî û Oya Ersoy biryara AYM’ê bi bîra polîsan xistin û destnîşan kirin ku dorpêç û binçavkirin neheqî ye û ew ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin.

Di encama êrişa polîsan de Gulseren Yolerî jî di nav de nêzî 20 kes hatin kelemçekirin û binçavkirin.