2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan û ÎHD li aquneta Efeoglu pirsîn

Xizmên windayan û ÎHD’ê di çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de li aqûbeta Ayhan Egeoglu yê ku di binçav de hat windakirin, pirsîn

Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 765’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Kesên di çalakiyê de amadebûn wêneyê windayan hildan û pankarta ku wêneyên windayan li ser in jî li erdê vekirin. Hevseroka Giştî yê ÎHD’ê Eren Keskîn, Serokê şaxên ÎHD’ê, parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça, endemê û rêvebirên Partiya Çepên Kesk, HDP û DBP’ê, sazî û dezgehên sîvîl amade bûn. Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Alî Îhsan Demîrtaş çîroka windayan xwend.

Ewil Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî axivî û wiha got: “Ev wêneyê ku niha em li vir dibinin, hemû di kêliyekê de hatin revandin û careke din venegeriyan. Ev politikaya windakirinê ji salên 1915’an ve ji komkujiya ermeniyan ve didome. Mixabin ev politikaya windakirinê her tim bêcezakirin hatiye hiştin. Ji ber ku  Komara Tirkiyeyê dosyayên kesên di bin çavan de hatin windakirin  bi encam nake û ji demboriyê re dihêle. Yanî 20 sal jî di ser van dosyayan re derbas bibe, dozgerên dosyayê tu lêkolînê nake û tu delîlan kom nake. Di 20 salan de delîlan kom nakin û li şahidan guhdar nakin. Piştî 20 salan dosyayê ji demboriyê re dihêlin û ser dosyayê digirin. Dosyayê hemû windayan ji demboriyê re hatiye hiştin û heta niha nehatine ronîkirin. Em dixwazin peymana navdewletî ya ji bo ditina kesên hatine windakirin îmze bikin. Lê mixabin Tirkiye vê yekê îmze nake. Em israra xwe ya îmzekirina peymanê dubare tînin ziman. Niha di vê saetê de hevalên me ji bo li qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin û aqûbeta windayan bipirsin, bêyî ku zerarê bidin kesî û beyî tundiyê bikar bînin diçin qada Galatasarayê. Her hefte dema em diçin qada Galatasarayê me binçav dikin û destê me li pişt me kelepçe dikin. Bi saetan me di maşîneyên bê hewa de dihêlin û piştre me serbest berdidin. Li gel ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryara binpêkirina mafan daye jî dîsa bixabin pêkanînên keyfî didomin. Em wekî parazvanên mafên mirovan li dijî windayan em ê her tim daxwazên xwe bînin ziman. Em carek din bang dikin ku aqûbeta hemû windayan bên dîtin û kujer bên darizandin.”

Piştre Rêveberê ÎHD’ê Prz. Alî Îhsan Demîrtaş çîroka windayan xwend.

Prz. Alî Îhsan Demîrtaş diyar kir ku Ayhan Efeoglu 25 salî bû û li Zanîngeha Yildiz Teknîkê xwendekarê pola duyemîn bû. Demîrtaş, da zanîn ku Ayhan Efeoglû di 6’ê Cotmeha 1992’an de li ber dibistana xwe ji aliyê polîsên sîvîl û bi têlsiz ve hat binçavkirin û wiha got: “Dayika Efeoglu, Ferîha Efeoglû û bavê wî Osman Efeoglû, ji bo aqûbeta kurê xwe pirsîn, serî li Serdozgeriya Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Stenbolê, Serokatiya Meclîsê û saziyên fermî û sivîl dan. Li gorî gotinên malbatê; Efeoglû yê ji aliyê Şaxa Siyasî ve hat binçavkirin, li Gayrettepeyê demekê rastî îşkenceyê hat. Li gorî şahidan; Yek ji kesên ku Ayhan binçav kiribûn komiser Fîkret Işikkayalarê Buroya Têkoşîna li Dijî Terorê (TEM)’ê bû.”

Demîrtaş destnişan kir ku bi hinceta îfadeyên polîsê tevgera taybet ê berê Ayhan Çarkinê ku di çarçoveya kuştinên kujer nediyar hat girtin, di 24’ê Adara 2011’an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dîsa li dijî Efeoglû lêpirsîn hatibû destpêkirin û wiha dirêj kir: “Di 26’ê Adara 2011’an de Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îfadeya gumanbar Ayhan Çarkin girt. Yek ji bûyerên ku di rapora lêpirsînê de cih girt, der barê Efeoglû de bû. Li gorî vê yekê Ayhan Çarkin ê ku li ser anonsa telsizê çû Şaxa Siyasî, rastî cesedê kesekî ku bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest da bû hat. Li gorî gotina Çarkin, kesên di Şaxa Siyasî ya wê demê de Fîkret Işikkayalar, Alî Osman Akar, Bakî Avci, Hasan Erdogan, Ahmet Sakarya, Şefîk Kul, Ayhan Ozkan û Alî Çetîn bûn. Ji van 2 kesan Alî Osman Akar û Ahmet Sakarya cenazeyê di parselê de bi kamyonekê birin cihekî derveyî Stenbolê û li wir veşatin. Ayhan Çarkin di îfadeya xwe de diyar kir ku pişt re bi dema axivîne bihîstiye ku ev kes Ayhan Efeogluye, lê nizane kê lêpirsîna wî kiriye.”

Demîrtaş, bilêv kir k udi lêpirsîna ku ji nû ve hat vekirin de gelek caran dozgeriyên cuda der barê nebûna erkê û bêrayetî biryar girtin, lê der barê aqûbeta Ayhan Efeoglu de agahî nehat girtin û der barê gumanbaran de jî tu doz nehatin vekirin û wiha bi dawî kir: “Malbat netenê êşa Ayhan Efeoglu dikşîne. Du sal piştî windabûna Ayhan di 5’ê Çileya 1994’an de birayê wî Alî li Pendîka Stenbolê hat binçavkirin û windakirin. Hemû hewldanên malbatê yên ji bo her du zarokên wan jî bê encam man.”

Daxûyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.