3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Netanyahu: Em di şer de ne û wê Hemasê tiştên nedîtî bibîne

Artêşa Îsraîlî piştrast kir ku hêzên wê şerên "bejayî" li dijî şervanên Filistînî li deverên derdora Gazayê dikin, piştî ku "bi paraşûtan" ji derya û bejahiyê ketin nava niştecihên israîlî

Baskê çekdar a Hamasê Tûgayên Tûgayên Izzedîn El Qesam ji Xezzeya di bi dorpêça Îsraîlê de ye li dijî Îsraîlê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Li gorî agahiyên bi dest ketine Hamasênêzî 5 hezar fûze û roketan avêtiyê Îsraîlê. Îsraîl rewşa şer îlan kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji welatê xwe re ragihand ku ew bi Hamasê re “di şer de ye”.

Daxuyaniyên Netanyahu yên yekemîn bûn ku ji televizyonekê re axivî û tê de behsa  êrîşa  Hamasê ya roja Şemiyê li dijî Îsraîlê dest pê kiribû.

Netanyahu da xuyakirin ku ev ne operasyoneke lê şer e û wiha got: “Em di rewşa şer de ne, ne operasyoneke normal e û dê Israîlê di vî şerî de biser bikeve.”

Serokwezîrê Israîlê her wiha ferman da artêşê ku ew dest bi paqijkirina bajarokên ku şervanên Hamasê derbasî nav wan bûne û da xuyakirin ku ew çekdarên Filistînî niha bi Israîlî re di nava şer de ne.

Hêjayî gotinê ye ku Hemasê roja Şemiyê bi hezaran fûze avêtin Îsraîlê û bi dehan çekdarên xwe şandin ser sînorên wî welatî.

Artêşa Îsraîlî piştrast kir ku hêzên wê şerên “bejayî” li dijî şervanên Filistînî li deverên derdora Zîvala Gazayê dikin, piştî ku ew bi “paraşûtan” ji behrê û bejahiyê ketin nava niştecihên Israîlê.

Berdevkê artêşê Richard Hecht jî di civîneke çapemeniyê de wiha got: “Ew operasyoneke bejayî ya hevpar bû ku ji aliyê paraşutvanan ve li ser behrê û bejahiyê pêk hat.” Wî her wiha got, “Em niha şer dikin. Em li hin cihan li derdora Şerîda Gazeyê şer dikin. Hêzên me niha li ser erdê şer dikin.”