3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan hem lê dan û hem giliyê wî kirin

Ciwanê bi navê M.P. ku ji sedî 70 astengdarê zîhnî ye ji aliyê polîsan ve hate derbkirin, kelemçe kirin û di nava wesayîtê de gaza îsotê avêtinê. Polîsan giliyê giliyê astengdar M.P kirin û ew birin qereqolê

M.P. yê 22 salî yê ji sedî 70 astengdarê zîhnî ye duh bi hinceta li Qada Beşyol a Wanê zirar daye wesayîta polîsan bi lêdanê hatibû binçavkirin û duh bişev hate berdan. M.P. yê li ser laşê wî şopên lêdanê hatin dîtin raporeke sosret hatiye amadekirin. Di raporê de tê gotin “Di rû û stûyê wî de hîperemî heye. Bi rêbaza dermankirina hêsan dikare bê tedawîkirin. Xetereya wî ya jiyanî nîne”

Piştî ku dîmenên M.P. yê ku di dema binçavkirinê de hatiye derbkirin di medyaya dîjîtal de hate weşandin, polîsên ku ew binçav kirin hem girtek girtin û hem jî giliyê M.P. kirin. Polîsan di girtekê de îdia kirin ku M.P. êrîşî wan kiriye.

Polîsan îdia kirin ku dema di wesayîtê de bûn M.P. ava di şûşeya sodayê ya di destê wî de bi wesayîtê de kiriye û xeber gotine, pişt re bi şûşeya sodayê zirar daye wesayîtan, li ser vê yekê ji wesayîtê peyabûne û M.P. binçavkirine. Polîsan îdia kirin ku M.P. li dijî wan derketiye û di girteka girtine de diyar kirine ku ji bo dijderketina wî asteng bikin ew kelemçekirine.

Di nava wesayitê de gaza îsot lê kirin

Di beşeke girtekê de jî cih digire ku polîs ji bo dijderketina M.P. asteng bikin di nava wesayîtê de gaza îsotê bikaranîne. Rapor, daxuyaniya Miduriyeta Polîsan a Bajêr a “Me bir nexweşxaneyê, dema em pêhesiyan ku astengdar e li malbata wî geriyan û radestî wan kir” jî di derewîne. Di raporê de cih digire ku tevî raporên M.P. hene jî piştî nexweşxaneyê wî dibin Qereqola Polîsan a Îkî Nîsanê.

Derb kirin û bûn mexdûr

Piştî tiştên qewimîn her du polîsên M.P. binçavkirin bi îdiaya “zirar daye mal” û “Ji bo peywîrê nede kirin li ber xwe daye” giliyê M.P. kirin.