spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Rojnameger avakirina MKG’ê îlan kirin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamya avakirina xwe bi merasimekê îlan kir. Di vekirina komeleyê de sazumankarên komeleyê axivîn û diyar kirin ku ew ê bibin dengê hemû jinên rojnameger û têkoşîna rojnamegerên jin mezin bikin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKG) bi merasimekê vekirina xwe îlan kir. Rojnamegerên jin ên di qada  Çapemeniya Azad de kedê didin, ji bo hemû mafê wan bê parastin komele ava kirin. Jin li avahiya komeleyê ya li Bajare Nû kom bûn û bi şahiyekê avakirina komeleyê îlan kirin. Di vekirina komeleyê de Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, nûner û rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG), parlamenterên Partiya Çepên Kesk, nûnerên partiyên siyasi û rêxistinên civakî amade bûn.

‘Em armanc dikin ku bibin denge rojnamegerên jin’
Endama  Sazumankar a MKG’ê Safiye Alagaş, diyar kir ku 7’ê Cotmehê ji bo jinên rojnameger ên kurd rojek bi wate û dîrokî ye. Sazumankara Komeleyê Roza Metina jî spasiya xwe ji bo tevlêbûna mêvanan anî ziman û wiha got: “Roja 7’ê Cotmehê roja raperînê ye. Rojnameger Gurbetellî bi pênûsa xwe têkoşînek mezin da. Wê deme li ser Çapemeniya Azad zextên pir zede hebûn. Gurbetellî Ersoz li dijî hemû zextan têkoşiya. Li pey xwe mîrateyek pir bi wate hişt. Jinên kurd ên rojnameger heta niha li ber xwe da. Rojmameger Şîlan Aras, ji aliye Rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Li ser kevneşopiya wan JINHA hat avakirin. Piştre JINNEWS hat avakirin. Îro jin kevnepoşiya vê têkoşînê mezin dikin.

Dema zext li ser jinan zede bû Platforma Rojmamegerên Jin a Mezopotamya hat avakirin. Hemû jinên rojnameger di bin baneyê platformê de kom bûn. Li dijî zimanê mêrane û tundiyê ev platform hat avakirin. Jinên rojnameger ên kurd îro bi avakirina vê komeleyê gavek mezintir davêje. Armanca me em maf û keda hemû jinên rojnameger biparêzin û mezin bikin.”

Sekretera Giştî ya DFG’ê Gulşen Koçuk jî di şexsê Gurbetelî Ersoz de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bibîr anî u got: “Dema me nû dest bi vî pîşeyî kir, me got ‘Em bi her wêneyî dîrokê dixin bin qeydan. Em ji wê rojê heta niha bi awayekî zanebûn rojnamegeriyê dikin. Çapemeniya azad dîrokê dixe qeydan. Îro rojnamegeriya jin di astek bilintir de ye. Li gel hemû zext û tundiyan bi awayekî xurt têkoşîna  xwe û rojnamegeriya xwe berdewam dike. Em di demek dîrokî de gavek dîrokî davêjin. Em hemû rojnamegerên jin ên li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşin silav dikin. Em vê pêngava mezin a ku jinên rojnameger ên jin avêtine silav dikin. Em vê rêxistinbûna wan silav dikin. Em ê bibin bersîva hemû êrîşan.”

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî diyar kir ku avakirina komeleyê gelek wadetar e û wiha got: “Rêxistina jinan a xweser gelek girîng e. Li gorî min seroka daîmî ya vê komeleyê dê her tim Gurbetelî Ersoz be. Şensa min hebû ku min ew nas kir. Ersoz rojnamegerek jin a têkoşer bû. Dema Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê dikir pêvajoyek pir pir dijwar hebû. Îro jî heman zor û zahmetî hene. Îro şerê serdestan heye. Wekî hemû şeran, di vî şerî de jî herî zêde jin mexdûr dibin. Dê jinên rojnameger ên kurd vê rastiyê binivîsin. Ji ber vê yekê avakirina vê komeleyê pir girîng e. Em jî wekî ÎHD’ê dê her tem li cem komeleya Rojnamegerên Jin bin.

Piştî axaftinan jinan bi kokteylekê komele vekir.