28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girêdayîna bi xeyalên zarokatiyê ve

Li welatê me xeyalên hema hema her zarokê axavtin, lîstin, ken, girî û perwerdeyeke bi zimanê dayikê ya li ser axeke bê tirs û bê xemxwarî ye.

Ji bo her mirovê/her mirovî ne wisa hêsan e, bi xeyalên xwe yên zaroktiyê ve girêdayî bimîne. Xeyalên zaroktiyê yên ji kêliya bîrbûniyê ve dest pê dikin û heta naşîbûn û ciwaniyê geş dibin, pir berfireh, dewlemend û zêdetir nêzî rastiyê ne, ji ber ku ji dil in. Gava mirov mezin dibe, êdî hesab û kîtabên dinyayê dikevin hiş, mejî û jiyana mirovan û ev yek çiv û zîvironekan dide riya wan. Ji bo wê rêberê kurd dibêje; “Ez bi xeyalên xwe yên zaroktiyê ve girêdayî mam”.

Li welatê me xeyalên hema hema her zarokê axavtin, lîstin, ken, girî û perwerdeyeke bi zimanê dayikê ya li ser axeke bê tirs û bê xemxwarî ye. Mirov gava ji dayik dibe, peyvên yekem ji dê, bav, xwişk, bira û cîranên xwe seh dike û ev tev wek malikên laşê mirov, derbasî hiş, mejî û dilê mirov dibin û ji mirov re dibin bingeh û xezîneya jiyanê.

Lê li welatekî wek yê me bindest, piştî çend salan pêngava perwerdehiyê dest pê dike û êdî jiyan li mirov dibe jehr: zimanekî biyanî, kenekî biyanî, çandeke biyanî, rûyên biyanî û qedexeya li ser hebûna te. Tu li wir î, tu heyî, tu dikarî xwe di neynikê de jî bibînî, lê yekî bi zimanê te nizane, tê û ji te re bi zimanekî serdest dibêje; “Tu tune yî!”. Tu rojê hezar carî ji xwe dipirsî û bi xwe re pev diçî: “Ez heme!”, “Ez li vir im!” Lê çavên li hemberî te kor, guhên li hemberîî te ker û zimanên li hemberîî te lal in. Tu bi xwe re tenê yî. Cîhan li ser serê te dibe zindan, dibe dojeh, dibêje; “Ez li vir im, lê ez tune me! Ger ez tune bim, ez kî me?”

Tu dibînî kurdbûn çendî zor e? Tu xwe dibînî, tu xwe hest dikî, lê yê li hemberîî te, te nabîne, te hest nake û dibêje, “Tu tune yî!”

Civakeke ji “tune”yan hatiye avakirin. Dibêjin, “Xwe red û înkar bike, tê hebî!”. Ger tu bibêjî, “Ez ne ez im!” Tê hebî. Lê ger ez ne ez bim, ez ê çawa hebim?

Tu li civaka serdest dinêrî, tev wisa ne: Tev dibêjin, ez ne ez im. Tu dihizirî: Ev çima xwe dixapînin? Ev kurd e, ev ereb e, ev çerkes e, ev laz e, ev ermenî ye, ev pomak e, ev gurcî ye, ev abhaz e, ev rûm e, ev suryan e lê tev dibêjin “Ez tirk im!” Tirkbûn dibe navê xwe redkirin û înkarkirinê û wê rêkê ji zaroktî ve dispêrin te, li dora te çeper li ser çeperan dipêçin, de bibêje, yan tê bibêjî, yan jiyan li te heram e û tu tune yî. Lê ger tu bibêjî ji xwe tu bi destê xwe û devê xwe xwe tune dikî.

Gergerînokeke bêserûber, bê binî û serî. Ecêbek ji ecêban. Tu li derdora xwe dinêrî, mirov ketune pêşbirka xwetunekirinê: xweînkarkirin xwetunekirin e. Întixara domdar û bêdawî ye. Tu dixwazî biqêrî: Ez heme, ez li vir im, ez kurd im, ez Kurdistanî me, ez kurdî me … Lê awirên tûj û dijminane tev li ser te ne. Tu devê xwe vedikî, lê wek di xewnerojekê de dengê te nagihêje te bi xwe, di nav qîrûwîra xwetunekaran de berba dibe û diçe. Pêwîstî bi qêrîneke xurtir heye, bi teqîneke ku bala herkesê kor, ker, lal bikişîne ser xwe.

Qêrîneke nêzî nîv qirnî didome: Babelîskeke li hemberî xwetunekirinê, qiyameteke pirsîna li mafê xwe yê hebûnê

Gava baran nebe lehî gelek kes bi hêza avê nizanin û ji nedîtî tên, lê gava lehî radibe û hemû qirêj û gemara cîhanê dide ber xwe, wê demê ew jî bi ber pêlên avê dikevin û êdî nû hişê wan tê serê wan, lê çi fêde.

Ew kesên hîn bi ber pêlên lehiyê neketune, dibêjin, “Ma ka di vî nîv qirnî de em/hûn/ew gihiştin çi û ku derê?

Gelo li welatê me ev nêzî nîv qirnî ye ev baran nebariya, wê xeyalên me yên zaroktiyê bûbûna rastî?

Gelo me dikarî îro hestên xwe bi zimanê dayika xwe biherikînin ser kaxizê?

Gelo me dikarî ji bo rojên pêş xeyalên kurdewarî bikin?

Gelo me dikarî ken, girî, stran û dîlanên xwe bi hebûna xwe bikin?

Rast e, di vî nîv qirnî de em rizgar nebûn, dewleteke me jî çênebû, me bihustek axa welêt jî rizgar nekir, em bi sedan û hezaran ketin zindanan, hatin kuştin, ketin gorên nediyar, pişkiyan tevayî cîhanê û bûn koçber û penaber li xerîbiyê, em tî, birçî, sêwî, pêxwas û bêmal man.

Lê em neherikîn nav pêla xwetunekirin, înkarkirin û întîxarê. Me negot, rast e, em tune ne, em ne em in, em tu ne, tu xwedayê me yî, em evdê te ne. Me negot û em ê nebêjin. Me xiyanet li xeyalên xwe yên zaroktiyê re nekir. Me got, em kurd in, axa em li ser dijîn Kurdistan e, zimanê em pê dipeyivin kurdî ye, dîroka em jê tên Med, ola me Zerdûşt, qibleya me Roj e. Em nabin tu, ji ber ku tu ji xwe ne tu yî. Em ê bi roniya xwe rê li ber te jî ronî bikin.

Belê me rojeke ber bi dawiya payîzê ve serî rakir û cîhan tev li me civiya, nekarî careke din serî li me deyne. Ji bo wê çi ecêba li dinyayê heye bi serê me de anîn, ta em kirin “terorîst”, em qedexe kirin, em ceza kirin. Ma çi kirin û nekirin. Ji bo rastiya me nepejirînin heta rengên trafîka xwe guhertin. Ji bo hebûna me nepejirînin pêlî hebûna xwe kirin…

Sed sal in ev şerê mayîn û nemanê didome. Em tune nebûn, ev bi serê xwe serkevtunek e. Ger cîhan tev ji te re bibêje, “Tu tune yî!” lê tevî vê tu wek kelemekî xwe bixî qula çavê wan û bibêjî, “Ez heme!” Ev bi tena serê xwe jî serkevtina te û binketina wan e.

Belê, tirkbûna li ser înkarkirina gelan hat sazkirin bi ser neket, ji ber ku kurd nebûn Tirk: Ger kurdek tenê jî di van sed salan de ji ber pêla dijwar a tirk-kirinê filitî be, ev têkçûna siyaset û îdeolojiya tirkîzmê yanî kemalîzmê ye. Tirkitî bi ser neket, tevî bi hezaran kurd hatin asîmîlekirin jî, rastî wisa ye.

Ger îro li cîhanê hîn jî hebûna kurdan, mafê kurdan, welatê kurdan tê gengeşekirin, ger hîn jî li hemberî kurdan çek û bombe tên bikaranîn, zindan tên avakirin, dîplomasî tê kirin, hevalbendên xerabiyê tên sazkirin û xurtkirin ev yek nîşaneya têkçûna wan e, her çendî xurt û zordar bin jî. Ger ew bi ser ketibana di van sed salan de niha tiştekî bi navê kurd, kurdî û Kurdistan wê li ser rûyê cîhanê nemaba.

Çawa ku roja xwînxwarên DAIŞ’ê hatin Rojhilata Navîn û êrîşî ser hebûn û welatê kurdan kirin û xwestin her tiştê kurdan bi erdê re bikin yek û tune bikin, lê hebûna têkoşerên kurd pêşî li vê zilmê girt û xwe û cîhan ji vê keraseta sed salê rizgar kir, damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê ya li hemberî zilm, zordarî û xwînxwariya dewleta tirk jî di heman wateyê de ye û serkeftî ye.

Kurd ev çel û pênc sal in li hemberî zilma kemalîzmê bi hêza xeyalên zaroktiyê têdikoşin, cîhan li ser serê kurdan bû yek, lê nekarîn kurdan ji xeyalên zaroktiyê dûr bixin.

Her bihost axa Kurdistanê bi bombeyên kujêr tar û mar kirin, lê nekarîn agirê Newrozê bitemirînin. Zindan heta ber dev ji kurdan dagirtin lê nekarîn biriqîna tîrêjên Rojê ji bibûkên çavên Kurdan vemirînin. Kurd dijîn, vedijîn û bi ser dikevin. Rast e, cîhana bêbext dibêje; “Kurd tune ne!” û alên me, nîşaneyên me, hebûna me înkar û qedexe dikin. Lê ger em tune ne, çima hûn şerê me dikin? Ev çel û pênc sal in, bi hemû derfetên xwe yên aborî, manevî, leşkerî, siyasî, dîplomatîk çima hûn şerê me dikin? Ma mirov şerê tiştekî tune be dike? Tu tiştekî tune dihesibînî, qedexe dikî! Ger li gor te tune ye, tu çima û çawa qedexe dikî? Tu kesekî nas nakî di zindanê de asê dikî. Ger tu wî nas nakî, çima ew di zindanê de ye? Ev tirsa te ji çi ye? Sed sal in tu bi vê tirsê her bi paş de diçî, her di nav tarîtiyê de digevizî, her laşê te bi birîn û birînên te xedartir dibin. Lê kurd dermanê te ne jî, ger tu hebûna wan bipejirînî, wan nas bikî û dermankirina xwe ji wan daxwaz bikî. Kurd dermanê giştiya cîhanê ne. Kurd wek giyayên serê zozanan teze, pak û bi şîfa ne. Kî kurdan deyne ser birîna xwe ew ê sax bibe, kî pêlî kurdan bike ew ê di nav êş û azara birînên xwe de bigevize, birize û bimire. Ev jî rastiya kurdan e, herçendî hûn înkar û qedexe bikin jî. Çawa ku roj bi heriyê nayê seyandin, Kurd, kurdî, Kurdistan jî bi xapînoka tirkîzmê nayê veşartin û tunekirin. Kurd wê bijîn û bi serkevin. Kurd wê xeyalên xwe yên zaroktiyê bê şik û guman rojekê pêk bînin û wê rojê wê ro li ser giştiya Kurdistanê hîn ronîtir, hîn germtir û hîn firehtir hil be.