Monday, September 27, 2021

Govend (Amed)

Li Kurdistanê govendên ku tên gerandin bi gelemperî mijarên wan coş, hezkirin, evîn, aheng, derd, merdî û jiyana rojane ye. Reh û rîşeyê van govendan diçe digihije serdemên qedîm, her wiha heta roja me tiştên nû li xwe zêde kirine, guherîne û veguherîne. Govendên ku tên gerandin hema bibêjin bi temamî di bin bandora awayê jiyanê, şert û mercên xwezayê, têkiliyên civakî û çandî de reng û deng vedane. Li Kurdistanê govend hem ji milê rastê ve hem jî ji milê çepê ve tên gerandin. Govend di hine, dawet û demên taybet de tên gerandin. Carinan di dîwan û şevbihurkên kurdan yên kevneşopî de, rojên taybet yên salnameya kurdî de ev govend tên gerandin.

Govend dem û devera kurdan e ku serpêhatî û hestyariya kurdewarî lê barkirî ye. Di heman demê de di dem û dewrana nêz de govend bû çanda serhildan û berxwedanê jî. Carinan jî li hinek cih û deverên xweser ji bo şahiyê tên hinda hev û destpêka suhbetê bi govendan dikin. Dû re jî bi muzîkê re dewam dikin, heta ji bo van suhbetan bi taybetî li def û zirneyê jî dixin. Ka em berê xwe bidin Amedê. Li Amedê, govend bi gelemperî giran dest pê dikin, dû re, bi lez digerin û ji milê rastê ve tên lîstin. Formên govendan bi gelemperî; yekrêzî, beramberî hevûdu û yekrêzî, xeleka nîvçe û xelek e. Govend wiha tên gerandin ku tiliyên qilîçik, mil û kefên destan digihêjin hevûdu. Li Amedê hin çeşnên govendan bi çend amûran ve tên gerandin. Mînak di Çepikê de ev amûr tên bikaranîn; teşî, satil, tifing, şiv, qirim û kulav. Em dikarin çend govendên ku li Amedê tên gerandin wiha rêz bikin; Keşo, Delîlo, Esmerim, Şûşane, Duling, Çaçan, Çepik, Meryemê, Papûrê, Dizo, Govenda Jinan, Teşî, Bêrî, Gur û Pez, Palehî, Kelek, Şûr û Mertal, Kose û hwd. Weke nimune: Çepik Govend navê xwe ji vir digire ku du kes destên xwe li hev dixin navê govendê dibe çepik. Govend, teşe û fîgurên xwe ji pevçûna du kesan an jî ji şerê di navbera du komên şerûd de werdigire. Ango ev pevçûn û şer tên teqlîtkirin.

Dîroka lîstika Çepikê pir kevn e. Şêwaza Çepikê ji govendên ku li Amedê tên lîstin cudatir e. Mînak; hemû govendên Amedê ji bilî govenda Çepikê, tev dest di dest hev de, yan jî mil di mil hev de tên lîstin, lê govenda Çepikê bi awayekî serbest digere û tê lîstin. Em dibînin ku liv û tevgerên di govenda Çepikê de cih digirin, nîşaneya xelasbûna ji bindestiyê ye. Hemû kesên ku di vê govendê de cih digirin xweser tevdigerin.Her wiha lîstika Çepikê li gund û navçeyên cuda bi heman awayî yan jî bi hin nûansên dîtir be jî tên lîstin. Mirov dikare bibêje ku jihevcudabûna hoz û eşîrên kurdan jî bûye sedema vê yekê. Piraniya van govendên kurdan li ser çîrok an jî bûyerekê hatine dahênan. Ango mirov dikare bibêje ku her govendeke kurdan xwedî çîrokekê ye. Ev govend wekî şanogereyîke qedîm li pêşberî gel tên gerandin û lîstin. Liv û tevger, lixwekirin û jixwekirinên di van govendan de, xwedî wateyeke şênber in.