3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

GOvid-1984

1984 ji bo hemû cîhanê navê romanekê ye ku di her serdemê de pergalên dewlet û birêvebirên wan bi awayekî alegorîkî li ber çavan radixe û 1984 ji bo neteweke weke kurdan ku welatê wan hem ji hêla fizîkî ve û hem ji hêla hişmendî ve dagirkirî, destpêka hişyarî û lixwevarqilîna neteweyî ye. Bi minasebeta jiyana pandemiya cîhanî, ev dîroka nîşankirî (1984) her carê xwe ji nû ve bi bîra me dixe û em jî dêhn û bala xwe bi baldarî didin serê. Îcar; Covid-19 yanî vîrûsa coronayê ya di sal û nîvekê de cîhan derbasî serdemeke nû kir û GO-1984 yanî George Orwellê ku beriya bi 75 salan bi romanek polîtîk û allegorîkî li cîhaneke dijutopîk mirov bi rêya nivîsê hay ji rastiyên desthilatdarên rêvebirên cîhan û jiyanê çêkiriye, du mijarên têkilhev ên şayanî nivîsandinê ne.

Her ku cîhan pîr dibe, her ku jiyan bi pêş ve diçe û her ku mirov jîr dibin, êş û elemên jiyanî hê berbelavtir dibin. Pê re jî qal û behsên romanên honakzanistî û dijutopîk zêdetir dibin. Ji ber wê mirov li ku dinêre pêrgî teoriyên pelepûçk û sivik tên ku her yek ji wan komployekê dihundirîne. Teoriyên komployî jî dêhn û balê vedigerînin ser cîhanên di romanan de hatine avakirin. Yek ji vana ya herî bêtir di rojevê de, romana George Orwell a bi navê 1984 e ku ji weşandina xwe heta îro li dehan zimanan hatiye wergerandin, şano û fîlmên wê hatine çêkirin, bûye xêzeroman, pey daye nîvîskar û hunermendan û di jiyanê de adapteyî gelek performansan bûye, lê bibîrxistina wê hê jî bi dawî nehatiye. 1984 bi minasebeta nexweşiya coronayê dîsa aktuelbûna xwe bi me daye hesandin.

Ez li vir dixwazim behsa dîsîplîneke dîtir a têkîldarî romana 1984’an bikim ku ji aliyê Antonio Saura (Huesca 1930- Cuenca 1998) ve hatiye afirandin.

Antonio Saura, di sala 1947’an de li Madrîdê ji ber nexweşiya jana zirav bi qasî pênc salan di nav nivînan de maye û di vê maweyê de dest bi nivîs û nîgarkirinê kiriye. Di serê salên 1950’yî de li Parîsê piştî xebatên ‘weke xewnan’ û wêneyên surrealîstî, bi şêweyeke nîşandanî û razberî afirandinên xwe kiribû. Di sala 1956’an de dest bi wênerêzeyan kiribû: Jin, Tazî, Otoportre, Kefen û Çarmîxkirin. Saura li dijî seqaya Frankoyî li Spanyayê hunera bi navê Koma El Paso, hunera xeyrîfermî ava kiribû. Îllustrasyona herî girîng a parçeyek ji berhema xwe ya pêşîn di sala 1962’yan de Quevedo’s Dreams (Du Mont Schauberg, 1963) û rêzegravur û çapkirina biavî û dû re bi vîzyonên xwe yên Trois (sêbareyî) derketibû ser dika hunerê. Xebata duyemîn arezûya afirandina hêmayan bi rêya wêne-nivîsan (a rast, wêneyên beravêtî yên ji ber nivîsan) ku bi yekbûna metin û nîgarkirinên di nav hev de û ji hev nayên veqetandin, bi pêş xistibû. Saura di xebata xwe ya wêneyan de qîmetê bi rengandina reş û spî derxistibû pêş. Di salên 1986 û 1987’an de ji bo çapeke mezin a Don Quixote de la Manche gelek nîgar pêşkêş kiribûn û li dû wê jî La Famille de Pascual Duarte ya Camillo Jose Cela bi îllustrasyonan pêşkêş kiribû û di guhertoya Christine Noztlinger de Serhatiyên Pînokyoyî…

Hibra Hindistanê ya George Orwell a bi guaj û vernîkê hatibû nîgarkirin, ji bo nîşandana 1984’an ji aliyê Antonio Saura di sala 1983’yan de hatiye hilberandin. Romana 1984 a li dijî totalîtarîzmê weke broşurekê ye, li Londona paytexta Okyanûsyayê dibuhure ku ji aliyê serokê partiyê Big Brother ê xelkên xwe xistine binê raçaviyê ve tê birêvebirin ku ji ber şerên berê veguheriye xerabe û kavilan. Leheng Winston Smithê ku bêyî evîn û dostaniyê di nav cîhana bi dirûşmeyan ve tê birêvebirin de, ligel hevala xwe tev li tevgera veşarî ya “Birati”yê dibin. Li dû girtina xwe bi hefteyan tundî û lêdanê dibîne, li ber xwe dide û bi inyadeke mezin ji nav lepên çerxa zilimkar rizgar dibe. Saurayê ji vê helwestê peya xwe standiye, di nîgarkirinên 1984’an de bi ramana “Hevsenga navbera du zimanan diparêze: Zimanê ji ramana wêjeyê dizê û zimanê aydî ramana plastîkî. Yek ji gelemşeyên bingehîn ê îllustrasyonê, bêyî îxanetkirina li metnê parastina dengê xwe ye. Du îxanetên ku divê mirov jê bireve û du dilsozî, bêyî zorlêhatinê geşkirina wan.” nîgarên xwe pêşkêş kirine.

Li galeriya ku ez lê geriyam ji 27 îllustrasyonan 19 îllustrasyonên ku Antonio Saura ji bo 1984’an a George Orwellî nîgarkirî hebûn û min jî 14 heb ji wan bi wêneyan girtin ji bo ku pêşkêşî we bikim.

Okyanûsya veguherîbû êşkencexaneyekê û dîmena wê di serê mirovan de weke bizmarekî hatibû kutandin. Îşarkên qedexeyan, rûpoş, derzîlêdan, ketina dorê li ber sazî û dezgeh û marketan, ajansên nûçeyan, odeyên bijûngehan, tenduristkarên jihaldeketî, navên miriyan, lewçetiyên serwezîr, serkomar û serdewletan jiyan veguherandiye êşkencexaneya derûnî.

Dest û pî bi hev ve hatibûn girêdan, ji mirovên Okyanûsyayê cinawir hatibûn afirandin. Bêkarhiştin, xizanî, birçîhiştin, veguherandina bêtaqetî û bêhêziyê mirov veguherandine keriyekî ku çavên wan her li deriyan e.

Cinawirê bi çavdêran dorpêçkirî hêdî hêdî serên hevdu xwaribûn. Mirovên ji qidûm de ketî, hêdî hêdî çav bera mal û milk û xwirekên hevdu didin.

Li Londona Okyanûsyayê girseya mirovan li ber wêneşanê li hêviya fermana Big Brother in û roj bi roj di nav seqaya tirsê de kedîtir bûne. Li çarnikarê cîhanê girseya mirovan li ber wêneşanên televizyonan îstatîstîkên ji ber nexweşiya coronayê dihejmêrin û roj bi roj bi fermanên birêvebiran bêtir di malê xwe de tên girtin.

Winston Smithê di nav lepên çewisîner de tûşî hemû îşkenceyên xwînxwarî hatibû, li ser piyan mabû û hişê xwe nexwaribû. Li hin derên cîhanê kêm kesên ku bi dijraberiya xwe ji bo azadiya xwe û mirovatiyê hîn li ber xwe didin jî hene.

Ewr tarîtir, çavdêr zêdetir, ronahiyên nav malan qelstir bûbûn; nexweş pirtir, mirî zêdetir, hêviyên nav malan kêmtir dibin.

Li ser hev nîşandana kesên xayin û nalebarkirina wan, alîgirên pergala heyî zêdetir kiribûn. Her ku mirovek ji nav me bar dike, baweriya me ya bi gotinên derewkaran zêdetir dibe.

Bi dûrketina ji hevdu re hestên mirovî qels û kêm bûbûn. Di nav heman malê de yek ji endamê malbatê yê/a nexweş, di odeyekê de bi tik û tenê tê hiştin û yên mayî xwe jê mihafaza dikin.

Mirov li heman cihî bûna jî, divê dûrî hevdu rawestiyana; distance Social, mesafeya civakî, dûrketina ji hevdu, roj bi roj ber bi ferdîtiyê ve.

Mirov di nav avahiyên reştarî de li binê ronahiya Big Brotherî li jiyanê temaşe dikirin; girtina sînorên navdewletî, qedexeyên derketina derve, mayîna di malê de heta fermaneke dîtir.

Çav-çav-çav-çav-çav-çavdêr-çavdêr-çavdêr-çavdêr-çavdêr-çavdêrî-çavdêrî-çavdêrî-çavdêrî. Kamera-polîs-notirvan-kal-pîr-jin-mêr-zarok.

Li Okyanûsyayê bi rêya hewayî broşur û fermanên pergalê bi ser mirovan de dibarandin. Li cîhana me bi manîpulasyonên ser wêneşana televizyonê û tora civakî rist û peywira mirovan tê diyarkirin.

Mêjiyê Winston Smithî bi rêbazên teknolojîkî hatibû tevizandin. Li cîhana îro qedexe, sizadana diravî, girtin, jirêzêkirin, danpejirandin di meriyetê de ye.

Winston Smith ji ber qedexeya evîn û dostaniyê bi tevgera Biratiyê re helwesta xwe ya dijber rê dabû. Mirovên cîhana nû bi bandora teoriyên komployî ji bo nexistina maskeyan û derzîkirinê xwediyê helwestekê ne.