spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di şerê Qerebaxê de kî bi ser ket?

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Piştî ku bi rêya çeteyên dewleta tirk ên ji Sûriyeyê beşeke mezin a Qerebaxê hat dagirkirin, lîderên her du welatan yekem car li hev civiyan.

Li pey agirbesta ku di meha mijdarê de hate îmzekirin, bi malovaniya serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li hev kom bûn.

Azerbaycanê di dawiya meha îlonê de bi piştgiriya dewleta tirk êrîş biribû ser Qerebaxê ku ji salên 1990’î ve di bin serweriya gelê ermen de bû. Tirkiyeyê tevî piştgiriya bi artêşê, çek û cebilxaneyan, her wiha çeteyên xwe yên cîhadîst ên ji bo pereyan şer dikin, sewqî herêmê kiribû.

Derdora paytexta Qerebaxê Stepanakert ne di nav de, beşeke girîng a Qerebaxê ji ber bêdengiya civaka navneteweyî û Rûsyayê, di encama agirbestê de hatibû dagirkirin. Piştî agirbestê jî herêmên tampon ên di bin serweriya Ermenistanê de bûn, radestî Azerbaycanê hatibûn kirin.

Lê belê tevî agirbestê hîn jî her du alî xwe nadin ber pevguhertina dîlgirtiyan. Tê zanîn ku di destê her du aliyan de gelek dîlên şer hene. Li ser vê mijarê her çiqas her du alî gotinên ji xwe bawer bêjin jî di rastiyê de çav û guhên wan li mezinên wan e.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkê wek Rûsya li herêmê giraniya xwe danî û ket dewrê. Lewma piştî ewqas êş û azarên hatin kişandin her du lîderên her du welatan bi malovaniya Rûsyayê li hev civiyan.

Yek ji armancên civîna bilind a li qesra Kremlînê ew bû ku Rûsya dixwaze ‘hêza xwe ya aştiyê’ ya li herêmê biparêze û nîşan bide ku pirsgirêk di kontrola wan de ye.

Ev jî bû nimûneyeke din a dîplomasiya navdewletî ku bi aşkereyî ev rastî wekî şûjinê di çavên me re kir ku

“Dewletên biçûk ên şer dikin, her dem li ber dewletên mezin serî ditewînin.”

Navê hevdîtina sêalî li vê civînê hatibû kirin lê di rastiya xwe de kesê xwedî hêza biryarê serokê Rûsyayê Pûtîn bû. Jixwe ev yek bi dîzayna rûniştina li dora maseyê jî têra xwe hatibû nîşandan. Pûtîn, her du lîder wekî du xwendekarên pevçûyî li pêşiya xwe dabûn rûniştandin û ji bo li hev werin, şîret li wan dikirin.

Her çiqas Paşînyan û Alîyev di hevdîtinê de li siya hev jî nenêrîn û ji bo hev nebînin, berê xwe dan Pûtîn jî piştî vê hevdîtina sosret her sê aliyan daxuyaniyek da çapemeniyê. Ji bo nêzîkî hev nebin, li vir jî Pûtîn ket navbera serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev. Helbet daxuyanî jî ji aliyê serokê Rûsyayê ve hat xwendin.

Pûtîn diyar kir ku wan di hevdîtinê de li ser deklerasyoneke hevpar li hev kiriye. Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn der barê naveroka deklarasyonê de ev agahî dan:

Ji bo bipêşxistina têkiliyên di qada aborî de û projeyên binesaziyê wê hin gav bên avêtin. Bi mebesta ev yek pêk were wê komeke xebatê bê damezrandin. Ev kom wê ji aliyê cîgirên serokên her sê welatan ve were birêvebirin.

Hêjayî gotinê ye, lîderên her du welatên Qafkas di van hevdîtinan de pesnê têkiliyên xwe yên baş ên bi Rûsyayê re dan. Ango bi gotineke din, Paşînyan û Alîyevê ku ne xwedî feraseta lihevhatinê ne, li Moskovê gotin “xwedê Rûsyayê ji ser serê me kêm neke.”

Bi vê hevdîtinê derket holê ku şer jî aştî jî bi destê dewletên mezin çêdibe. Ji bo berjewendiyên xwe heya ji destê wan tê hewil didin ku welatên biçûk bi hev bidin şerkirin. Piştî şer û alozî kûr dibe jî wek qahremanan derdikevin holê û bi rola birayê mezin radibin û qala aştiyê dikin.

Ev taybetmendiyek mezin a dewletên kapîtal e. Di vê sedsalê de dewletên xwe mezin binav dikin li ser xwînê xwe didin jiyîn. Dilêşiya gelê ermen û azerî jiya jî wek sermayakê ji wan re ma, lê di vî şerî de yê bi ser ket kî bû?

Bêguman dewleta tirk jî di nav hewildanan de bû ku ji vî pastayî para xwe bigire, lê mezinbûna dewleta tirk heya Rûsya ket dewrê dewam kir. Piştî Rûsya dest avêt meseleyê dewleta tirk wek birayê biçûk li ser dûvê xwe rûnişt.

Di pêvajoya şerê Qerebaxê de helwesta hêzên navneteweyî di pêşveçûna şer de diyarker bû. Ger ev şer ne li gor dilê wan bûya wê di roja ewil de pêşî lê bigirtana, lê ji ber ku ev şer li gor berjewendiyên wan bi pêş ket ew bêndeng bûn. Mirina bi hezaran kesan ne xema wan bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê