30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yaqûb Axa: Serhildana Dihê-2

Demsal havîn, nîvê meha tebaxa 1926’an bû. Tava tebaxê gil û giyayê Garisan kizirandibû. Axa ji tavê sincirî, ji ber simê bi hezaran hespên cengê, weke xweliya agir hûr bibû û li pey xwe weke mijê toz radikir.

Artêşa ji sê hezar siwaran pêk dihat, bi pêşengiya Yaqûb Axa, Şêx Evdirehmanê Garisî û Gurgîn Axa de amade bûn ku bavêjin ser Dihê. Her sê hezar cengawer bi rext û çek, cil û bergên kurdî gurçûpêçkirî bi vê dîmena xwe hêviya serkeftin û serfiraziyê didan. Herêma Botanê weke di dîroka xwe de gelek caran kirî, dîsa amade bû seranser ji şerekî giran, cenga rûmetê re malovanî bike. Yaqûb Axa û gelek eşran li dijî komara tirk a nû li ser înkara kurdan ava bûbû, bangî serhildanê kiribû. Hinek eşîr, ji ber nakokiyên takekesî tev l nebûbin jî piranî eşîrên herêmê tev lê bûbûn. Sê hezar siwarên şer ne hêzeke hindik bû, ji bo şikandina tûraniyên têjikê dêlegurê bes bû!

Li gorî plansaziya çêkirî, dê hêzên bi pêşengiya Pîr Êzdîn Axa de bavêtana ser Xesxêr/Berwariyê ku li rûyê piştê yê Herekolê dima. Hêzên girêdayî Yaqûb Axa, Gurgîn Axa û Şêx Evdirehman jî dê bavêtana ser Dihê ku di navbera çiyayên Herekol û Çiravê de dima. Bi vî awayî dê beşeke mezin a Botanê weke berê biketa bin serweriya hêzên kurdî.

Yaqûb Axa bang li serhildêran dike

Yaqûb Axa ku xwedî bejneke bilind, gewdeyeke girs bû hespê xwe çend gavan deranî pêş, serê hespê xwe zivirand, li cengawerên ji şer re amade nihêrî û bi awayekî serbilind banga beriya cengê li şervanên xwe kir:

“Mêrxas û egîdên min! Roj, roja şerefê ye. Em ê bi destûra xwedayê dilovan Dihê ji neyar rizgar bikin. Bila gunehê me li mufrezeyên zalim neyê. Ev zalim bi ziman û çandeke ku em jê fêm nakin, navên nû li me dikin, navê ax û warê bav û kalê me yê bi hezaran salan diguherin, zimanê me qedexe dikin, cil û bergên me qedexe dikin. Bila gunehê me li parazvanên vê hikûmeta zalim neyê. Ne xwedê, ne jî evd vê qebûl dikin. Di vê riya bi şeref û rûmetê de mirin, ji jiyana di nav şerm û fediyê de çêtir e. Bi îzna xwedayê mîhrîban serkeftin a me gelê bindest e!”

Piştî van axaftinên Yaqûb Axa şervanên ku dilê wan bi hêvî û kelecana serkeftinê germ bûyî bi dirûşmên serfiraziyê bi dengekî qêriyan û li Yaqûb Axa vegerandin. Dengê dirûşmên siwariyan ji zinar û newalên Herekolê olan dida. Her sê hazar siwaran, ji çiyan berê hespê xwe dan Dihê û Berwariyê, baregehên zilimkaran!

Dihê kir bin serweriya xwe

Mufrezaya hikûmeta Misto Kemal a Dihê, li hemberî sê hezar siwar û şervanên çiyayî ti şensê wan tune bû. Destpêkê dest li ber xwe rakiribin jî bergiriya wan zêde nedomiya û li hemberî cengawerên kurd şikestin û di demeke kurt de bajarê Dihê kete destê hêzên Yaqûb Axa.

Hêzên bi pêşengiya Pîr Êzdîn de ku xwedî heman kelecan û giyanê bûn, bi heman şêwazê êrîş dibin ser Xesxêr û bajêr dixin bin serwriya xwe. Serhildêran di demekê de ku rejîma Misto Kemal xwedî pozbilindiya serkeftinê bû her du bajar xistibûn bin serweriya xwe û derbeke giran lê dabûn. Hêzên serhildanê ji aliyê gelê her du navendan ve bi keyfxweşî û bextewariyeke mezin hatibûn pêşwazîkirin.

Belê her tiştek dem û hesabekî xwe heye! Piraniya mufrezeya komara tirk destê xwe rakiribûn û teslîm bûbûn, lê hêrs û kira Yaqûb Axa ew bû ku fermandarê mufrezeya ku kefiya wî ji serê wî deranî û avêtî erdê û heqaret lê kiribû, ji bîr nekirbû û dê jibîr nekira jî. Yaqûb Axa yek bi yek li nav leşkerên radestbûyî seh dikir ku heta hate rastê fermandarê teslîmkar.

Fermandarê mufrezeyê yê qure, pozbilind ku haşa xwe weke xwedayan didît, ji tirsa bûbû wekî hejikekî, çawa çav li Yaqûb axa ket, tiştên ku çend meh berê anî serê wî hat hişê wî. Fermandarê mufrezeyê bi destê xwe yê dayî ser hev û stûyê xwehrkirî hat li pêşiya Yaqûb Axa çok da erdê û dest bi lava û zarînan kir. Ji tirsa reng û rûyê wî nemabû. Yaqûb Axa ji serî heta binî lê nihêrî û gotê:

“Ez ê tenê tiştekî ji te bipirsim; çi zerera kefiya min gihabû te? Te, ji cil û bergê mirovan çi dixwest?”

Li ber dengê Yaqûb Axa yê bilind, çokê fermandar sist bûbûn, xwe li ser piyan nedigirt. Bi dengê lerzok û bi zorê encax peyvên nîvco ji devê wî derketin: “Emir wisa bû. Paşa…”

Gotin di gewriya wî de şela bûn, dernediket. Xwest bikuxe ku qirika xwe paqij bike, lê nekarî bikuxe jî û dîsa bi zorê karî bêje “pppaşa paşa, paşa qanûn derxistiye. Min tenê ew pêk anî!”

Li ser van gotinên efser Yaqûb Axa mîna agir ji çavên wî bibarin hêrs bû û got:

“Yên weke we ku ruhê xwe difiroşin mewkî û meqaman, erk û pere nebin, emrê paşayê li qesra xwe 24 saetan serxweş çi qîmeta xwe heye? Ya rast, tu sûc û gunehê paşa nîne; sûcê mezin ê koleyên wekî we ku xwe firotî malê dinê û hêzê ye; gunehê we yê ku ji bo berjewendiyên xwe, xwe dixin şûna xwedê..!”

Sê meh bûn ku ev her du navend di bin serweriya hêzên Yaqûb Axa û Pîr Êzdîn Axa de bûn, lê belê agahî hatibû ku Misto Kemal hêzên xwe yên herêmê, li Sêrt û Wanê kom kirine û haziriya êrîşeke mezin dike. Bi deh-hezaran şervanên fedayî yên kurd ji şer û mirinê re amade bûn, lê belê di encamê de hêza li pêşberî wan artêşa dewletê bû, xwedî bi sedhezaran leşker, tang û top, cebilxane hwd. bû, dîsa nav û tirsa xwe li tevahiya welêt bi zilm û zorê serwer kiribû. Lewre vê yekê pêşengiya serhildanê dixist fikaran, lêbelê dema biryara vê dozê dayî, ev rastî jî dabûn ber çav û dê xwe jê nedana alî…

Jin, zarok, kal û pîr qir dikin

Payîz ber bi zivistana reş ve dikudand. Dîsa şer li ber derî bû. Bi rojan bû şer didomiya. Şerekî newekhev, şerekî nemerdane, xedar û bêbext. Şerê dagirker, qirkeran û berxwedêrên hebûn û rûmetê bû. Li aliyekî artêşa dewleteke barbar, xedar, bêrehm û dagirker; bi çek û cebilxaneya giran, li aliyê dîtir şervanên dilsozê ax, welat, ziman, çand û gelê xwe, dilê xwe kirbûn mertal. Ji kolanên Dihê yên teng xwîn diherikî. Qad û kolan tijî termê miriyan bibûn, artêşa hikûmetê ne tenê li dijî şervanan li dijî gel jî dest bi hovîtiyê kiribû. Jin, zarok, kal û pîr kî diket berê wan qir dikirin!

Her diçû hêza Yaqûb Axa teng dibû. Li hemberî artêşa hikûmetê hem ji aliyê hejmar, hem jî aliyê çek û cebilxane ve bêmecal diman. Di nav bajêr de asê, dorpêçkirî mabûn. Serhildan bi van her du bajaran ve sînordar mabû, lewre hikûmetê hemû hêzên xwe şandibûn ser wan. Li dijî çekên giran, şerê kozikan encam nedigirt.

Dem li dijî hêzên Yaqûb Axa dikudand. Şervanên cebilxaneya wan qediyayî vedikişiyan çiyayan, yên ev mecal nedîtibana jî yan heta mirinê şer dikir an jî diket destê dijimin!

Xeberên nebixêr zû belav dibin. Destpêkê agahî tê ku hêzên Pîr Êzdîn Axa yên avêtî ser Berwariyê hatine şikandin û serhildan hatiye çewisandin, serokê serhildanê Pîr Êzdîn Axa bi saxî ketiye destê neyar û bajar dîsa ketiye bin kontrola hikumetê…

Hêj berxwedana hêzên Dihê didomiya û çend çeper di destê berxwedêran de mabûn. Berxwedêran bi hemû hêza xwe ve şer dikir. Gelek xwîn hatibû rijandin, ji her du aliyan jî kuştî zêde bûn, lê êdî ber bi dawiyê ve diçû. Lewre artêşa hikûmetê şandeyekê dişîne û dixwaze ku ji bo zêdetir xwînê nerijîne şertê radestbûna ji bo Yaqûb Axa û Gurgîn Axa radigihîne.

Li Dihê tên dorpêçkirin   

Yaqûb Axa yê li herêmê bi kesayeta xwe ya têgihiştî, kemilî, zanyar û rêzdar dihat nasîn, li çavên destebirayê xwe Evdirehmanê Garisî nihêrî, lê zêde nekarî lê binêre. Her duyan jî fêm kiribû ku xafil hatibûn zeftkirin û ev ji bo zarokên qewmê çiyê nedihat  qebûlkirin. Li navenda Dihê dorpêçkirî û asê mabûn. Heke dema Dihê girtî, nesekinîbûna û êrîşên xwe berbelavî deverên din ên dagirkirî kiribana, îro li vir asê nediman. Serkeftineke biçûk ji xwe re bes dîtibûn. Têkilî û tifaqa xwe bi eşîr û herêmên dîtir ên Kurdistanê re bi pêş nexistibûn. Lewre encama dilsoj a serhildanên berê, dihat serê Yaqûb Axa, serhildana Dihê jî…

Yaqûb Axa, li destebirayê xwe Şêx Evdirehmanê Garisî zîvirî û bi kotekî karî biaxive: “Şêxê min, tu ji vir derkeve biçe. Tu dibînî, êdî em ber bi dawiyê ve diçin. Em nikarin bi ser bikevin, lê me li hemberî dagirkeriyê serî jî netewand. Pêşerojê divê tu teqez heyf û tola me rakî…”

Şêx Evdirehmanê Garisî  bi dilekî nerazî li Yaqûb Axa vegerand; “Hûn radest bibin jî dê we bikujin. Werin em bi hev re vekişin çiyê. Dema pêş em ê dîsa bi hêzeke mezintir xwe birêxistin bikin, ji xeletiyên xwe ders derxin û dîsa şer bînin ber deriyê hikûmetê.”

Baweriya xwe bi wan neynin

Şêx Evdirehman jî dizanî ku heke radest nebin dê xwînxwarên Misto Kemal zêdetir xwînê birijînin. Lewre piştî ku Yaqûb Axa bêbersiv ma, xwe amade kir ku li gel her du kurên Yaqûb Axa Yûsif, Xelîl û hinek şervanên xwe ji Dihê derkevin û berê xwe bidin çiyayê Botanê. Dema ketin rê Yaqûb Axa; “Wesiyet û şîreta min e. Bila nifşên me yên nû tu carî baweriya xwe bi sozên dewletê neynin. Bextê Romê tune. Ez dizanim dê me bikujin, lê ev gel bêguneh e. Ji bo zêdetir zirar negihê can û malê wan em ê radest bibin.” (dawî)