spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Der barê êzidiyan de 2 berhemên hêja

Weşanxaneya Sîtavê der barê dîroka êzdiyan û baweriya wan de 2 pirtûk weşandin. Pirtûkek bi navê ‘Dîroka Êzidiyan’ ku ji alî John S. Guest ve hatiye amadekirin û yek jî bi navê ‘Êzdî û Baweriya Wan’ e ji aliyê Dr. Eskerê Boyik ve hatiye amadekirin. Wekî tê zanîn di dîroka dûvedirêj de  gelê êzidî, gelek caran bi talan û êrîşên qirkirinê re rû bi rû maye.

Gelê êzidî bi baweriya xwe ya êzdayetiyê di nav dîroka xwe ya bi hezar salan de, li ser rêyeke pir dijwar meşiya û di nav astengiyên mezin re derbas bûye.

Her șaristaniyê xwestiye șaristaniya beriya xwe, her baweriyê xwestiye baweriya beriya xwe tune bike, dewsa wê bigire. Bi hatina her ola nû ya mezin re, gelek civak û gelên kevnar tevî bawerî, rê û rism, eyd û erefatên xwe (carinan heta ziman jî) di bin giranî û zordestiya wan baweriyan de pelişîne, hatine jibîrkirin.

Hinek rê û rismên kevnar ji aliyê wan ve hatine qedexekirin (hatine heramkirin), hinek jî li gorî bîr û boçûnên xwe reng û taybetmendiyên wan guhertin, kirin malê xwe. Êzdayetî jî ji wan baweriyên kevnar e ku bi qurbaniyên mezin neket nav wê pêvajoyê, bi kevnarî û xisûsiyên xwe bi serê xwe ma. Civaka êzidiyan di pêvajoya dîrokê ya bi ferman û komkujiyan dagirtî de, karibûye hem ziman û bawerî, hem li rê û rism, urf û edet, eyd û erefatên xwe xwedî derkeve û wan biparêze.

Ji wan hinek wek êzdayetiya kevnar in û ji bingeha wê ya hezaran salan tên, hinek jî di pêvajoya dîrokê de kirasê demê li xwe kirine lê dîsa bi reng, ruh û naveroka xwe li gorî taybetmendiyên vê baweriyê mane.

Êlên êzidiyan bi dewr û zemanan ji hev qetiyayî, ji hev û navenda xwe ya ruhanî dûr, dorpêça dîn dijminatiya cîranan de jiyane. Pevgirêdanên wan pir bi zehmet bûne. Zordarî, fermanên komkujiyê, rev û bez, zor û zilma dagirkerên civakî û bawerî li vê civakê kêm nebûne. Dem hebûye, ku ji tirsa dagirkeran û derdorên fanatîk nikaribûne rê û rismên xwe aşkera pêk bînin, eyd û erefatên xwe bi dizîka derbas kirine, heta nikaribûne navê xwe jî aşkera bêjin. Di vî halî de nikaribûne temamiya rê û rismên xwe bi serbestî, bi reng û rewşa wan a kevnar, di demê de, bi hev re gelemperî (civakî) pîroz bikin.

Herêmên êzidiyan ên wisa hebûne ku bi sedan salan pevgirêdanên wan çawa bi hev re, wisa jî bi navenda êzdayetiya ruhanî re nebûye. Çûyîn û hatina oldaran (qewalan) gelek bi qeziya û zehmetiyan ve girêdayî bûye. Bûyer, nûbûnên herêmekê zû negihîştine herêma din.

Çi jî hebe vê civakê karibûye bi qurbaniyên mezin, carinan jî di bin navên din de (Dasinî, Emewî) him xwe biparêze û him jî xizna rê û rism, erf û edet û eyd û erefatên xwexwetiyê yên dewlemend ji ewledan re bihêle. Eger di warê derbaskirin û pîrozkirina hinek rê û risman de cudatiyên biçûk di nav herêman de çêbûne, ew jî normal e, dem bi xwe re guhertinan tîne.

Çiqas jî ev bawerî kevnar e, dîroka wê ji kûrahiya dewranan tê, bi bûyerên trajîk û dijwar dagirtî ye lê der heqê wê baweriyê, civakê, rê û rismên wê de çavkaniyên kevn ên nivîskî, lêkolînên pêwîst pir kêm in, der heqê eyd û erefatan de bawer bikin qet nîn in. Xwendin û nivîsarî di nav êzidiyan de nebûye. Neyartiyên xurt ên li dijî vê civakê nehiştine ew bi serbestiya xwe biherike, xwe eyan bike. Êzidiyan jî rê û rismên xwe bi dizîka, dûrî çavên derdoran pêk anîne. Sira xwe li ber xelkê venekirine. Eger li ba hinek zanyarên biyanî pir an hindik di wê der heqê de behs hatibe kirin, ew jî payê pirê di rastiya xwe de dikulin.

Gelek çîrok, efsane, tekstên vê baweriyê hatine jibîrkirin. Hinek ji ber zilm û zora baweriyên cîran hatine guhertin, fikrên ku ne yên êzdayetiyê ne, ketine navê. Nimûneyên lêkolînên şûnwarnasiyê li ser erdê Rojhilata Navîn, Mezopotamyayê û Anatoliyayê, bi gilîkî ew dewletên Kurdistan di nav xwe de dabeş kirine, kîjan berê cih û warên pêşiyên kurdan (êzidî) bûne, ku karin bibin çavkaniyên girîng, ji bo lêkolîna êzdayetiyê, mixabin ew kevnarî jî heta niha ji her alî ve tên lênihêrandin, lêkolînkirin xêncî êzdayatiyê.

Dema kolana cihên arkeolojîk ên kevnar, tiştên demên berê yên gelekî kevn û hewaskar tên dîtin, nexş û sûretên li ser wan gelekan rê û rismên êzdayetiyê tînin bîra mirov. Eger bi çavê zanîna êzdayetiyê li wan kevnariyan bihata nêrîn, gelek pirsgirêkên dîroka vê baweriyê wê bihatina ronîkirin. Ev her du berhem li ser dîroka êzdiyan, her wiha li ser bîr û bawerî, eyd û erefat û urf û edetên êzidiyan e. Ev berhem ji bo nasîna civaka êzidî berhemên bêheerfpa ne.