28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sînemeya kurdî xwe hê nû diafirîne

Der barê rewşa sînemaya kurdî, pirsgirêk û astengiyên li pêşiya sînemagerên kurd de, me vê hejmarê ji bo xwînerên xwe yên hêja bi sînemagerekî kurd ê ciwan re hevpeyvîn kir. Me navê wî ji belgefîlmên “Diyalog”  û  “Bîra Mi’ Têtin” ya li ser komkujiya Roboskiyê, bihîst.  Belê mêvanê me derhinêrê kurd Selîm Yildiz e.

Çîroka te û sînemayê çawa dest pê kir û bandora çi yan jî kê li te çêbû ku te berê xwe da karê sînemayê?

Min di navbera sala 2007-2013’an de xebatên documentar ên wêneyan dikir. Sala 2013’an belgefîlma min a yekemîn a bi navê 29 Documentary û bi vê docmentarê min dest bi karê  sînemayê kir.  Ji bo  min rêwîtiya 29’an rêwîtiya sînemayê bû. Çîrok ji mirovan bêtir bandora xwe li min dikir.  Helbet ev yek ji bo sînemagerên kurd jî û yên mîna min nû dest bi sînemayê kirine dibe wekî refrans.

Bi rastî ciyê kêfxweşiyê ye ku êdî derhênerên kurd bi xwe li ser kurdan fîlman çêdikin. Berê xelkên biyanî li gorî xwe behsa kurdan dikirin. Di vê der barê de tu çi difikirî û dikarî çi bêjî?

Em dikarin li vir bêjin ku sînemeya kurdî xwe hê nû diafirîne. Sedema vê ya yekemîn bêdewletî ye. Gelên ne xwedî dewlet di aliyê wêje û muzîkê de serkeftî ne lê berhemên wan ên sînemayê pir pir kêm in. Di cîhanê de gelek mînakên vê yekê hene. Kurd jî dikevin vê kategoriyê. Ji ber ku karê sînemayê karekî dîjîtal û endustrîel e, sînema bi alîkariya dewlet û saziyên mezin dikare bi pêş bikeve.

Wekî mînak derhênerê macarî Bela Tarr, di 16 saliya xwe de dest bi sînemayê kiriye lê me di 16 saliya xwe de nedizanî sînema çi ye. Yanî em evqas nû sînemayê nas dikin. Bi ya min, derfet pir kêm bin jî sînemaya kurdî baş bi pêş dikeve. Têkilî û baldariya li ser sînemayê ango eleqeya bi sînemayê re li ser du xalan mezin dibe. Yek hejmara derhênerên kurd zêde dibe û ya din jî temaşevanên sînemaya kurdî her diçe zêde dibin.

Belgefîlma te ya bi navê ‘Bîra Mi’ Têtin’ di roja dawî de ji Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Enqereyê bi sedema ku belgeya tomarkirinê tune ye, hat derxistin, gelo ev çi belge ye û rastiya vê meselê çi ye?

Ji bo qedexekirina belgefîlma min a bi navê ‘Bîra Mi’ Têtin’ , ev qanûneke dewletê ye dibêje tu dê ji min destûrê bixwazî, ger ez destûrê bidim tu dikarî fîlma xwe nîşan bidî. Bi ya mi jî hewcedarî û pêwîstî bi wê yekê tune ye. Fîlmên vê belgeyê nestînin, heke ji bo festîvalên ku dewlet jî destekê dide dîsa jî nîşandana wan qedexe ye. Em jî dibêjin em tu carî destûrê ji dewlet, sazî û rêxistinan naxwazin. Em çîroka kê dikişînîn tenê dikarin destûrê ji wan bixwazin. Meseleya sereke sêwirandina sînemayê ye. Divê sînema serbixwe be. Festîvala Enqereyê jî bi gotina wezareta çandê kir û ew belgefîlm sansûr kir,  lê min sond xwar ez gavekê paş de navêjim. Piştî vê bûyerê min deftera Enqereyê girt, heya ku ew vê şaşiya xwe rast bikin.

Li gorî te heke ku komkujiya Roboskiyê li dadgehê bi encam bûbûya jî dê ev belgefîlma te hatibûya qedexekirin?

Bêguman, ez ê bibêjim parêzer vê qanûnê ji min baştir dizanin lê wan jî doza komkujiyê tevlîhev kir. Berpirsiyariya min ev e ku ez bi vê çîrokê bi bîranînekê biafirînim, vê komkujiyê ji bîr nekim û em rê li pêşiya komkujnyên din bigirin. Belkî li Enqereyê 200 kesan fîlma min temaşe bikira lê li ser malperên cuda yên medyaya civakî heta niha li cîhanê zêdetirî 50 hezar mirovan ew belgefîlm temaşe kiriye.

Madem ku di wan festîvalên dewletê de kurd rastî sansûrê tên, divê hûn rêyeke çawa bidin ber xwe, bi awayekî din hûn çawa dikarin berhemên xwe pêşkêş bikin?

Bi rastî gelek rêyên din hene û bi salane em vî karî dikin. Cîhana sînemayê cîhaneke berfireh e, tenê Tirkiye ne tê de ye. Wekî mînak dikarim bêjim ku ez bixwe girîngiyê didim festîvalên Ewropayê. Bi rêya wan festîvalan dixwazim van çîrokan bigihînim kesên vî welatî nas nakin. Min ev yek bi fîlma xwe ya dawî pêk anî. Her çiqas hejmara wan kêm be jî li Tirkiyeyê festîvalên me yên alnernatîf jî hene.

Kurd çima ji fîlman bêtir belgefîlman amade dikin?

Di beşa documentaryê de tomarkirina rastiyan bi rêya wêneyan ve dibe. Di dever û coxrafyayên wiha bêqanûn de, bandora belgefîlman bêguman baştir e. Divê em barê vê berpirsiyariyê ji bo siberojê bidin ser milê xwe.

Tu dikarî ji kerema xwe rewşa sinemaya kurdî bi giştî binirxînî, gelo di çi rewşê de ye?

Sînemaya kurdî hîn nû ye, kêmasiyên wê jî helbet wê hebin. Her çiqas kêmasî hebin jî pêşketinên baş derdixe holê. Ev pêşketin ne tenê ji bo Bakur e, ji bo her çar parçên Kurdistanê ye jî. Ez bixwe dibim şahidê vê yekê. Her sal gelek fîlmên bi kurdî beşdarî festîvalên cîhanê yên girîng dibin û tê de cîhê xwe digirin.

Têkiliyeke çawa di navbera sînamegerên kurd ên parçeyên din ên Kurdistanê de heye. Her wiha bi giştî tu pêşeroja sînemaya kurdî çawa dibînî?

Xwezî yekitiya ku sînemaya kurdî pêk tîne partî û rêxistinên kurdî jî pêk bianîna. Ji ber ku di her çar perçên Kurdistanê de derhênerên kurd xizmeta gelê xwe dikin. Di sînemayê de êş û pirsgirêkên me yek in. Ji bo vê yekê em di sînemaya kurdî de cihê xwe digirin. Niha sînemaya kurdî di asteke baş de ye, siberojê jî bi çîrokên xurt, wê derkeve asta herî bilind.

Ez dikarim bêjim êdî di sînemaya kurdî de dem dema derhênerên ciwan e. Ev xaleke gelekî girîng e. Ji ber ku sînemaya kurdî hîn ciwan e û kategoriya  derhênerên kurd ên ciwan jî zêde bû.

Çi proje û xebatê te yên nû hene?

Demeke dirêj e çîrokek ku mêjî û dilê min mijûl dike, heye. Ez niha wê dikişînim. Ez ê heya çend mehan xelas bikim. Monolog berdewama fîlma ‘Bîra Mi’ Têtin’ e. Fîlma Monolog piştî komkûjiya Roboskiyê, jiyana niştecihên Roboskiyê û jiyana bêedalet a rojane hatibû çêkirin. Her wiha zordariya li ser sînor û hewldana mexdûrên wê herêmê ku tê de dijîn. Pîştî Monologê ez ê Monotonê bikişînim. Fîlma min a pêncan Monoton e. Monoton jî çîrokek dûr-nêz e. Şerê li kurdistanê yê 40 salan ê didome û dawiya wî nayê. Ev çîrok jî li ser çend karakterên ku di aliyekî nav şer de kêm tên dîtin an jî qet nayên dîtin. Bi awayekî sînematografîk ez dixwazim bê dîtin û bandoreke mezin li ser temaşevanan bihêle. Yanî Monoton wek çîrokên min ên din ên kêşayî ye; wek wan çîrokên civakî û çîrokên li ser vê axê tên jiyîn.

Selîm Yildiz kî ye?

Sala 1985’an li  Miksa Wanê hatiye dinyayê. Salên 2010-2013’an li Zanîngeha Azad a Stenbolê perwerdeya xwe di qada wêne û belgefîlman de dîtiye. Her wiha bi wêneyên xwe tev li gelek pêşangehan bûye. Salên 2012-2014’an li gundê Roboskiyê ji bo 60 zarokan atolyeyeke bi navê ‘Baş e ku tu heyî Atolye’ vekiriye. Belgefîlmên bi navên ‘29’, ‘Bîra Mi’ Têtin’ û ‘Dialogue’ kişandine û niha jî belgefîlma bi navê ‘Monolog’ amade dike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê