spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Greva birçîbûnê di roja 76’an de bi biryardarî didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî li girtîgehên dewleta tirk bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî’ daye destpêkirin, 76 roj e bi biryardarî dewam dike.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribû. Çalakî, di roja 76’an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê, 27’ê Mijdarê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî’ de hate destpêkirin û dê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2019’an de , serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di wê demê de jî greva birçîbûnê hebû, di hevdîtineke xwe ya bi parêzeran re ev tişt anîn ziman:

“Pêwistî bi lihevkirineke kûr a civakî heye”

“Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer. Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.”