spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên civakî komkujiya li Enqereyê şermezar kirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya Enqereyê de axivî û wiha got: Li Enqereyê kevokên aştiyê, li Pirsûsê xwişk û birayên me yên şoreşger qetil kirin.

Kesên ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Gara Trenê ya Enqereyê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Mitînga Aştiyê de jiyana xwe ji dest dan, di meha 100’emîn de hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, endamên KESK, SYKP, ÎHD, Komeleya 10’ê Cotmehê û gelek kes tev li bîranîna ji aliyê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê û Hêzên Demokrasiyê ve hate kirin bûn. Bîranîn ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re navên kesên jiyana xwe ji dest dan hatin xwendin.

Berdevka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Coşgûn a di bîranînê de axivî, wiha got: “Niha di dosyayê de 16 jê fîrarî, yek jê girtî 17 bersûc li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tên darizandin. 8 sal in di her danişîna ku em tev li dibin de tînin ziman ku peywîrdarên cemaweriyê û siyasetmedarên ku di komkujiyê de îhmala wan heye divê bên darizandin. Lê mixabin di vê pêvajoya derbasbûyî de heke gotin di cih de be weke mexdûr em weke bersûc hatin dîtin, malbatên ku ‘edalet’ xwestin ji kolanên dadgehê hatin derxistin. Edaleta ku em li eywanên dadgehê rast lê nehatin, di wijdana raya giştî de nehat nîşandan.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî da zanîn ku Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê ji bîr nekirine û ji bîr nakin. Hatîmogûllari wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hevrêyeke we ya ku doza piştî komkujiyê hatiye vekirin û didome çend salan şopandiye. Em bûn şahid ku li wê derê kedeke çawa hate dayîn û ji bo hemû hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan çawa hesab hatiye pirsîn. Hûn ê di girtekên dosyayê de bibînin ku DAIŞ çawa hatiye vir, li Dîlokê çawa amadekarî kiriye, MÎT’ê çawa pêşî li vî karî vekiriye. Ji bo atmosfera siyasî ya 2015’an bê guhertin gelek kes qetil kirin.

Li Enqereyê kevokên aştiyê, li Pirsûsê xwişk û birayên me yên şoreşger qetil kirin. Ev komkujî niha ji bo rejîma faşîst a tê xwestin li Tirkiyeyê were avakirin hate kirin. Em careke din bang li desthilatê dikin; heke bi qetilkirina me hûn dixwazin li Tirkiyeyê faşîzmê ava bikin, hûn şaş in, tevî komkujiyan jî me serî li ber faşîzmê netewand, weke civak me bîat nekir, em li ser piyan e û li dijî vê ne. Ew kevokên aştiyê bûn, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd, ji bo welatiyên nekarin nan peyda bikin, ji bo jinên tundî li wan tê kirin, ji bo me hemûyan, ji bo kesên bindest û keda wan tê xwarin bûn kevoka aştiyê û li vê qadê ber bi asîman ve firiyan. Her yek ji wan li asîman stêrkek e. Em ê wan ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Em soz didin ku em ê têkoşîna aştî, wekhevî û xwişk û biratiyê heta dawiyê ku serbikeve xurt bikin. Heta welatekî azad, wekhev û demokratîk ava bikin dê têkoşîna me bidome.”

Bîranîn, piştî axaftina nûnerên saziyên beşdarvan bi dirûşma “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” bi dawî bû.