3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guh pereşût in!

Mirov, li pey wateyan in. Bi vê taybetîya xwe, ji zindîyên din vediqetin. Wate, têgehek e ku tenê bi mirovan ra eleqedar e. Ajal, her çi bin, ew in, wek xwe ne. Bi ajoyan dijîn. Hewcedarîya wan bi çandê tune û bi fîlozofîyê jî; jiyana xwe tevlîhev nekirine. Em çîrokê dizanin: Ji çilpayê dipirsin “tu çawa bi çil pîyan dimeşî, tu gavên xwe tevlîhev nakî?” Çilpaya reben ku timî bê problem dimeşiya, cara ewil li ser meşa xwe dirame û hew dikare bimeşe. Ramîn, îş xera dike. Lêbelê, ew qonax ji mirovî bihurî an jî mirov ji wê qonaxê bihurî. Êdî mirov bi hewla famkirinê dijî. Diponije, dirame, difikire, xayîz dibe. Ramyar Cîoran dibêje, “bê nan dikarim lê bê peyv nikarim bijîm.” Em mirov, nema dikarin bibin wek çilpayan. Em ne wek xwe ne loma jî em li xwe  digerin. Ji bo wek “xwe” bin li ber xwe didin: Lê gelek caran ev berxwedana xwebûnê dibe xwe-ber-dan û ji xwebûnê dûr dikevin.

Ev wateya ku em li pey wê ne, xwe bi lêkera famkirinê ron dike. Wate ji bo bê famkirin heye lê ji bo wê jî şertê ewil ê famkirinê, guhdarîkirin e. Wate, berhema guhdarîkirinê ye. Dema em dibêjin ziman, divê bi tenê axaftin neyê bîra me. Guh, parçeyekî mezin ê vê meseleyê ye. Heta em dikarin bibêjin ku di vê çarçoveyê da guhdarîkirin, çavkaniya zimên e jî.  Ji ber wê  em bi qasî zimên divê doza guhên xwe jî bikin. Guhdarîkirina “zimanê mêtingehîyê” pêvajoya bişaftinê ye, axaftina pê encam e. Ger bişaftin nexweşîyek be, tiştên ku em dixwînin û guhdarî dikin jî sedemên vê nexweşîyê ne. Ji ber wê jî ji bo pêşiya bişaftinê bê girtin em li şûna ku bibêjin bi kurdî bipeyve, divê em bibejin li kurdî guhdarî bike. Mirov li çi guhdarî bike wêya dike! Loma jî “Xwebûn”ê bixwînin lê guhdarî bikin.

Mêjîyê ku alîyê bîyolojîk ê aqil e, di navbera ziman û guhan de pireke efsûnî ye. Di eslê xwe de ziman jî, guh jî, wek ku parçeyên aqil ên sirgûnkirî bin. Cezayê wan ê sirgûnê jî ev e: bi tenê ragihandin. Di serdema me de şûna dîyalogê ragihandinê girtiye. Guh li şûna ku guhdarî bike, dibihîze; ziman li şûna ku biaxive, bi lêv dike ! Lê “(…) îro kes napeyve (ji xeynî kesên ku peyvên hatine gotin dubare dikin) çimkî xuya ye ku şîret, nûçe  hawar û qêrînên hêzên kor û kerr natebitin. Tişta ku min van salên dawî dî, bawerî bi mirovan re nemaye. Bawerî  ev bû: dema bi zimanê mirovatîyê biaxivî ew ê teqez weke mirovan bersiva te bê dayîn (…) dîyaloga dirêj a timî di navbera mirovan da diherîkî, xelas…” (Camus, 1937). Ger weke Camus dibêje; dîyalog xelas bûbe, ziman û guh bi kêrî çi tên? Nûçegihanî? A rast wek karekî, nûçegihanî bi qedr e lê ger rengê axaftinê-dîyalogê bişibe nûçegihanîyê, em ê xwe qet negihînin sedemên sereke yên wan nûçeyên xerab ên timî bi serê me de tên. Nûçe behsa bûyeran dike lê bo famkirina wan bûyeran, têgeh divê, diyarde divê.

Mirovên serdema modernîteya kapîtalîst guhên xwe kirin pariyek goşt û xwarin! Êdî bi zikê xwe dibihîzin. Ne ku guh tune, mirov kerr bûne, bi tenê ji bîr kirine ku guhên xwe bi kar bînin. Çimkî  ger şûna wateyê, ajoyan dagirtibe, ew ê karê guhan jî zik bike. Loma mezinên me şîretan li me dikin, dibêjin; “Pereyên te hebin, ew ê li te guhdarî bikin.” Ji ber wê jî, guhên te tune bin jî dibin. Feqîyê ku digot “Uznan (guh) ku sewta xweş divê” niha bijîya, ew ê wiha bigota: “Ji sewta xweş ra guh divê.” Rewş dişibe çîroka Gogolî ya Poz. Zilamê me rojekê şiyar dibe û dibîne ku pozê wî tune ye. Li pey pozê xwe diçe. Ger mijar ne Poz lê Guh bûya, ew ê wiha dest pê bikira çîroka me: Rojekê şiyar bû li eynikê nêrî, dît ku guhên wî li ciyên xwe nîn in û dûra dest bi firçekirina diranên xwe kir. Li pey guhên xwe jî neçû. Ji ber ku ger ajo, ajokar be, guh barekî bêmane ye.

Sedemên gelek şer û pevçûnên rojane yên di nav civakê da diqewimin ne-guhdarîkirin e. Mirovên ku li hinekan hêrs dibin wisa dibêjin: “Naxwazim li te guhdarî jî bikim.” Erê, ji ber ku îhtîmal e ku piştî guhdarîkirinê wê lêborînê bixwaze. Rewş ev e: Lê guhdarî nekir û kuşt lê guhdarî kir û jê lêborîn xwest. Belkî divê hevoka “ez ji te hez dikim” veguhere, bibe “ez li te guhdarî dikim”.  Di nîqaş û şer û polemîkan da jî  guhên me wek pereşûtan e. Ger tu baş bi kar bînî, baş bel bikî,  nahêlin tu bi serserkî bikevî erdê.