Rojnameya Heftane

Dêlindêzeke qurbanê ya jibîrçûyî; Qidika Qidîşkê

Rîtuela me ya qurbanê, Qidika Qidîşkê, ji bo derbasbûna kew (leke)eke zikmakî ye ku li gorî tibê bi piranî di pişt an jî kemaxa zarokên rengesmer de tê dîtin û hetanî 4 saliyê jî ji ber xwe ve winda dibe

Alik X

Hin caran ji ber xelasiya xezebekê, hin caran jî ji bo hasilbûna miradekî lê di axiriya axirîn de, armanca kiryara qurbandayînê û wek sedem jî kirûya qurbanê, ji “baweriyê” dol digire û têkiliya wê ya bi baweriyê re qewî ye. Û bi piranî jî bi rijandina xwînê bi encam dibe qurbandayîn. Ji me gelekan ve eyan in xewnên Hz. Brahîmî; yên weke wehiyê nazil dibin bi riya Cebraîlî. Ya ewil mizgîniyek e: Cebraîl pê dide zanîn ku dê miradê wî hasil bibe, dê Xweda kurekî bidiyê. Lê piştî çend salan, xewnên wî yên din vediguherin kabûsan û li ser hev dubare dibin. Û belika guhê Hz. Smaîlî xwê nade, ew jî bi qasî bavê xwe bawermend e, ji loma wiha bersiva wî dide: “Bavo, pêk bîne ya li te hatiye fermankirin. Bêguman tu yê min bi dayoxan re bibînî.” Piştî ku kur û bav bi vê dilsoziyê tên azmûnkirin, kêr qelp dike li Mînayê, Xweda di wan de dibihure û Hz. Brahîm bi beranekî tê xelatkirin ku Habîl ji bihuştê jê re dişîne bi riya Cebraîlî.

Abraham and Isaac Laurent de La Hire, 1650

Lê bi tenê ne ev e mîtosa qurbanê; gava mirov ber bi bêndera mîstîzmê, ber bi Grekistanê ve diqedime, mirov dibîne ku xwedawendên wê mîna Xwedayê îslamê ne dilbirehm bûne. Li wir, di şibiyeta ya îslamê de mîtosek hebûye, di mîtosê de jinek; jineke ku wek a Hz. Smaîlî kaba wê mîr nehatiye… Tê gotin ku piştî wê jinê pêlên xwîna mirovan li nav grekan dibe ‘Ey Av û Av’. Çîrok wiha ye: Di herba Trûwayê de, ji bo ku Menelaûsê qral  tola xwe hilîne û jina xwe rizgar bike, bi serfermandariya birayê xwe Agememnonî yê qralê Argosê, artêşekê li hev vedihewîne, ji her derê Grekistanê qral beşdariyê li vê seferê dikin û li keştiyên xwe bi navê “akhaîo”yan siwar dibin, li benda Xwedawendê Bê dimînin ku bê li wan bigobilîne da ku babirkên keştiyên wan bi bê tije bibe û bi rê bikevin. Lê xwedawend ji bo berdêla vê daxwazê, ji Menelaûsî dixwazin ku ew keça xwe Îphîgenîayê bike qurban. Piştî ku Menelaûs ev fermana wê bi cih tîne û avê li keça xwe venaxwe, ba li wan digobile, babirkên keştiyên wan bi bê tije dibin û digihîjin Trûwayê.

Û dibêjim qey di meseleya qurbanê de, kes bi qasî aztekên ku li Amerîkaya Naverast  jiyane, ne xedar e; yanî wan sola gelek şaristaniyan di taqê re avêtiye bi erjengiya xwe. Dibêjin stêrka sibê, Venus, li nav aztekan weke nîşaneya bêyomiyê dihat dîtin û wan Venus bi xwîna dilê dîlên xwe aş dikir. Erkdarên wan ên dînî mohra xwe li vê kiryarê didan; gava qurban hîn sax bûna, radihiştin kêrên xwe yên kevirî û li dilê qurbanan dixistin, dilê wan ji sînga wan vediqelaştin! Tê angaştkirin ev rîtuela ku bi navê tirsa asmanî dihat binavkirin, ji alî hin civakên din ên li Meksîkayê ve hatiye parastin û jiyandin.

Heçku dê ev her sê mîtos bes bin û dema mirov ji cografyayên dereke berê xwe bide Kurdistanê; di Kurdistanê de jî bi taybetî dide herêma Omeriya, ne bi xezeba aztekan be jî, dibîne ku me jî qurbandayîneke ecêb ya xwemalî hebûye. Çima bi taybetî Omeriya? Ji ber ku ev sedsal têra xwe bi adan e, ji gelek herêmên din ên Kurdistanê min jî gelek nas û heval hene û wexta min xwest vê nivîsê binivîsim, ji Torê, heta Bota û Serhedê, min ji çendik û çend camêr û canikan pirsî bê ka ev a ez ê çend hevok şûnde binivîsim li cem wan jî heye yan na. Wan bi piranî ez bi neyînî bersivandim. Belkî hebûye lê hatiye jibîrkirin…

Rîtuela me ya qurbanê, Qidika Qidîşkê, ji bo derbasbûna kew (leke)eke zikmakî ye ku li gorî tibê bi piranî di pişt an jî kemaxa zarokên rengesmer de tê dîtîn û hetanî 4 saliyê jî ji ber xwe ve winda dibe. Gava zarokek di navbera 1-5 saliyê de be û mirîşkên malbata wî jî pir bin, ji ber ku kew jî hinekî reş e; bi taybetî dîk, mirîşk an jî ferûckeke reş tê serjêkirin û hemsalên wî/ê zarokî/ê yên taxê tên ezimandin, ew pevre jê wê xwarinê dixwin. Tê bawerkirin ku ji vê qurbanê şûn de kew derbas dibe. Min hinekî din jî bi ser vê baweriyê de ajot û li gorî ku mezinên malbata me ji min re qal kirin; wan bawerî heye ku ew kew şûna boçikekê be, ji lewma, ji bo rizgariya ji wê boçikê ew keferat tê dayîn. Bêguman, ev bawerî nav û nûçikên nijadperestên tirkan tînin bîra mirov û mirov pê aciz dibe. Lê belê ew mezinên me, bi qasî ku tûşî nav û nûçikên bi vî rengî bên, tirk nas nekirine. Ji ber vê yekê îhtîmal heye ku ev dab ji serdemeke dêrîn mabe û gihîştibe heta îro… Û ji van dêlindêzan cudatir yeke îdeal heye ku bi mirov xweş tê. Ew jî ya pêşiyên me yên zerdeştî ye; dîroknas radigîhinin ku beriya zerdeştî di destê sasaniyan de deforme bibe, wan ji bo her zaroka/ê ku ji dayik dibû darek dişitiland.