3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Misir serkêşiya vê nerazîbûnê dike

Bi zêdebûna destwerdana hikûmeta tirk a li ser xaka welatên ereban ku piştî Sûriyeyê dest avêt Iraq, Lîbya û Yemenê, niha jî dest davêje Azerbeycanê. Vê yekê hişt ku nerazîbûnên li hemberî vê destwerdanê jî zêde bibin. Serkêşiya vê nerazîbûnê jî hikûmeta Misirê dike. Hikûmeta Misirê gelek caran nerazîbûna xwe ji destwerdana Tirkiyeyê ya kar û barên Sûriyeyê anî ziman û rayedarên Misirê tînin ziman ku ew dê nehêlin hikûmeta tirk rewşa Lîbayayê jî bike wekî ya Sûriyeyê.

Di vê dema dawî de li ser daxwaza Misirê, hin hewldanên pêşîgirtina li vê destwerdanê derdikevin pêş û hevdîtin bi rayedarên Urdun û Iraqê re tên kirin, ji bo helwesteke hevbeş li dijî van destdirêjiyan bê nîşandan. Li gorî rojnameya Al-Ghad a Urdinê, wezîrên karên derve yên Misirê Samih Şukrî û yê Urdinê Eymen El-Sefedî aşkera kir ku dê lûtkeyek li ser asta lîderên her sê dewletan were lidarxistin û amadekarî jê re tên kirin lê dema lûtkeyê nehat aşkerakirin.

Her sê welatan li ser xurtkirina nêrîneke hevpar der barê dosyayên erebî de nîqaş kir. Ev yek bi koordîneya Misir-Urdinê ya der barê doza Filistînê de, di serî de mijara îlhaqê ya Îsraîlê de diyar bû.

Nêrînên Misir, Urdin û Iraqê yên girêdayî dosyaya Lîbyayê û girîngiya bidawîkirina destwerdana Tirkiyeyê hevpar in. Ev mijar jî di hevdîtina Behrem Salih û sefîrê Misirê li Bexdayê de aşkera bû ku roja pêncşema borî hatibû lidarxistin.

Di mehên dawî de, Iraq û Urdinê  piştevaniyeke diyarker der barê helwesta Misir û Sûdanê ya girêdayî aloziya bendava Etyopiyayê de nîşan da. Li beramberî wê, Qahîre binpêkirinên domdar ên Tirkiyeyê yên li xaka Iraqê şermezar kirin û wekî karekî “şantajkirinê” bi nav kir.

Projeyên enerjî û ceyranê, her wiha desteka diyarker a Qahîre û Umanê di têkoşîna li dijî terorê de, li Iraqê û xebatên ji nû ve avakirinê, berjewendiyên aborî yên her sê welatan in.

Rojnameya Al-Ghad li ser zimanê dîplomatê berê yê Urdinê, Semîr Misrawa ragihand ku hevbendiya sêalî xaleke xurt a avakirina hevsengiyê li Rojhilata Navîn li hemberî zêdegaviyên Îran û Tirkiyeyê ye.

Di her du lûtkeyên dawîn de, her sê welatan li ser tevkariya di warê têkoşîna li dijî terorê de, girêdana bi î ve ya ji bo çareserkirina doza Filistînê, girîngiya aktîfkirina rola erebî li Sûriyeyê her wiha xurtkirina tevkariya aborî, bazirganî û enerjiyê ji bo demekê li hev kir.

Di lûtkeya duyemîn de serokên her sê welatan girîngiya parastina ewlehiya herêma Kendava Erebî û misogeriya azadiya navîgasyonê, wek beşeke bingehîn a ewlehiya neteweyî ya ereban hate destnîşankirin. Her wiha li ser pêwîstiya piştevaniya bi Erebistana Siûdî re li hemberî êrîşên li dijî înşaetên wê li hev kirin. Şîrovekarê siyasî yê Iraqê got: “Texmîn dikim ku dê di lûtkeyê de helwesteke erebî ya hevpar derkeve ku xaka erebî biparêze û bihêle ku dewletên din ên erebî bibin xwedî heman helwestê.”