spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zarok lîstikên xwe bi xeyalên xwe dixemilînin

Çavreş Zamanî

Dema zarok tê gotin, tişta ku destpêkê tê bîra mirov lîstik û paqijiya dil e. Haya zarokan ji pergala kapîtalîst tune ye û di nav wê de qirêjî nebûne; ji ber vê jî ew bedewiya jiyanê bixwe ne.

Ji bo zarokan tişta herî xweş lîstina bi hevalên xwe yên zarok re ye; ew ji sibê heta êvarê dikarin bi hev re bilîzin. Derengiya şevê, heta bikevin hembêza dayika xwe û xwe şîrîn bikin jî li lîstîkê wê dotira rojê bilîzin û teşqeleyên bikin difikirin.

Zarok pêşeroja civakê ne. Ên zarokan perwerde dikin jî dayik û bav in.  Zarok destpêkê di malbatê de fêrî hezkirin, ehlaq, çand û hwd. dibin û ew di kesayeta wan de bi cih dibin. Li gor rewşa zanebûn, menewiyat û madiyata malbatê, kesayeta zarokan teşe digire. Her wiha bawerî û ednîgarî jî bandorê li zarokan dike ku ev yek bi taybetî ji bo zarokên Şengalê wisa ye.

Kesên şahidiyê li Fermana 3’yê Tebaxê kirine, çi bi çavên xwe çi jî bi rêya ragihandinê, dîtine ku zarokên Şengalê çawa bê av û xwarin man û ji ber germ û tirsê canê xwe ji dest dane. Zarokên dema fermanê li ber pêsîra dayika xwe bûn, tevî ku 6 sal derbas bûne jî li Şengalê hîn jî li bin konan dijîn. Her çiqas pir zehmet be jî, ew li ser axa xwe dijîn ku ev tiştekî gelek bi wate ye. Yên li bin van konan bi şox û şengiya xwe dijîn, dîsa zarokên rûliken in. Germa rojê qet ne xema wan e û ew li ser erda sincirî bi hev re bi awayekî pêxwas dilîzin. Yek ji van zarokan zaroka bi navê Hejar e ku di nav konên çiyayê Serdeşt û germa Şengalê de, bê tirs bi kevkaniya xwe digere. Hejar zarokeke deh salî ye. Wê pêşî bi kenê xwe yê şermok li min mêze kir, paşê vegeriya çû cem koma hevalên xwe yên zarok. Lê dema min wêneyê wan girt, kêfxweş bû û nêzî min bû. Hejarê navê hemû hevalên xwe ji min re rêz kir…

Min jê pirsî, ‘ew çi ye di destê te de?’ Hejarê kevkaniya xwe nîşanî min da û bi kêfxweşiyeke mezin got, ‘ev kevanok e, min ev kevanok hîn nû çêkiriye.’ Bi kêfxweşiya wê, ez jî gelek kêfxweş bûm; ev kevkaniya wê ya yekem e ku ji xwe re çêkiriye û min şahidiya kêfxweşiya wê kir.

Wek hemû zarokên Kurdistanê, me jî kevakanî çêdikirin. Tu caran ji bîr nakim. Dema em zarokên gund, me bi kevkaniyên xwe nîşan digirt, kevir çûbû tam li nav eniya zilamekî ketibû. Zilam xerbîlî bûbû û her kes li dora wî kom bûbû. Min ji Hejarê re got, ‘mêzeke ev kevkaniya te gelek xweşik e, pê bîlîze lê tu caran canê kesê neêşîne.’ Strana Aram Tîgran ya dibêje ‘xweziya dîsa zar bûma’ tê bîra mirov, dema mirov kenên vê koma zarokan dibîne.

Di vê sedsala 21’emîn de, ruxmî teknolojî evqas bi pêş ketiye jî, zarok di şert û mercên kêm de, ji bo jiyana xwe bi lîstikan bixemilînin her tiştî dikin; bi afirînerî û xeyalên xwe lîstokan çêdikin. Li seranserê Kurdistanê êrîş hene û ev êrîş herî zêde li zarokan tên kirin. Desthilatdarên zilam zarokan dikujin, tecawizî wan dikin û wan dixin zindanan. Ji bo zarokên welatê me dikaribin bi awayekî azad bi lîstokên xwe bilîzin û siberoja xwe bixemilînin divê em li dijî vê zilmê bêdeng nemînin.