28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtinên kurdî berdewam in

Li gorî agahiyên hin çavkaniyên rayedarên Rêveberiya Xweser  di demeke nêz de hevdîtinên pêla duyemîn di navbera partiyên kurdî rojavayê Kurdistanê de bi çavdêriya Amerîkayê pêk tên. Li gorî heman çavkaniyê beriya heftiyekê nûnera Amerîkayê ya Rojhilatê Firatê Zehra Bêlî, li baregeha Hêzên Hevpeymana Navneteweyî ya li Hesekê hevdîtinek bi serokê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Abdî re kiriye. Di hevdîtinê de hatiye teqezkirin ku di demeke nêz de li ser bingeha peymana Duhokê ya 2014’an dê aliyên kurdî dîsa li hev bicivin û hevdîtinên xwe yên ji bo avakirina lêvegereke kurdî ya hevbeş berdewam bikin.

Hêjayî gotinê ye ku di meha hezîrana borî de, aliyên kurdî li ser hin xalên sereke li hev kiribûn û soza berdewamkirina hevdîtinan dabûn.

Ji aliyekî din ve Rêveberiya Xweser hin tevdîrên ji bo rêgirtina li belavbûna nexweşiya koronayê girtibûn. Di daxuyaniya rêveberiyê de hatibû gotin ku ew dê deriyên sînorên xwe yên bi Başûr re bigirin û kesên ku ji derveyî herêmên Firatê tên dê 14 rojan di karantînayê de bihêlin. Her wiha di daxuyaniyê de hatibû gotin ku ew êdî dawet û serxweşiyan jî qedexe dikin û xwarinxane jî êdî nema dikarin wek berê bixebitin û ew tenê dikarin li ser daxwazên xelkê xwarinan ji wan re bikin pakêt û bibin malan.

Wekî tê zanîn heta derdora 8 nexweşên ku korona li wan hatibû tespîtkirin hebûn û wan kesan têkilî bi derdora 100 kesî re danîbûn û ew tev niha di bin çavdêriyê de ne. QAMIŞLO