3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çavên dayikên Şengalê hîn jî bi rondik in

Di hemû şer û pevçûnan de herî zêde jin û zarok tên mexdûrkirin. Nexasim ku ew êrîş ji alî çeteyên hov ên wekî DAIŞ’ê ve bên kirin, ew mexdûriyet û tedeyî digihêje lûtkeya herî jor. Tevî ku 6 sal bi ser komkujiya Şengalê re derbas bûne, hê jî bi hezaran êş û birînên ku bi xwe re anînbûn nehatine dermankirin. Fermana 73’yan a li ser Şengalê, rûpelek din a tawan û komkujiyan e di dîroka gelê kurd de ku li ser kurdên êzidî pêk hat. Tu mal û kesek li Şengalê nîne ku bi dehan çîrokên wan ên trajedî tune bin. Yên di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê bûn wê tu caran wê rojê ji bîr nekin. Şeş sal bi ser fermanê re derbas bûn lê hîn jî çavên dayikên Şengalê bi rondik in û li benda zarokên xwe yên aqûbeta wan ne diyar in.

Çeteyên DAIŞ’ê di şeva 2 ya li ser 3’yê  Tebaxa sala 2014’an de, êrîşî ser navçeya Şengalê kirin û komkujiyek mezin li ser gelê Şengalê pêk anî. Kurdên êzidî di wan rojan de Cejna Çileyê Havînê pîroz dikirin. Lê çeteyan di wê rojê de bi hezaran kes şehîd xistin û bi hezaran jin, zarok û pîr revandin û heya niha jî aqûbeta gelekan ji wan ne diyar e. Her wiha bi deh hezaran welatiyên Şengalê koçber bûn.

Edlan Hesen xelkê gundê Tilbenat yê girêdayî Şengalê ye. Dayika 6 keç û 2 kuran e, Edlan Hesen mîna bi hezaran kesên din ew jî li benda xizmên xwe yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin û aqûbeta wan ne diyar e. Edlan Hesen di dema êrîşa çeteyan de li gel hinek kesûkarên xwe karîbûn ji Şengalê derkevin lê piştî demek kurt li yek ji bendên li nêzî Şengalê çeteyên DAIŞ’ê pêşiya wan girt û 28 kes ji malbat û xizmên wê revandin. Yek ji van kesan jî keça wê bû.

Piştre jî bi zarok û hinek kesûkarên xwe re derbasî çiyayê Şengalê dibin û 9 rojan li wir dimînin. Piştre jî beşek ji wan derbasî kampan dibin û cih û warên xwe li pişt xwe dihêlin. Beşek din jî derbasî derveyî welêt dibin.Piştî 8 mehan xeber digihê dayika Edlan ku keça wê bi pereyan ji destê çeteyan tê rizgarkirin. Piştî demekê jî çar xizmên din ên dayika Edlan tên berdan.

Niha ji 28 kesên ku ji malbata Edlan Hesen wenda ne, tenê 5 kes vegeriyane, aqûbeta yên din ne diyar e. Dayê Edlan bi dilek xemgîn behsa kesûkarên xwe kir û got: “Tenê hêviya me ji xwedê heye ku kesûkarên me sax bin û rojekê li me vegerin.”