28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran li Sûriyeyê nayê xwestin

Êdî ji alî her kesî ve tê zanîn ku hebûna Îranê ya li Sûriyeyê rastî nerazîbûna gelek aliyan tê.  Dema mirov bala xwe bide helwesta welatên herêmî û yên cîhanî, di vê der barê de êdî bi zelalî xuya dibe ku nerazîbûneke mezin ji hebûna Îranê ya li Sûriyeyê heye. Tiştê balkêş helwesta hevalbendê wê Rûsyayê jî ji ya van dewletan ne cuda ye.

Li gorî rêxistina Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di demên dawî de di êrîşên li dijî komên çekdar de, yên ser bi Îranê ve ku li ser axa Sûriyeyê bi cih bûne, ji bilî xisarên madî zêdeyî 60 çekdaran hatine kuştin. Li gorî tê texmînkirin piraniya van êrîşan ji alî balafirên Îsraîlê ve hatine kirin. Li gorî heman çavkaniyê, ji gulana 2020’an vir ev zêdeyî 10 bargehên Îranê ên li Qunêtira, Humus, Hema, Dêra Zorê, Heleb û gundewarên Şamê  hatine topbarankirin.

Tiştê balkêş a li vir, ew êrîş rastî nerazîbûnên hevalbendê wê Rûsyayê nehatin lê berevajî vê yekê em dibînin ku Rûsya jî ji wan êrîşan kêfxweş e û ew dixwaze ku desthilata  Îranê ya li ser Sûriyeyê kêm bibe.

Bi vê yekê Rûsya dixwaze ku hêza sereke ya li Sûriyeyê xwedî gotin be ew be û ne hevalbendê wê Îran be. Lewre jî tê payîn ku di encama zextên navneteweyî yên li ser Îranê de, deshilat û bandora wê ya li Sûriyeyê were kêmkirin. ŞAM