27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nîqaşên li ser pirsgirêka kurdî

Di van rojên dawî de ku şerê li dijî kurdan dijwar bûye û ji gelek aliyan  êrîş bi ser wan ve tên, nîqaşên der barê çareseriya pirsgirêka kurdî de jî gur bûne. Ji aliyekî partiyên Gelecek û DEVA’yê yên ji AKP’ê veqetiyan û ji aliyekî ve jî serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû qala çareseriya pirsgirêka kurd dikin. Lê balkêş e, her sê aliyên dengê ji bo çareseriyê ji wan bilind dibe jî, bi wêrekî tespîta pirsgirêkê nakin û hewldanên xwe yen ji bo vê yekê tenê bi gotinan bi sînor dihêlin.

Ev nîqaş ji nişka ve destpênekirin. Weke tê zanîn li başûr, rojava û bakurê Kurdistanê li dijî kurdan operasyonên gelek dijwar pêk tên. Armanca van operasyonan jî destpêkê jiholêrakirina pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdî, piştre jî bi tevahî tekbirina Tevgera Azadiyê ya Kurdî ye. Ji bo vê yekê ji meha hezîranê ve operasyonên li başurê Kurdistanê hatine berfirehkirin. Di van operasyonan de welatiyên sivîl tên qetilkirin û xesareke mezin digihîje xwezaya li vir.

Heman operasyon

Li rojavayê Kurdistanê jî heman plan di dewrê de ne û tê gotin ku Tirkiye di nav hewldanên operasyona dagirkirina hin herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji bo vê yekê endamên MÎT’ê li herêmê xebatan dikin û li benda derfeteke ji bo destpêkirina vê operasyonê ne. Heke nikaribe operasyonê bike jî wê ji bo hilweşandina yekitiya di navbera hêzên kurdî de tişta ji destê wê bê bike û nehile ku kurd bigihijîn aramiyê.

Dîsa li bakurê Kurdistanê jî rewş ji başûr û rojava ne cudatir e. Tevî ku her roj sozên qedandina “terorê” tên dayîn û di vê der barê de hin dane tên parvekirin jî dawî li operasyonên siyasî û leşkerî nayên. Li gelek herêmên bakurê Kurdistanê ku sala borî operasyonên leşkerî hatibûn lidarxistin û ji hêla Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ve hatibû ragihandin ku PKK’î li van herêman qediyane jî niha li heman deveran dîsa operasyon hatine destpêkirin.

Ajoyên şer xizan dikin

Di van operasyonan de zilmeke mezin li gelên herêmê tê kirin. Ji bo mayîndekirin û “xweşkirina” berdewama van operasyonan, daristan tên şewitandin. Deverên ku şewat li wan pêk neyê jî bi destê cerdevanan dar tên şewitandin. Bi van rêbazan hem kurd tên acizkirin hem jî xweza tê talankirin. Ev ji hêla mêjiyê dewletê yê operasyonel ve gef e. Ji bo çewisandin û sergirtina pirsgirêka kurdî tê kirin lê gelek jî baş tê zanîn ku hemû badilhewa ne.

Ev polîtîka çiqas kurdan bike zorê û wan ber bi rojên nexweş ve bibe jî bandoreke neyînî li tevahiya welat dike. Destpêkê jî bandor li aboriya Tirkiyeyê dike. Bi vê bandora neyînî ya li ser aboriyê aramiya welat jî têk diçe. Di encamê de civak xizan dibe û ajoyên şer jî roj bi roj dewlemend dibin. Ji ber vê yekê ye di rojên dawîn de dengê aciziya li dijî vê yekê bilind dibe û bi rêya nûnerên muxalefetê ji bo jiholêrakirina vê rewşê hin nîqaş tên kirin.

Angaştên çareseriyê

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan û Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Parti) Ahmet Davûtoglû ku beriya demekê ji AKP’ê veqetiyan û partiyên navborî damezrandin, tevî ku bi AKP’ê re bi salan heman polîtîka meşandin jî der barê vê polîtîkayê de îro rexneyan li AKP’ê dikin. Hem Babacan hem jî Davûtoglû qala hin mafên kurdan dikin û angaşt dikin ku heke bên desthilatê destpêkê di mijara ‘hemwelatîbûna wekhev’ de gav bavêjin.

Qaşo ji bo nîşandina jidilbûna vê yekê hesabên medyaya civakî yên kurdî vekirine. Her wiha ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî jî hin tiştan dibêjin û diyar dikin ku ji bo wan perwerdeya bi zimanê kurdî ne pirsgirêk e. Tevî ku rexneyan li AKP’ê dikin û dibêjin ji ber polîtîkayên ku AKP dimeşîne welat ber bi faşîzmê ve diçe jî terka hin polîtîkayên ku ji hêla AKP’ê ve li dijî kurdan tên meşandin, nakin. Tiştên qal dikin bi sînor in û ji pêbaweriyê jî gelek dûr in.

Soza Kiliçdaroglû

Herî dawî serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî di nav hefteyê de soza çareserkirina pirsgirêka kurdî da! Kiliçdaroglû, got ku 40 sal in pirsgirêka kurdî heye û desthilatdaran pirsgirêk çareser nekiriye. Piştre jî got ku cihê çareserkirina pirsgirêkan meclis e û pirsgirêka kurdî jî di nav de pirsgirêkên demokratîkbûna Tirkiyeyê dê li meclisê çareser bikin. Her wiha got ku dê vê yekê bi guhertina destûra bingehîn bike.

Kiliçdaroglû jî mîna Babacan û Davûtoglû bi tirs û bi sînor nêzî pirsgirêka kurdî dibe û qala çareseriya ku ji hêla kurdan ve tê xwestin nake. Her sê jî li gorî xwe li pirsgirêkê dinêrin.  Çareserî wêrekî ye. Dema ku ev pirsgirêk bê çareserkirin wê pirsgirêka kurdî jî bi awayê ku kurd dixwazin bê çareserkirin. Kiliçdaroglû, pirsgirêka kurdî bi derketina Tevgera Azadiyê ya Kurdî (40 sal) digire dest lê dibêje wê şerê dewletê yê li dijî wê jî bi dawî neke.

Heke çareserî ev be, ev ne çareserî ye. Li şûna çareseriyê xapandin û xebata pêşiya hilbijartinê ye.