Rojnameya Heftane

Çandnasî û Kurdolojî

Çandnasî wek qadeke xebatên înter-dîsîplîner piştî salên 1970’yan û bi şêlûbûna sînorên navbera qadên cîyawaz ên zanistî ket rojeva akademîk. Çandnasî îro xwedî bergeheke fireh e û ji xebatên etnîk bigire ta têkiliya çînên civakî, ji nasnameya neteweyî bigire ta têkiliya nifşan û zayandan xitabî qadeke pir fireh dike. Ji hêla teorî û nêzîkbûna fikrî ve jî bi têra xwe rewşeke cihêreng heye. Nêzîkbûnên ji qada semîyotîkê, teoriya marksîzm û femînîzmê, teoriyên wêjeyî, werger, polîtîka û felsefe, an ku çendîn behrên hişmendiyê hebin di duriyana çandnasiyê de rastî hev tên.

Di roja îro de, civak û çand di nav anaforeke guherînan de digevizin, her ku teorî û nêzîkbûnên cuda hewl didin wan guherînan li gor xwe pênase bikin. Bi tespîta Kellner, salên 1960’an wir ve dinya bû qada “şerên çandî” yên navbera lîberal, parêzkar û radîkalan ku her yekê ji wan hewl dida çand û civakê li gor rojevên xwe ji nû ve saz bike. Çawa ku li Ewropa û Amerîkayê çandnasî bû sehneya dijberiya lîberal û parêzkaran, li welatên Asya, Afrîka û Rojhilata Navîn jî bêtir bi têgehên dij-kolonyal terîf hatin kirin. Kurd jî tê de, ji bo gelên bindest û bêstatu derfetên nû yên ji bo zemîneke teorîk derketin holê. Ew zemîn jî bi trendên mafê mirovan, azadiyên sivîl, aştî û edaletê diafire û ji xwe re hincetên çalak ên xebatê derdixe holê.

Bingeha Kurdolojiyê jî her wekî xebatên zanistî yên der barê piraniya gelên rojhilat, bi destê rojhilatnasên ewropî û rûs ve hatiye avakirin. Bi sedsala 19’an re, an ku heyama zêrîn a oryantalîzmê, sefera lêkolîner, zanyar û gerokên ewropî ya ber bi Kurdistanê ve dest pê kir. Her çiqas ji welatên cihê ên Ewropayê û ji Rûsyayê hatibin jî kurdnasên ewropî û rûs di nêzîkbûn û metodên xwe de hema wekî hev bûn. Edward Said binê vê hevpariya oryantalîzma alman, anglo-fransî û piştre jî ya amerikî xêz dike û vê hevpariyê jî wek desthilatdariya entelektuelî ya rojava ya li ser rojhilat bi nav dike.

Balkêş e ku di xebatên kurdnasên ewropî de, bi taybetî jî di berhevkariyên dîrokî û siyasî de, dijderketina kurdan a li hember dagirkeran û hêzên derveyî cih nagire. Ew nayê wê wateyê ku kurd li hember mudaxaleyên derve bêyî helwest mane û di heyamên girîng de serî ranekirine lê xuya ye ku mîsyonên polîtîk, têkiliyên bi dewletên mezin, û acizî û astengiyên desthilatdarên herêmî rêya wê sansurê vekiriye.

Helwesta rojhilatnasan a ber bi wêjeya devkî ya kurdî mînakeke berbiçav a desthilatdariya entelektuelî ye. Lêkolîner û berhevkarên ewropî reng e ku bi çaveke lawaz li berhemên devkî nihêrîne û ew netemambûyî nirxandine; lewma bi lêkdana vegotinên devkî hewl dane tekstên têkûz ên nivîskî biafirînin, bêyî ku girîngiyê bidin şexsîbûn û zengîniya vegotina dengbêj û çîrokbêjan. Her wiha wan kesên navborî di senifandin û binavkirina berhemên kurdî de, bêyî ku qîma xwe bi reseniya tekstan bi xwe bînin, li gor pîvan û kategoriyên xwe pênaseya berhemên kurdî dane û bi vî awayî jî bûne bayîsê aloziyeke termînolojîk.

Îro, bi gelemperî nîqaşên der barê Kurdolojiyê de dikarin bi sê koman bên dabeşkirin:Yek; dîroka nêzikî du sed salî ya xebatên Kurdolojiyê û gencîneya berhevkariyê ya ku li hin navendan û bi rêbaz, ziman û elfabeyên cuda hatine tomarkirin û şîroveyên der barê wan. Du; hebûn û nebûna sazî û dezgehên akademîk û zanistî, tecrûbeya heyî û kemasiya wan a teorîk û pratîk. Sê; nêzikbûneke nûjen, helwest û tercîhên teorîk û pîlansaziyeke objektîf û demdirêj.

Her çiçiqas yekem–an ku gencîneya berhevkirî–ye; xebatên arşîvê, tîpguhezî, wergêr û ji nû ve katalogkirin ev peywir in ku li holê disekinin. Ji bilî wan jî ger ku li pey şopa nêzîkbûna oryantalîst û kurdnasên desteya yekem rêçbirin û rexneyeke nû pêk were, hingê dibe ku alozî û neheqiya bi xweseriya metnên kurdî hatine kirin ji holê rabe. Divê bê gotin ku rojhilatnasên ewropî bi berhevkariyên xwe yên hêja çiqas spasiyê heq bikin jî bi senifandin, hewldanên tekûzkirin û tekst-afirandinên bi pêşdarazî ewqas jî rexneyan heq dikin.

Belkû di xebatên Kurdolojiyê de tengejeya herî mezin di warê saziyên zanistî û akademîk de xwe dide nîşan. Bêstatubûna kurdan, tunebûna piştevaniya aborî û sînorên zaravayî, elfabeyî û her wiha siyasî nehişt ku kurd bibin xwedî ekolên xwe yên zanistî û akademîk. Li hin paytextên ewropî û bajarên wek Şam, Stenbol, Êrîvanê û di pey re jî bi beşên Ziman û Wêjeya Kurdî ên zanîngehên Mêrdîn, Bîngol û yên din sînerjiyeke akademîk û zanistî bi xwe re çêkir ku reng e ku li pêşerojê encamên wan baştir bên şîrovekirin.

Kurdolojiyeke ku bi pîvanên çandnasiyê dor û berên wê bên kifşkirin dê ji bo terîfa nasnameya kurd jî çarçoveyeke bikêr diyar bike. Tişteke bi têra xwe aşkera ye ku êdî ne pêkan e ku bi terîfên demode qala nasnameyekê bê kirin. Terîfa neteweper(est) wisa xuya ye ku bi têgehên xwe yên qerimî û bi çarçoveya xwe ya teng nikare bibe bersiva aîdbûnên têkilhev ên roja îro. Çandnasiyeke ku bi rêya teoriyeke kûr û bi nêzikbûnên piralî Kurdolojiyê terîf bike, di heman demê de dê pênaseyên nû dabîn bike ji bo qrîzên terîfa nasnameyê jî.

Di xebatên Kurdolojiyê de berî her tiştî zelalbûneke teorîk û sekneke zanistî pêwîst e. Ji bo kifşkirina çarçoveya teorîk jî pêwîstî bi xebatên li ser nîqaşên teorîk ên parzemîna Ewropayê heye. Dîroka du sed salî ya Kurdolojiyê bi qencî û xirabiyên xwe hêjayî lêkolînên cihê ye; ancax bi lêkolînên bi vî rengî bergehek ji bo pêşerojê dikare bê kifşkirin. Îro derfet çêbûne ku zanyar û akademîsyenên kurd, bêyî kompleks û xwebiçûkdîtinê, hesabê xwe yê bi oryantalîstan bigirin û hewl bidin da ku terîfeke nû ya çandî û nasnameyî çêbikin.