3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di nav hevsengiyên heyî de hebûna kurdî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li ser zemîna Sûriyeyê, gelek dewlet neçar in ku bi hev re di nav têkiliyan de bin. Ev tekiliyên ji ber bêîstiqrariya rewşa herêmê ya leşkerî û polîtîk tên pêşxistin, bi xwe re şert û mercên nû ava dikin. Di nav van hevsengiyan de, dewleta tirk jî dixwaze li herêmê bibe hêza sereke. Lewma ji bo li vê derê Rûsya û Îranê bê bandor bike di nav lîstikên kirêt de ye.

Em hemû dizanin ku armanca Erdogan ya sereke xurtkirina desthilatdariya xwe ye. Bi taybetî piştî hewldanên qaşo darbeya leşkerî ya 15’ê tîrmehê, deshilatdariya Erdogan li Tirkiyeyê heya radeyekê gihaşt armanca xwe. Lê bi vê pêvajoyê ve girêdayî dewleta tirk li himberî cînarê xwe polîtîkayek hîn hişktir da destpêkirin. Bi vê yekê dixwazin di warê leşkerî-polîtîk û aborî de, pozîsyona xwe xurt bikin û di herêmê de bibin hêza sereke. Ji bo di vê mijarê de bigihêjin armanca xwe, pêwîstî bi hêza leşkerî dibînin. Ji ber vê yekê, dewleta tirk heya jê tê dixwaze leşkerên xwe li herêmê bi cih bike.

Leşkerên tirk bi hincetên cuda, li Sûriye, Iraq û Lîbyayê di nav operasyonan de ne. Ji derveyî van qadan, baregehên leşkerên tirk, li bakurê Qibris û Somaliyê jî hene. Van demên dawîn, dixwazin li Nahçîvan (Azerbeycan) û Durresê (Arnavutluk) jî baregehên leşkerî ava bikin. Bi vê yekê dewleta tirk dixwaze bandorê li cînarên xwe bike.

Bêguman ev siyaseta belavbûna leşkerî ya dewleta tirk, hin hêzên mezin aciz dike. Hevsengiyên hesas ên leşkerî yên li Sûriyeyê li Lîbyayê jî hene. Lewma jî dewleta tirk ji bo li van deran bikaribe hebûna xwe xurt bike û li herêmê bibe hêzeke berbiçav, neçar e ku hin hêzan bêbandor bike. Ji ber vê yekê, di serî de Rûsya, gelek dewlet ji vê siyaseta veşarî û xapînok aciz in. Li Rûsyayê, gelek kes di mijara hevaltiya bi Tirkiyeyê re aciz in. Li gor wan, dewleta tirk ji bo Rûsyayê lawaz bike û hebûna xwe li herêmê xurt bike, bi Rûsyayê re di nav têkîliyê de ye. Dema mirov li pêşveçûn û bûyerên diqewimin mêze dike, mirov nikare bêje ev kes bi temamî şaş in. Dewleta tirk di van salên dawî de, di warê leşkerî de li bakurê Sûriyeyê, rojava û başûrê Kurdistanê û Lîbyayê gelek peymanên navneteweyî binpê kirin. Qada navneteweyî li hemberî vê neheqiya dewleta tirk, her tim bêdeng û bêhelwest ma. Di nav sînorên Tirkiyeyê de bêmafiyên di pêvajoya desthilatdariya Erdogan de pê hatin, niha derbasî derveyî sînor tên kirin. Belavbûna leşkerî û bi vê ve girêdayî, bêîstîqrariya heyî ya li herêmê, ji bo planên xwe pêk bînin şert û mercên tên xwestin ava dike. Her çiqas li hemberî vê siyasetê hin hêzên mezin aciziya xwe nîşan bidin jî, di rastiyê de ev li xweşa wan jî diçe. Ji ber ew jî baş dizanin ku ger li herêmê kaos û pevçûn nebin hebûna wan a li qadê jî bêwate ye. Lewma hefsarê dewleta tirk di destê van hêzên mezin de ye. Geh kin dikin geh jî dirêj dikin lê tu carî nahêlin ku li herêmê ji derveyî îradeya wan tiştek biqewime.

Bêguman dewleta tirk jî baş fam kiriye ku ji ber hin pêwîstiyên herêmî, ev hêzên mezin hewceyî wan in. Lewma ew jî dixwazin di vê qadê de hebûna xwe xurt bikin. Ji ber vê yekê, diyar e ku wê hevsengiyên heyî ji nû ve bên sazkirin.

Di van hesengiyên nû de, cihê kurdan ango tevgerên kurdî hîn jî ne diyar e lê tişta diyar û aşkera ew e ku bazariyên li ser hebûna kurdan êdî wisa bi hêsanî nikarin bên kirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê