spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê bi rêya kilaman olan dide…

Dengbêjî olana dengê enderûn ê mirov e ku bi awayek rewnaq û zelal ber bi deryaya hestan ve rê digire û xwe digihîne çemê herikbar ê vegotina peyvan. Peyvên ku hewceyî bi nivîsîn, tomarkirin û şîrovekirinê dikin lê ji ber gelek sedeman pêkan nebûye ku ev yek bê kirin û di bîra mirov de ev peyv li du hev hatine xîzkirin, nehatine jibîrkirin. Mêjî vê carekê bigire û êdî wê ji bo heta hetayê ji bîr nebe, bi ser de jî bi bûyer an jî diyardeya ku ev peyv pê hatine avakirin, wê rastiyê zindî bike û wisa bistrê.

Jixwe li Kurdistanê –di her pêvajoyeke dîrokê de- bûyer û rewşên aloz ên siyasî, civakî, leşkerî û hwd. zêde rû didan. Nemaze bûyerên biêş ên civaka kurd gelek caran neçar dihişt ku jiyana derbiderî bijî… Ji ber vê çendê jî her bûyer an jî serpêhatiya ku di serê wan re derbas bûye ji bo neyê jibîrkirin, bi rêya çîrok, zêmar, heyranok û dengbêjiyê hatine veguhastin.

Ev veguhastin mîna dilopên bîr û hişeke dewlemend a ji ferhenga gotinan, wisa bi rengê heskirin, kerb, evîn, koçberî û derbiderî, zilm û kuştinê, bi zêmar, meselok, çîrok, heyranok, kilam û stranan girtiye û wisa hatiye. Ev bîr û hişê dewlemend ê dîroka Kurdistanê pêk tîne, bi deng kariye bibe rê û rêçek ji vê hafizeyê re.

Di her stran û kilamekê de bi heman baldarî û hostayî nêzikatî derdikeve pêş. Mînak dema kilam an jî straneke şer dihat gotin, ji qehremanî, cengaweriya wî/wê bigire heya xwezaya kes lê, yan jî bûyer lê qewimî, ji salixkirina kes bigire heya bedewiya wî/wê, her tişt di nav aheng, xweşikî û wateya wê de dihat behskirin û wisa dihat gotin. Her tişt di tema wê de ji guhdar re dihat vegotin; derdê evînê, koçberî, neheqî, nexweşî û kuştin, gelek mijar û serpêhatî bi awayên cihê, bi nêrandinek hunerî dihat veguhastin. Helbet ev bi serê xwe hunerek e, hunerek resen a vegotinê. Jixwe di dîroka Kurdistanê de mînakên wê pir in. Û ev hunera devkî ku rolek girîng di parastina çanda kurdî de lîstiye, bi şêweyên cuda kariye deriyên nû ber bi hunera devkî ya kurd ve jî vebike.

Bêguman kevneşopiya dengbêjiyê biqasî rolek girîng di çanda kurdî de lîstiye, kariye di pêşxistina wê de jî xwedî rol be. Bi her awayî kariye rewşa civaka kurd vebêje, nexasim jî di anîna ziman a şêweya jiyana civakî de xwedî vegotinek cihê ye. Gelek caran ji bo ku mirov rewş û kevneşopiya civak an jî erdnîgariya ku kurd lê jiyane bizanibe, hewce ye mirov li wan dengan bizivire û bi baldarî guhdar bike. Nemaze rewşa jinê, bandor û nêzikatiya jê re hatiye raberkirin…

Her kilam û stran di nav xwe de rastiyekê vedihewîne ku guheke baldar dikare li pey rastiya van dengan biçe û hay li şêweyê jiyan, kevneşopî, irf û adetên demên cihêreng bibe. Dengbêj bi dengekî zîz û bibandor distrê. Hewl dide rewşê wek hatiye jiyîn ragihîne û jixwe hewceyî bi ser zêdekirinê nabîne. Rewşa hatî jiyîn, an jî bûyer, bi têra xwe bes dibîne ku vebêje û ragihîne. A rast armanc bixwe jî ew e, yanî tişta heyî bi awayek herî rast û zelal ragihandine. Jixwe ma tişta di dengbêjiyê de herî hêja û binirx jî ne ew e ku tişta hatî jiyîn bikare veguherîne deng û zindî bike. Û bûyera qewimiye bi dengê gur û geş ragihîne.

Wek tê zanîn der barê gelek bûyerên dîrokî de belge nînin. Hin bûyerên qewimîne ger bi rêya van kilam û stranan nebin, dibe em pê nezanibin jî. Yan jî wek me di serî de jî ragihand rewşa civaka me ji hêla civakî û çandî ve, ka çawa jiyane, dibe em xwedî agahiyên kêm bin lê ev kilam ramanekê didin me. Ji bo wê jî her kilam û stran di asta lêkolînên berfireh de ne. Ew ne tenê stran in, tiştên hatine jiyîn, hafizeya civakekê ne û bi rêya dengan hewl tê dayîn tiştan ji me re bibêjin. Dengên ku yekser xîtabê ruhê mirov dikin. Mîna dengên ku bi rêya kilaman di ruhê mirov de olan didin…

Li rojhilatê Kurdistanê, nexasim herêma Urmiye, Selmas, Mako, Xoy û hwd. hîn jî ev çanda veguhestina dengan pir bi hêz e. Hîn jî gelek bûyer û rewşên tên jiyîn bi rêya dengbêjan, nexasim dengbêjên jin ve tên vegotin. Di roja îroyîn de jî dayikên kurd dema ku zarokên wan tên darvekirin, êrîşek li hemberî wan çêdibe, kuştin an jî bûyerek dilşewat rû dide, bi dengê xwe yê zîz vê qêrînê vediguherînin dengekî bihêz. Di şînê de, di wê kêliyê de jinek dest davêje gotinê û jinên din jî li wê dizivirînin. Ciwanî, egîdî, lehengî û bedawiya wî, dîsa bûyera bi serê wî de hatî bi awayekî zelal tînin ziman. Bi taybetî jî ger ev kes ji aliyê dewletê ve hatibe qetilkirin, rastiya dewleta kujer û qatilan, zilm û zorê jî pir baş şîrove dikin. Yanî jin û dayikên kurd hîn bi hêza dengan bawer in, di vê sedsalê de ger nivîsîn û tomarkirin bi awayên cihê bi pêş ketibin jî, ew dixwazin bi rêya dengan xwe bigihînin nifşên nû… Ew di ferqa sihra dengan de ne, bandora ku dide çêkirin û ji bo wê jî êş, zilm, keder û xweşiyên xwe bi kilaman dihûnin.

Ger êdî stran û kilamên evînî û jinê pir kêm bên gotin jî hîn jî gelek dengên bihêz behsa rewşa jin tê de ye dikin; behsa êş û derdên ji ber evînê dikin, bi awayekî bi van kilamên xwe li dijî vê rewşê derdikevin. Lê mixabin bi gelemperî ev kilam bi kes re dimîne û nayên belavkirin; ji ber ku ev deng êdî di nav malê de hatiye hepskirin û li gor tê xwestin nagihêje derdoreke berfireh.

Yek ji dengên ciwan û bihêz ên herêma Makoyê jî Gulistan Talî Cinganlo bû ku di temenekî ciwan de ji nav me koç kir. Xwedî dengekî bibandor, zîz û zelal bû. Dikarî di wê kêliyê de bûyera tê jiyîn veguherîne dengekî bihêz û bistrê. Di kilamên xwe de ew êş, serpêhatî û bûyer baş rave dikir. Jixwe dengê wê bandorek cuda li ser kilaman çêdikir. Xwedî dengeke efsûnî bû. Bi salan beriya vê, dema ku ew hîn nûciwan bû, şansê nasîna min a bi wê re çêbû (di demekê de ku li herêma Urmiye û Makoyê me lêkolînên li ser dengbêjiyê dikirin) ku wê kilamek bixwenda, kilamek li ser jiyan, rewş û serpêhatiya diya xwe (ez bawer im ev kilam ji aliyê dayika wê bixwe ve hatibû çêkirin). Ger her peyv di bîra min de nebe jî, bedewî, zehmetî û êşên diya xwe pir baş dianî ziman.